Diyarname
Komek nivîskar û rewşenbîrên kurd daxuyaniyeke nivîskî weşandin û piştgirî dan grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirine.
Daxuyaniya nivîskaran bi vî rengî ye:
EM LI BERXWEDANA GIRTIYAN DERKEVIN DA KU EM BIKARIBIN JI XWE RE BI REHETÎ BIBÊJIN EM MIROV IN
Di 12 Rezberê de Berxwedana Zindanan dest pê kiriye. Ev berxwedan kete roja 42yan. Bi sedan girtî ketine gireva birçîbûnê ya domdar. Berxwedana girtiyan ne ji bo ku mercên zindanan rast bikin, ne ku ji bo mercên jiyana xwe ya ku tê de ne rast bikin. Berxwedana girtiyan ji bo ku li Kurdistan û Tirkiyeyê huzureke domdar û rewşeke aştiyane ava bibe bilind bûye. Berxwedana girtiyan ji bo me, ji bo we, ji bo wan e; ji bo min, ji bo te, ji bo wî/ê ye. Ev berxwedan ji bo me tevan e. Ji bo azadiyê ye, ji bo serxwebûnê ye. Ev berxwedan ji bo tekoşîna şoreşgerî ya Kurdistan û Tirkiyeyê ye.
Sibê Cejna Qurbanê dest pê dike. Dibe ku di vê Cejna Qurbanê de ev mirovên me, ev hevalên me, ev xwişk û birayên me bibin qurban. Em wekî nivîskar û rewşenbîrên Kurd naxwazin van hevalên me, van xwişk û birayên me bibin qurban.
Em daxwaz û xwestekên van hevalên xwe par ve dikin, em jî dibêjin ku van hevalên me di berxwedana xwe de heta dawiyê mafdar in û em li hinda wan in. Em bi wan re ne. Li hember vê yekê tenê tiştek dimîne; ew jî em tev bi hev re hewl bidin ku em van hevalên xwe ji qurbanîbûnê xilas bikin. Ango em hêza xwe tevlî hêza wan bikin.
Nivîskar, rewşenbîr, parlamenter, şaredar û hemû siyasetmedar û tekoşerên baş hem li hundir in hem li derve ne. Di heman mercî de ne. Ji xwe li Tirkiyeyê “derve” û “hundir” nemaye. Tirkiye buye zindaneke gewre. Ji ber wê em jî li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin.
Bêdeng mayîn xiyaneta li hember xwe ye! Bêdengî mirin e! Bêdengî kuştina dahatuyê ye! Em li xwe û li heval û hogir û xwişk û birayên xwe xwedî derkevin!
Em wekî nivîskar û rewşenbîr li berxwedana wan xwedî derkevin da ku em ji xew re bi rehetî bibêjin em mirov in!
Em wekî nivîskar û rewşenbîrên Kurd dibêjin ku; di gavek zûtir çareserî neyê dîtin, ji bo piştgiriya girtiyên ku gihîştine sînorê mirinê em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin.
REWŞENBÎR Û NIVÎSKARÊN KURD ÊN KU ÎMZE DANE
1. Abdullah DEMÎRBAŞ [Nivîskar]
2. Adil ERCAN [Nivîskar]
3. Adil ZOZANÎ [Nivîskar Parlamenter]
4. Amed Çeko JIYAN [Nivîskar]
5. Aydin ALP [Nivîskar]
6. Azad ZAL [Nivîskar û weşangerê Kurd]
7. Brahîm RONÎZER [Nivîskar]
8. Çîdem BARAN [Nivîskar]
9. Cîhan YILDIRIM [Nivîskar]
10. Çiya MAZÎ [Nivîskar]
11. Dilawer ZERAQ [Nivîskar]
12. Edîp POLAT [Nivîskar]
13. Enîse ÇAGER [Nivîskar]
14. Eyyup GUVEN [Nivîskar]
15. Fadil BEDIRXANOGLU [Nivîskar]
16. Fatma SAVCI [Nivîskar]
17. Felat OZSOY [Nivîskar]
18. Feratê DENGIZÎ [Nivîskar û Berpirsê Kovara W]
19. Îlhamî SÎDAR [Nivîskar]
20. Îrfan BABAOGLU [Nivîskar û Weşanger]
21. Îsmaîl DÎNDAR [Nivîskar]
22. Kawa NEMIR [Helbestvan û Nivîskar]
23. Lal LALEŞ [Nivîskar û Weşanger]
24. Lokman AYEBE [Nivîskar]
25. Mehdî TANRIKULU [Weşanger]
26. Mehmet ÇAKMAK [Nivîskar]
27. Mehmet DEVÎREN[Cîgirê Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd]
28. Mehmet RONAHÎ [Nivîskar û weşanger]
29. Mehmet ŞAHÎN [Nivîskar]
30. Mehmet YILMAZ [Perwerdekar û Nivîskar]
31. Mem BAWER [Nivîskar]
32. Mem MÎRXAN [Nivîskar]
33. Mîran JANBAR [Nivîskar]
34. Omer DILSOZ [Nivîskar]
35. Osman OZÇELÎK [Nivîskar, Endamê Rêveberiyê yê KCD'ê]
36. Ozgur TUZUN [Nivîskar]
37. Rêdûr DÎCLE [Nivîskar]
38. Reyhan SARHAN [Nivîskar]
39. Rizoyê XERZÎ [Nivîskar]
40. Rodî ZINAR [Nivîskar]
41. Rojîn ZARG [Nivîskar]
42. Ronî WAR [Nivîskar]
43. Samî TAN [Nivîskar, Serokê berê yê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê]
44. Sedat YURTTAŞ [Nivîskar]
45. Şener OZMEN [Nivîskar - Hunermend]
46. Şengul OGUR [Nivîskar]
47. Şêxmûs Sefer [Helbestvan, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd]
48. Sîdar JÎR [Nivîskar]
49. Sîpan XIZAN [Nivîskar]
50. Zana FARQÎNÎ [Nivîskar, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê]
51. Zaza CEBELÎ [Nivîskar]
52. Zulkîf KIŞANAK [Nivîskar]
***
Nûçeyên eleqedar:
- Li Ewropayê çalakiyên piştgiriyê
- Bajar bi bajar çalakiyên ji bo grevê
- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne
- 41 roj in greva birçîbûnê didome
- Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê
- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê
- 36 roj in girtî di grevê de ne


