Diyarname
Dadgeha Îdarî ya Almana Federal biryara qedexeya weşanê ya li ser televîzyona Rojê ji bo demekê ji holê rakir.
Dadgeha li bajarê Leipzig li hemberî qedexeya weşanê du daxwaznameyên ku hatibûn pêşkêş kirin qebûl kir. Dadgehê di biryara xwe de qedexa 'niha' da rawestandin û biryar da ku heta dadgehê ev yek bidome. Dê kengê dadgeh pêk bê nediyar e.


