Diyarname
Di Kûpaya Cîhanê de bi lîstina 4 maçên îro re maçên duyemîn ên koman temam bûn. Heta niha tenê Fransa berî maçên sêyemîn bêne lîstin bi 6 pûanan ji koman derketibû, îro Brezîlya û Portekîz jî ji koman derketin.
Koma G
Di Koma G de Brezîlyaya û Swîsre ku her du jî xwedî 3 pûanan bûn, kîjan bi ser biketa dê ji komê derketana hatin hemberî hev. Brezîlyayê bi 1-0 bi ser ket û bû xwedî 6 pûanan. Bi vê yekê berî maça xwe ya sêyemîn bilîze mafê derketina ji komê bi dest xist. Gola Brezîlyayê di deqîqeya 83’yan de ji aliyê Casemiro ve hate avêtin. Bi vê serketinê bû 17 maç ku Brezîlya têk naçe.
Di maça din de Kamerûn û Sirbistan hatin hemberî hev. Di maçê de duello hebû, tam 6 gol hatin avêtin, lê wekhevî neguherî û maç bi 3-3 bi dawî bû. Her du tîman tenê pûanek girtin.
Niha piÅŸtî Brezîlyayê, Swîsre xwedî 3 pûanan, Kamerûn û Sirbistan her yek xwedî pûanek in. Ji van her sê tîman tîmek din jî dê mafê derketin ji koman bigire, ev jî dê di encama lîstina maçên sêyemîn de diyar bibe. Di maçên sêyemîn de Brezîlya û Kamerûn, Swîsre û Sirbistan bi hev re dilîzin.
Koma H
Di Koma H de Portekîz û Ûrûgûay hatin hemberî hev. Portekîzê Ûrûgûay bi 2-0 têk bir û bi 6 pûanan mafê derketina ji komê bi dest xist. Di deqîqeya 54 û 90+3’yan de Bruno Fernandesî li ser navê tîma xwe 2 gol avêtin.
Di maça din de Koreya BaÅŸûr û Gana hatin hemberî hev, Gana bi 3-2 bi ser ket.
Bi van encaman Portekîz bi 6 pûanan ji komê derket. Gana xwedî 3 pûanan, Koreya BaÅŸûr û Ûrûgûay her yek xwedî pûanek in. Di maçê sêyemîn Koreya BaÅŸûr û Portekîz, Gana û Ûrûgûay dê bi hev e bilîzin.
Maçên sêyemîn dê roja 2’yê berfanbarê bêne lîstin.
Ji bo agahiyên li ser Kûpaya Cîhanê: