logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Li gorî zanista nîşaneyan û bi metoda Greimas analîza ‘Director’

  • Dîrok: 20/03/2025
  • Beş: Serbest

 

___Elif Şekerci___

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Zagrosê heya dawiya reşemî li ser platforma onlinê ji bo temaşevanên fîlmhez bi filmên cur be cur hebû. Yek ji wan cureyên ku di festîvalê de cih digirt, kurtefilmekî ji rojhilatê Kurdistanê bû. Filmê bi navê “Director” bi destê Azad Jafarpour û Morad Haghparast hatiye kişandin. Ev film di nêrîna ewil de wekî ku ji tewqekê hatiye avakirin xuya dike, lê bi nêrineke kûrtir mirov dibîne ku di nava xwe de tenê tewqekê nahewirîne. Ji tewqa yekem dest pê dike lê paşê bi wateyên kûrtir dor bi dor, tebeqe bi tebeqe tê avakirin.

Greimas, di zanista nîşaneyan de ji bo bicihkirina maneyan, pênaseyên tebeqeya rabêjîyê, semîyotîka rabêjiyê û avasazîya kûr danîne.

Tebeqeya rabêjiyê: Wekî formeke dîtbar di çîrokê yan jî wêneyê de tê xuyakirin. Wekî mînak; di fîlmekî de di tebeqeya rabêjiyê de şerê gulan xuya dibe, lê di avasaziya kûr de serketina aştiyê heye.

Semiyotîka rabêjîyê: Bi vê tebeqeyê dîagrama karakterên kurtefilmî tê nîşandan.                                                                                                                                       

Avasazîya kûr: Di vê beşê de mekanîzmayên maneyî yên bingehîn û razber, şemayên çalakîyê (modela aktantî) û dijberiya bingehîn hene.

Di her qada hunerê de ji bo afirandinê, hêmana herî girîng fikrekî resen e. Ev fikr, berhema ku tê afirandin ji berhemên din cuda dike û wê berhemê di çavkaniya hunerê de dike mînakeke resen. Çawa ku Shakespeare bê zeman û bê mekân bûye, fikrekî resen jî berhemekê dixe wê qadê. Di fîlmê “Director” de fikir ev e ku resenbûyîna vî fîlmî ava dike: Têkoşîna fikir û astengiyên li hember fikirî.

Mirov her roj, her hefte û her sal ji bo jiyaneke jiyînbar ava bike hewl dide û fikrên nûjên, fikrên li gorî kesayeta xwe derdixe holê, lê şert û mercên jiyanê ku mirov xistine nav lepên xwe, kujerên fikrên azadiyê ne. Mirovê/a ku di nav lepên jiyanê de ye hingî ku ji ronahiyê kêm dimîne êdî nikare bi çavên azad li cihanê binêre. Ew kesa/ê ku bindest e hingî ku bê ronahî dimîne fêrî tariyê dibe. Dev ji fikrên xwe yên tijîhêz û azad ber dide, dest bi jiyaneke vik û vala dike. Wê demê jiyan wî/ê mirovî/ê serbest dihêle, ji ber ku êdi dizane bindestekî/e sadiq qezenc kiriye.


Di “Directorî” de tebeqeya rabêjîyê: Karakterên filmî, Mekân û Dem

Di tebeqeya rabêjiyê de wateya serveyî: Hunermend her dem ji bo berhemekê biafirîne şer dike û her dem astengî derdikevin hemberî wî/ê.

Karakter, derhêner, dengsaz, kameravan

Form: Bi cilên qehweyî û di heman formê de ne.                  

Wateya wekhevî: Derhênerên kurtefilmê Directorê bi vê awayê vê mesajê dide me: Em li hemberî dijwariyên jîyanê û zordarîyên sîstemê, di heman rewşê de ne.

Dem

-Nava rojê

Form: Rojeke biewr, nîvtarî û gewr.

Wateya demê: Bi gewrbûn û tarîbûnê atmosfereke bêhêvî û dijwar tê nîşandan.

Mekan / Cih

-Du gerstêrk

Form: Her du gerestêrk jî gewr û ziwa ne.

Wateya Mekanê: Ev wate tê dayîn ku divê em ji vê welatê êşê derkevin û biçin.

Di Kurtefilmê de Avakirina Semiyotîka Rabêjiyê

Şandyar: Derhêner, listikvanên din. (Fikr bi destê wan tê şandin)

Kirde: Derhêner (Derhêner di filmî de hêmanê sereke ye.)

Bireser: Azadî / Fikrên xwe yên resen (Bingeha textê)

Şandbar: Gelên cihanê, mirovên din.

Alîkar: Lîstikvanên din, alîgirên derhenêr (Ji bo gihîştina armanca karakterê alîgir in)

Astengker: Tîr, gule, tîrêj (şer, li dijî hewldanên karakter)

 

Di Avasaziya Kûr de Dijberiya Bingehîn: Fikr / Jîyan:

Fikr / jiyan (Mirov / Derfet an Mirov / Sîstem an Mirovên Bindest / Faşîzm) di kurtefilmî de avasaziya kûr ava dike. Karektera filmê derhêner ji hinava xwe kevokan derdixe. Ev kevokên spî yên ku dişibin kaxizê û ser wan bi nivîs hatine xêzkirin, fikrên li hemberî jiyanê temsil dikin, fikrên nûjen in. Derhêner mirovên aştîxwaz û mirovên ku fikrên resen derdixin holê nîşan dide.

Derhêner her carê serê xwe ji laşê xwe vediqetîne û kevokeke spî ji laşê xwe derdixe. Ew kevok fikrê azadiyê, fikrekî resen e. Piştî ku ew kevok ji laşê xwe derdixe bi destê alîkarên derhêner ve – Lîstikvaneke din, alîgirên teknîkê- tê azadkirin. Kevok demek li nav ezman difire lê nikare zêde dûr bikeve. Tîrekê tê lê dikeve û dixe erdê. Cara ewil derhêner û alîgir heyirî dimînin lê derhêner dev ji fikrên xwe bernade. Dîsa serê xwe ji laşê xwe vediqetîne û kevoka xwe derdixe dide listikvanê din û dîsa heman tişt diqewime lê vê carê bi guleyê. Cara sêyem jî kevok bi guleyê birîndar dibe lê nakeve. Paşê tîrêjeke bihêz tê ser kevokê û kevok winda dibe. Em dibînin ku dijmin her ku diçe bihêztir dibe lê li hemberî hêzên dijmin êdî kevok jî bihêztir bûye. Ev pêvajo heşt caran heya ku derhêner dikeve forma kevokê didome (Em vê pêvajoyê sê caran dibînin lê bi saya aksesûaran dizanin ku heşt car qewimî ye). Kevok- derhêner- vê neqlê jî tîrekê dixwe, tê gulekirin, tîrêj li ser derbas dibin lê nakeve. Li nav ezmanan winda dibe û alîgirên teknîkê jî wî dikşînin. Kevok êdî nakeve ji ber ku li hemberî dijmin ji dijmin bihêztir bûye. Em di vî kurtefîlmî de bi dijberiya derhêner- kevok / tîr, gule,tîrê; têkoşîna mirov / fikir û di vê têkoşînê de dijminên li hemberî vê têkoşînê dibînin.

Em li gorî zanista nîşaneyan û bi azîneya Greimas, di analîzkirina filmê “Director” de dibînin ku ev fîlm di nava xwe de çend tewqan dihewirîne û ji bo analîzkirinê mînakeke resen e. Ev fîlm serkeftina fikr û azadiyê ye.

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

news
  • 20 08 2026

Ji gelek aliyan ve Dêrika Çiyayê Mazî

news
  • 17 08 2026

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan

news
  • 16 08 2026

Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan

news
  • 13 08 2026

NÎVGAV

news
  • 05 08 2026

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Li Kolnê paneleke li ser ziman li dar dikeve

ad

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

ad

Nameyeke vekirî bo Wezîrê Perwerdeyê Dilşad Ebdurehman

ad

Îstatîstîkek balkêş: Herî zêde jin pirtûkan dikirin

ad

Festîvalê bi merasimekê deriyê xwe vekir

ad

Di Roja Nivîskarên Girtî de çalakiyeke ji bo wan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname