logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 21 salan li weşanxaneyê xwe ye
  2. Mirca Lucescu mir
  3. Festîvala Tiyatro ay Amedî bernamey xwu eşkera kerd
  4. Fîlmekî nû bi kurdî 'Strana Axê' tê nîşandayîn
  5. Festîvalê derî vekir: 10 roj wê şahiya fîlman li dar be
news-details

Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî

  • Dîrok: 07/03/2026
  • Beş: Serbest

 

__Brahîmê Alûcî___


Destpêk

Êş û elem, trawma — gava bêşahid bimînin — ne tenê di bedena mirov de, di derûn û giyana wî de û di nav tevahiya civakê de jî şopên kûr û mayînde dihêlin. Ji bo gelê kurd, ev rewş bi berdewamiyeke sedsalî didome. Êş û elem ne tenê ji tundûtûjiya fizîkî çêdibin; piraniya caran ji înkara hebûn û xwebûnê, ji nexwestin û nedîtina rastiyê û ji mecbûrkirina jiyana di nav xapandineke berdewam de jî çêdibin. Di vê nivîsê de em ê bi çavekî derûnkolînerî (psychoanalytic) li rewşa derûnî û civakî ya kurdan binêrin û mekanîzmayên ku trawmaya hevbeş (collective trauma) çêdikin û didomînin vekolin.

Pirsiyara bingehîn ev e: Çi diqewime gava êş û elem bêşahid dimîne? Trawma çawa ji nifşekî bo nifşekî din tê veguheztin? Û serdest çawa bi rêyên derûnî tundûtûjiyê didomîne?

Êş û Elema Bêşahid û Meseleyên Înkarê

Bêçaretî û hestkirina ku mirov di rewşeke bê derfet û derketinê de maye — dergehên revê girtî, têkiliyeke dirust tune — ev bi xwe rewşeke trawmatîk e. Ji bo kurdan, ev rewş ne demkî ye; rewşeke avahîn û xwemalî ye ku bi sedsalan didome. Êş û elem bi înkarê namirin; berevajî, înkara êş û elemê wê bêtir gûr û kûrtir dike.

Gava kurd êş û elema xwe, tundûtûjiya li dijî wan hatiye kirin û înkara nasname û zimanê xwe vedibêjin, pirî caran bersiveke wiha li hemberî wan radiwest e: hewldan ji bo qanihkirina wan  e ku êş û elema wan ne ewqasî kûr e. "Kîjan azadiya we tune ye?" – bixwazin bibin çi dikarin bibin, loma dibên: "Pirsgirêka we feodalîzm e." "Pirsgirêka we ev e ku hûn ne-modern in." Bi van gotinan, serdest û yê piranî dixwazin pirsgirêkê ji tundûtûjiyeke avahîn (structural violence) derxînin û li gunehê qurbanan vegerînin — ango kurdan bixwe tawanbar bikin bo rewşa wan. Lê tiştê ku kurd dixwazin parastin nîn e; tenê xwesteka fêmkirinê û têgihîştinê ye. Pirsiyara herî bingehîn a ku kurd ji civakê re dikin ev e: "Bibîne, ez kurd im, pirsgirêka te çi ye?" — bi gotineke din, tenê şahidiyeke siruştî dixwazin.

Êş û elema bêşahid, her ku diçe şopên trawmatîk li dû xwe dihêle û bi demê re, bi derbên hestên navxweyî (hundirîn) — wekî guneh, şerm û hêrs — hebûn û xwebûna xwe didomîne. Di rewşa kurdan de, birîna tundûtûjiya fizîkî derbas û derman dibe, lê şopa înkarê di derûnê de her dimîne û xwebixwe xwe dûbare dike. Ji ber ku êş û elem ne tenê ji êş û birînên bedena fizîkî pêk tê; ji nedîtinê, ji bêqîmetkirinê û ji înkarê jî pêk tê. Ev şopa derûnî û giyanî ji êşa laş û bedenê xurttir û domdartir e û di nav civakê de jî ji nifşekî bo nifşekî din tê veguheztin.

Pêşbirka Qurbantiyê û Berevaniyên Îdeolojîk

Yek ji mekanîzmayên herî bibandor ên berevaniyê di asta civakî de pêşbirka qurbantiyê (victimhood competition) ye. Gava kurd pirsgirêkên ku dijîn vedibêjin, bersiva "Ma em jî di heman rewşê de nînin?" an "Ma tenê hûn êş û elemê dikşînin?" tê. Ev mekanîzma ne ji bo fêmkirina êş û elemê kar dike; ji bo bengîtî (girêdan) û înkara wê kar dike.

Di vê pêşbaziyê de êş û elem wekî çavkaniyeke sînordar tê nirxandin: heke êş û elema kurdan were naskirin, tê hesibandin ku êş û elema kesên din bêqîmet dibe. Lê di rastiyê de êş û elem bi nasînê kêm nabe; berevajî, bi înkarê zêde dibe û berbi şêweyên patolojîk ve diçe. Pêşbirka qurbantiyê reflekseke bêguneh nîn e; berevaniyeke îdeolojîk e ku berjewendiyên serdestan diparêze.

Ev mekanîzma, bi taybetî gava mijar tundûtûjiya serdestan be, pir fonksiyonel e. Ji ber ku gava êş û elem dikeve nav pêşbaziyê, tundûtûjiya bingehîn (avahîn) nayê dîtin. Pirs, "Ev êş û elema kê ye, di kîjan merc û di nav kîjan têkiliya desthilatdariyê de hatiye çêkirin?" derdikeve û diçe "Kî zêdetir êş û elemê dikşîne?" Bi vî rengî tawanbar — dgirker, pergal, hêz — ji nîqaşê derdikeve û civak nikare bi tundûtûjiya xwe ya dîrokî re rûbirû bibe.

Daxwaza kurdan ne berawirdkirina êş û elema xwe bi ya yên-din e; nasîna tiştên ku dijîn e. Gotina "li me jî hat kirin" û gotina "înkara ku li we hat kirin" du tiştên ji hev cihê ne. Pêşbirka qurbantiyê revîna ji şahidiyê ye. Şahidî hewcedar e ku mirov karibe bêyî hewlê ku êş û elema yên-din rast bike, bêyî ku bixe nav pêşbaziyê, guh bide û bê pêşhikmî guhdarî bike. Lê li Kurdistanê, li şûna ku êş û elem were qebûlkirin, ew dikeve nav pêşbaziyê. Bi vî rengî ne êş û elema kurdan tê bihîstin ne jî civak neçar dimîne ku bi tundûtûjiya bingehîn re rûbirû bibe.

 

Terora Êşê û Dêûbavîtiya Civakî

Sandor Ferenczi ji bo rewşa zarokên ku bi dê û bavên patolojîk, di krîzê de mezin dibin, pênaseyeke balkêş bi kar tîne: terora êşê. Zarok di vê rewşê de cihê xwe û dêûbavê xwe bi hev vediguherîne — ew dêûbavtiyê dijî. Zarok hewl dide dêûbavê xwe biparêze, wan sekan û aram bike, wan kanih û razî bike. Lê di rastiyê de ev wêrankêriya derûnî ye: zarok nikare ji bo vê nexweşiyê çareyekê bibîne. Di navenda agahdariyeke çareser-nekirî de hem barê berpirsiyariyê digire ser xwe hem jî mecbûr e bêçare bimîne û êş û elema xwe xwebixwe bikşîne.

Têkiliya ku dewletên serdest bi kurdan re ava dikin, vê terora êşê tîne bîra mirov. Serdestên ku bi berdewamî krîz û qeyranan çêdike, bi berdewamî gilî dike û her dibêje "ez di bin gefê de me" — lê di heman demê de xwe wekî kirdeyeke (subject) lawaz ku divê were parastin pêşkêş dike. Di têkiliyeke wiha de kurd, tevî ku zilm û zorê dibînin jî mecbûr dimînin ku bi baldarî tevbigerin da ku "serdest bêtir hêrs nebe" û "rewş xerabtir nebe." Tam wekî zarokê ku hewl dide dê û bavê xwe yê nexweş biparêze.

Di vê tabloyê de tiştê trawmatîk ne tenê tundûtûjiya ku tê kişandin e; neçarbûna parastin a yê ku tundûtûjiyê bi kar tîne ye ango parastina serdestê xwe ye. Kurd di nav girêdaneke duqat (double bind) de tên girtin: hem zirarê dibînin hem jî ji wan tên xwestin ku yê ku zirarê dide wan biparêzin. Bi vî rengî kirdeya ku tundûtûjî dîtiye neçar dimîne ku barê hestî yê yê ku tundûtûjiyê bi kar tîne jî hilgire. Rageşiya "rewşê xirab neke", "jîngehê sar neke", "serdestê xwe hêrs neke" li pêşiya îtiraz û armanc û mafdariyên rewa derbas dibe ango ji dev heqê xwe berde — heta mirov ji hebûn û xwebûna xwe jî berdikin.

Dêûbavtî di du astan de kar dike: amûrî û hestî (emotional). Di dêûbavtiya hestî de zarok hewl dide tiştekî bike ku rageşiya dêûbav kêm bike, hêrsa wê biqap bike û lawaziya wî hilgire. Evîn ne girêdaneke bêşert e; diçe xelata fonksiyonel. Hêrs, îtiraz û daxwaz wekî gef tên dîtin. Ji bo kurdan jî heman rewş heye: hêrsa wan, îtiraza wan û daxwazên mafdar ên wan wekî tehdîdê bo yekpêkiya serdestan tên pêşkêşkirin. Bi vî rengî kurd fêr dibin ku ji bo "aştiyê" û ji bo ku "rewş xerabtir nebe" divê bêdeng bimînin, îtiraza xwe bitepisînin û xwe kêm û biçûk bixin/bikin.

Tundûtûjiya Nav-lê-danê û Înkara Nasnameya Kurdî

Nav bingeha nasînê ye. Nav ne tenê bangeke; nasîna hebûn û xwebûnê ye. Gava navê zarokekî bi berdewamî şaş tê gotin û zarok xwedî mafê parastinê nebe, ev berbi zexteke giran a derûnî ve diçe. Serdest tam ji vê xalê dest pê dike û dibêje: "Ez ê te pênase bikim. Ez ê diyar bikim ka tu kî yî, tu çi yî."

Têkiliya ku li vir tê avakirin ne meseleyeke hêsan a navdanê ye; têkiliyeke hêzê ye ku li ser pênasekirin û navdanê hatiye ava kirin. Serdest mafê kirdeyê yê pênasekirina xwe jê distîne. Gotina "Tu faris, ereb û tirk î", "Tu kurdê me yê kovî yî" ku bi sedsalan ji bo kurdan re hatiye gotin. Danîna navên farisî, erebî û tirkî li zarokên kurdan; pênasekirina zimanê kurdî ne wekî ziman lê wekî "zaravayeke xerabe" an "zimanê kovitiyê"; û qedexekirina navên kurdî — ev hemû beşên tundûtûjiya navdanê (violence of naming) ne.

Nasname ne ji serpêhatiya kirdeyê ve tê stendin; ji xeyalê hêzê ve tê sepandin. Kirdeyê ku navê wî tê înkarkirin, şaş tê navdan an bi berdewamî ji nû ve tê pênasekirin, mecbûr dimîne ku ji rastiya xwe têkeve şik û gumanê. Ev rewş ne tenê hêrsê çêdike; bi demê re bêçaretî, şerm û dijcivakîbûnê jî çêdike. Ji ber ku takekes êdî ne tenê li ber zextê ye — li ber înkara rastiya xwebûn û hebûna xwe ye.

Tundûtûjiya bêdeng, şopeke kûr û zûr li ser derûn û giyana kurdan dihêle. Tiştê ku navê te, zimanê te û nasnameya te jê distîne, bêyî ku destekî li bedena te bixe, dikare te birîndar bike. Nedîtina vê tundûtûjiyê ji aliyê serdestan ve tê wateya ku ew hatiye normalîzekirin. Di rastiyê de ev yek ji cureyên herî kûr ên tundûtûjiya derûnî û giyanî ye.

Jîngeha Psîkotîk û Xerabkirina Rastiyê

Dewletên serdest kurdên ku bi ya wan nake û li hemberî wan derdike , pirî caran bi çêkirina jîngeha psîkotîk (psychotic environment) hewl didin bandorê li wan bikin û wan pasîv bikin. Jîngeha psîkotîk rewşeke berdewam a ne-aram û dirustiyê ye ku tê de rastî tê berevajîkirin û derûn tê xapandin, sînorên mirov ne-diyar dibin û rastî û derew cihê hev vediguhezin. Di vê hawirdorê de armanc qanihkirin nîne; şikandina hesta rastiya kirdeyê ye — bo wî bike heybereke ji rêzê.

Bifikirin ku mamosteyek di gundekî kurdan de ji zarokên kurdan re dibêje ku bavûkalên wan "xayîn" û "kovî" bûn û loma ‘dewlet’ ji ber vê sedemê neçar bû ku wan bikuje. Piştre dibêje: "zimanê we bê-erz û rêz e; di nav zimanan de cihek bo wê tune ye. Ez ê zimanekî girîng, farisî, erebî, tirkî fêrî we bikim." Ev perwerdehî nîne; êrişeke derûnî û psîkolojîk e. Zarok fêr dibe: Ew bêqîmet e. Zimanê wî/wê bêqîmet e. Çanda wî/wê bêqîmet e. Bavûkalên wî/wê gunehkar in. Hebûna wî/wê problem e.

Ev bergirtina rastiya zarok e. Tiştê ku zarok dizane, dijî, li malê dibihîze, di bedena xwe de hildigire — dîroka wê tê înkarkirin û li şûna wê vebêja hêzê tê danîn. Ji zarok re tê gotin: "Ji hebûn û xwebûna xwe bawer neke, ji bavê xwe bawer neke, ji dapîra xwe bawer neke, ji pêşiyên xwe bawer neke — ji min bawer bike." Rastî ne ji hundurê zarok ve tê pênasekirin; ji derve û bi darê zorê tê sepandin. Di jîngeheke wiha de zarokê ku mezin dibe ne tenê birîndar dibe; fêr dibe ku ji hesta xwebûna xwe, ji dîroka xwe û ji zimanê xwe têkeve şik û gumanê. Û ev şik û guman ji birîneke takekesane derdikeve: dibe trawmayeke ku di navbera nifşan de tê veguheztin — rê li ber veguhastina nifşguhêzî (transgenerational transmission) vedike.

Niha berevajî bifikirin: heke di gundekî farisî, erebî an tirkî de mamosteyekî kurd bi vî rengî behsa wan bike — "Bavûkalên we zalim bûn, dewleta we gunehkar bû, zimanê we bêqîmet bû" — ev ê bibe sedema hêrseke mafdar a aşkere. Lê gava mesele zarokên kurdan in, ev "perwerde" ye, "aqilê dewletê" ye, heta wekî "başî" tê pêşkêşkirin. Ji ber ku serdest dibêje: Ez xurt im. Mafê pênasekirinê li cem min e.

Di vê têkiliya hêzê de cihê hevdilî û empathiyê tune ye. Ji ber ku hevdilî (empathy) hewce dike ku rastiya yê-din bi siruştî û dirustî were girtin. Lê jîngeha psîkotîk armanca xwe dike xerabkirina rastiya yê-din bo ku wî/wê bi dest bixe.

Girêdan wekî Hewcedariya Bingehîn

Girêdan yek ji hewcedariyên herî bingehîn ên mirovan e. Bi cihekî re, bi kesan re girêdayî bûn û hestkirina ku mirov beşeke êl û komê ye — ev hewcedarî wekheviya jiyanê ye wekî xwarin û parastinê. Li gorî Altmeyer (2016), kirdeya giyanî ya mirov li ser têkiliyên ku bi yên-din re ava dike, û veger û rezonansê (resonance) çêdike û bi vî rengî tê şemilandin.

Zarok rasterast hebûn û xwebûna xwe nabîne; bi bertekên ku jê re tê dayîn, bi bersivên ku li hemberê wî tên, hebûn û xwebûna xwe fêr dibe. Hawirdora wî wezîfeya nîşandayîna mirêkkirinê (mirroring) pêşkêşî wî dike. Zanîna "ez ev im" pêşî ji derve tê. Nasname ne ji hundur ve tê avakirin; di nav têkiliyê de tê avakirin. Ji ber vê yekê ne-qebûlkirina kurdîtiyê ne tenê pirsgirêkeke siyasî an çandî ye; bareke derûnî û psîkolojîk a giran e. Tiştê ku li vir tê red û înkarkirin ne daxwazek e; xwebûn û hebûnek e.

Becker, Neuhaus û Paloni (2024) balê dikişînin ser ku birîndariyên herî giran ên têkildarî bi girêdaniyê bi înkara hin girêdaniyan û serpêhatiya nehatina danîna cihê mirov ve girêdayî ne. Di vê çarçoveyê de sê astên qebûlkirinê hene: qebûlkirina hestî (emotional recognition — girêdana hestî, dîtin û biqîmetkirin), qebûlkirina dadî (legal recognition — maf, welatîtiya wekhev û nasîna qanûnî) û qebûlkirina hevpişkiyê (solidarity recognition — bi derdê yên-din derdbêj bûn, karibûna bi wan re sekinînê).

Tiştê ku kurd dixwazin li vir zelal dibe: ne bijartîbûn e, pejirandin e. Qebûlkirina kurdan wekî kurd, nasîna zimanê kurdî wekî ziman û normalkirina kurdîtiyê — ango bûna rewşeke hebûn û xwebûnê ku hewceyê ravekirina berdewam, parastinê û tolhildanê nîne.

Lê pirsiyara rastîn ev e: gava kurd eziya xwe dibêjin, gelo bi vê eziyê re dikevin hevpişkiyê? An qebûlkirin di asta toleranseke dûr û sar de dimîne? Ji ber ku girêdan bi tenê bi gotina "Ez te dinasim" nayê avakirin. Girêdan bi karibûna gotina "Ez bi derdê te re derdbêj dibim" gengaz dibe. Heke evîn, rêz û hevdilî tune be, qebûlkirina qanûnî kêm dimîne; heke qebûlkirina qanûnî tune be, hevpişkî lawaz dibe. Gava yek ji van sê astan kêm be, qebûlkirin têkûz nabe.

Trawmaya Hevbeş û Veguheztina Nifşguhêzî

Becker (2024) bi taybetî balê dikişîne ser ku cezakirina fizîkî û biçûkxistina li ber çavên zarokan cûdahiyên derûnî û psîkolojîk ên giran di navbera wan de çêdike.

Trawma ne tenê bi rûdana ku tê jiyîn ve tê diyarkirin; bi çarçoveya rûdanê, dubarekirina wê, şahidiya wê û veguheztina wê ya di navbera nifşan de tê diyarkirin. Pergalîbûna (systematicity) û berdewamiya tundûtûjiyê, wê ji serpêhatiyeke takekesane derdixe û vedigerîne birîneke hevbeş a derûnî û giyanî.

Ji bo kurdan, tundûtûjî rewşeke tesadûfî nîne ku di dema mezinbûnê de qewimiye; rewşeke bingehîn e ku dîroka dêûbavên wan e. Ev tundûtûjî bi şewitandina gund û bajarên Kurdistanê, bi qedexekirina zimanê kurdî, bi înkara nasnameya kurdî, bi operasyonên leşkerî yên berdewam û bi deq û etîketkirina welatparêzan wekî "terorîst" cih girtiye. Zarokên kurd ne tenê bi êşa xwe mezin dibin; bi trawmaya dêûbavên xwe, bi şîneke ku bê şûn e, bi hêrsa bavê xwe û bi tirsên malê mezin dibin.

Trawma bi vî rengî ji nifşekî bo nifşekî din tê veguheztin. Dema zarokên kurdan fêr dibin ku zimanê xwe veşêrin, hêrsa xwe bitepisînin û ji îtiraza xwe bitirsin, ew ne tenê trawmayê dijîn — ew trawmayê didin nifşê siberojê. Ji ber ku ev fêrbûn ne amadekariya geşedanê ye; amadekariya man û nemanê ye (survival arrangement).

Dîrok wekî Amûreke Rewa-Kirinê

Dîroka ku tê nivîsandin pirî caran ne neynika rastiyê ye; vebêjayeke e ku ji îro bo paşve hatiye avakirin. Li gorî Becker (2024), her vebêja dîrokê hinekî rast e, hinekî jî xeyalî ye. Yên ku dîrokê dinivîsin di çarçoveyeke rewakirin û xweparastinê de dinivîsin. Ji ber vê yekê dîrok ne tenê tomarkirina tiştê ku qewimiye ye; di heman demê de amûreke rewa-kirinê (legitimization tool) ye.

Di vê çarçoveyê de hewldana vegotina rûdanên mîna Dersimê, Qoçgirî an Şêx Seîdê Kal bi awayekî "yek alî" tê vegotin ku armanc ew e ku rastiyê berevajî bike, - nexweşiya dîrokî dûpat bike. Lê têkiliya qebûlker ne bi pakkirina dîrokê gengaz dibe; bi karibûna avakirina têkiliyê bi yê ku nexweşiyê dijî tê.

Mesele ne nûkirina dîrokê ye; pejirandina nasnameya kurdan wekî hebûneke normal, rewa û bê-nîqaş e. Têkiliya qebûlker tam li vir dest pê dike: bêyî ku nasnameya yên-din were sererastkirin, were çewtkirin an bi sînoran were girtin, bi wan re hevrengiya jiyanê bijî.

Hevdilî, Dilsojî û Birîna Rûmetê

Di van şer û dijminatiyên dîrokî de rûmeta kurdan bi awayekî kûr hat birîndarkirin. Li gorî Fleury (2024), gelek rewşên bingehîn ên mirovan bi rûmetê re rasterast têkildar in: mirin, nexweşî, xwendekarî, kar, ziman û çand. Ji bo kurdan bersiva pirsiyara "Rûmeta min tê parastin?" piranî neyînî ye.

Birîna rûmetê şerm, guneh, tirs, birîna narsîsîstîk (narcissistic injury) û hêrsa tûnd çêdike. Asîmetriya hêzê di têkiliya kurd-serdestan de vegotina van hestan û avêtina gavên başkirina rûmetê pir dijwar dike. Lê karibûna parastina rûmeta xwe bi rêjeya karibûna parastin a rûmeta beramberê xwe jî gengaz e. Negirîngkirina rûmeta yên-din mirov bêrûmet dike.

Li gorî Frevert (2013), dilsojî bingeha exlaqê çêdike. Di cîhana modern de dilsojî bûye hevdilî (empathy). Hevdilî ne tenê hevhestî ye; kapasîteya girtina dirust a exlaqî ya eziya yên-din e. Lê dilsojî tiştekî fêrbûyî ye. Kesê ku bi "xerabiya kurdan" û "terorîstiya wan" hat civakîkirin, fêr dibe ku bi kurdan re hevdilî û dilsojî neke. Bi vî awayî wêneyên dijmin ne tenê siyasî, di asta hestî de jî têne navxweyîkirin. Nedilsojî wekî rûmet, hevdilî wekî lawazî tê fêrkirin.

Lê zimanê başbûna civakî ne zimanê hêrsê ye, zimanê hevhestiyê ye. Tiştê ku di têkiliyên ereb, tirk, faris-kurdan de kêm e ev e: ne pêkhevbûna bîrê ye, lê karibûna rawestana di heman hestê de. Karibûna bihîstina eziya kurdan bêyî ku bi eziya xwe re pêşbaziyê bikin, bêyî ku wê biçûk bikin an meşrûyeta wê biguman bikin. Dibe ku tiştê ku em hewcedarê wê ne, razîbûn û kanihkirin e; karibûna şahidiya eziya hevdu ye. Ji ber ku heke dilsojî destpêka exlaqê be, hevdilî dikare bingeha rastîn a hevjiyînê be.

Bawerî wekî Bingeha Hevjiyînê

Bawerî, bi qebûlkirina ku başî di yên-din de jî dikare hebe dest pê dike — ramana ku yên-din jî dikare rast be, dikare cihê xwe bigire. Bawerî krediya civakî ye ku em didin kesê din. Gava ev kredî tu carî nayê dayîn, li şûna têkiliyên xurt rewşeke şik û gumaneke berdewam derbas dibe: bêrûmetî, xeyalên paranoyak (paranoid fantasies), tirs û rageşî. Her têkilî wekî gef, her cudabûn wekî xetere tê jiyîn.

Lê ji bo kurdan mesele ji vê alozîtir e. Ji ber ku serdest ne tenê baweriyê dişkîne; berê bi sedsalan înkar, tundûtûjî û xapandin rewa kiriye. Çawa kurd dikarin bi serdestekî re baweriyê ava bikin ku salan ji wan re gotiye "Hûn tune ne", "Zimanê we tune ye", "Nasnameya we tune ye"? Çawa dikarin bi civakeke baweriyê biparêzin ku bi sedsalan êş û elema wan înkar kiriye, ji wan re şahidiyeke dirust nekiriye?

Di vê rewşê de bawerî ne tenê hewcedariyeke hestî ye; hewcedariyeke siyasî û derûnî ye. Lê bawerî bi gotinê nayê avakirin; bi ezmûn û tecrubeyê tê avakirin. Karibûna qebûlkirina hebûna yên-din ne wekî gef, lê wekî rastiyeke ku bi hev dikare were jiyîn — ev bingeha baweriyê ye.

Encam

Ev dahûrîna derûnkolînerî ya rewşa kurdan li Kurdistanê çend xalên bingehîn eşkere dike.

Yekem: Êş û elem gava bêşahid bimîne dibe trawmayeke hevbeş ku ji nifşekî bo nifşekî din tê veguheztin.

Duyem: Mekanîzmayên berevaniyê yên wekî pêşbirka qurbantiyê ne tenê înkarê zêde dikin, tundûtûjiya bingehîn jî tê veşartin û tepisandin.

Sêyem: Têkiliya serdest-kurdan têkiliyeke ku tê de terora êşê, dêûbavtiya civakî û çêkirina jîngehên psîkotîk bi hev re kar dikin.

Tundûtûjiya navdanê, înkara zimanê kurdî, şikandina nîşandayîna civakî û qedexekirina girêdaniyê — ev hemû ne tenê tundûtûjiyên fizîkî ne; tundûtûjiyên derûnî ne ku şopên berdewam vedihêlin. Zarokên kurdan di jîngeheke psîkotîk de mezin dibin ku tê de ji wan re tê gotin ku rastiya ku ew bi çavan dibînin, bi guhan dibihîzin û di bedena xwe de hîs dikin "rast nîne." Ew fêr dibin ku ji hesta xwe, ji dîroka xwe û ji zimanê xwe têkevin şik û gumanê. Ev fêrbûn ne amadekariya asayî ye; amadekariya bêçaretiyê ye.

Lê di heman demê de ev dahûrîn rê nîşan dide. Rêya derketina ji vê rewşê, ne înkar e — nasîn e. Ne tundûtûjî ye — şahidî ye. Ne berevaniyên îdeolojîk in — hevdilî (empathy) ye.

Tiştê ku kurd dixwazin di heman demê de hêsan û dijwar e: karibûna gotina "Ez Kurd im" bêyî ku were înkarkirin, were şermkirin an wekî gef were dîtin. Karibûna zimanê xwe di cihên giştî de axaftin bêyî cezaxwarinê. Karibûna dîroka xwe bê înkar jiyîn. Karibûna girêdayîbûna cihê xwe bêyî celî û derxistinê.

Ev ne daxwaza bijartîbûnê ye; daxwaza welatîbûna wekhev e. Ne daxwaza înkarkirina yên-din e; daxwaza neyên înkarkirin e. Ne daxwaza parastineke taybetî ye; daxwaza "siruştîbûnê" ye — siruştîbûneke ku hewceyê vegotinê, ravekirinê û poşmaniyê nîne.

Ji perspektîfa derûnkolînerî, çareserkirina vê rewşê bi çend gavên bingehîn ve girêdayî ye: nasîna êş û elema kurdan wekî êş û elemeke rastîn û rewa; rawestandina mekanîzmayên berevaniyê yên wekî pêşbirka qurbantiyê; avakirin a jîngeheke ku zarokên kurd karibin bi rastiya xwe bijîn bêyî ku mecbûr bimînin jê guman bikin; û qebûlkirina kurdîtiyê di wan sê astan de — hestî, dadî û hevpişkiyê.

Lê ji van hemûyan girîngtir, karibûna şahidiyê ye. Şahidî hewcedar e ku mirov karibe bêyî hewlê ku êş û elema kurdan rast bike, bêyî ku bixe nav pêşbaziyê û bêyî ku biçe ber berevaniyê, guh bidê. Şahidî karibûna gotinê ye: "Ez dibihîzim ka tu çi dibêjî. Ez dibînim ka tu çi dijî. Ez qebûl dikim ku ev rastiya te ye." Ev ne înkara rastiya hebûn û xwebûna xwe ye; karibûna girêdana bi rastiya yên-din e.

Di dawiyê de divê ev were zanîn: trawmaya hevbeş a kurdan ne tenê pirsgirêka kurdan e; pirsgirêka hemû civakê ye. Ji ber ku civakek ku li ser înkar, tundî û jinedîtinê hatiye avakirin nikare aştî, aramî an baweriyê biparêze. Civakek ku bi berdewamî li ber nîrê berevaniyê ye û her kesî wekî dijminekî potansiyel dibîne, ne tenê ji yên-din bêzar dibe; ji xwe jî bêzar dibe.

Rêya derketinê ne pakkirina dîrokê ye — rûbirûbûna bi dîrokê ye. Ne înkara êş û elemê ye — nasîna wê ye. Ne berevaniyên îdeolojîk in — hevdilî ye. Ne tundî ye — şahidî ye. Ne înkar e — pejirandin e.

Çavkanî

Altmeyer, M. (2016). In search of resonance: How mental life has changed in modernity. Vandenhoeck & Ruprecht.

Becker, D. (2024). The discomfort in dealing with family and social history: Transgenerational transmission and processing. Psychosozial-Verlag.

Becker, D., Neuhaus, M., & Paloni, S. (2024). Belonging, recognition and processing: A psychoanalytic perspective on collective trauma. Transcript Verlag.

Ferenczi, S. (1933). Confusion of tongues between adults and the child: The language of tenderness and of passion. International Psychoanalytic Press.

Fleury, C. (2024). The clinic of dignity: On the vulnerability of human beings. Suhrkamp.

Frevert, U. (2013). Questions of trust: An obsession of modernity. C.H. Beck.

 

***

Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Narsîzma bindestan; Xwendineke derûnkolorînerî li ser rewşa kurdan

- Bêçaretiya Fêrbûyî û Rewşa Kurdan

- Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e

- Nirxandina Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Komkujiya Robozkî

- Ziman, Derûn, Jiyan

3- Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve 

2- Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî (rêze beşa 2'yan)

1- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî (rêze beşa 1'ê)

- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî

- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî

- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê

- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî

 

Parve Bike

Youtube Me

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

news
  • 27 03 2026

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news
  • 26 03 2026

Binêrin akademîsyenên tirk çi kirin?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Mebûsiya Can Atalay hat betalkirin

ad

Nûbihara 113’an derket

ad

Xêzkarê 'Zagor' Bonelli mir

ad

'Antolojîyê Şîîranê Kirmanckî' veciya

ad

Li Kurt-Kavê hin atolyeyên nû

ad

Tû û mekanê bîrê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 21 salan li weşanxaneyê xwe ye

  • 08 04 2026
news

Mirca Lucescu mir

  • 08 04 2026
news

Festîvala Tiyatro ay Amedî bernamey xwu eşkera kerd

  • 08 04 2026
news

Fîlmekî nû bi kurdî 'Strana Axê' tê nîşandayîn

  • 09 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname