logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Li Ser ‘Rêyeke Nû’ Lêgerîna Rêçên ‘Rû û Kûr’

Rexneyek li pirtûka ‘Rû û Kûr’... Kesek çawa dikare çîrokên gelêrî bike yên xwe...

  • Dîrok: 17/10/2018
  • Beş: Serbest

Şêxo Fîlîk

Çîroka mînîmal di nav tora edebiyata hemû netewan de çiqas xwediyê cihê balkêşiyê be ew qas jî cihê nîqaşê ye. Çima ku li ezmanê edebiyata me jî çîroka mînîmal stêrkeke geş bû, çendek berê min dil kir ku li ser çîroka mînîmal gotarekê binivîsim û li ser çend çîrokên mînîmal dahûrandineke ontolojik bikim. 

Lowma dema min bihîst ku ‘Rû û Kûr’ jî dosyeyeke mînîmal e, bi armanca ku çîrokeke wê jî dahûrînim û bikim parçeyekî gotarê, min hema navê wê li ba xwe, li listeya ‘pirtûkên divê bên xwendin’ nivîsand. Bi vî hawî him gotar wê pê dewlemend bibûya him jî minê ser navê xwe  ‘xêrhatinek’ li nivîskarekî tirk ku piştî temenekî navsale derî li ser edebiyata zimanê xwe yê zikmakî vedikir bikira. Lê piştî ku min dest bi xwendina pirtûkê kir, pirtûkê înyad kir ku bi tena serê xwe bibe mijara gotarekê. Ew ket serê min jî ku pirtûk bi tena serê xwe bibe mijara gotareke xweser. Lewre beriya ku pirtûk ji hêla teknîka ku pê hatiye nivîsîn were nirxandin, divê pêşî çend meseleyên dîtir zelal bibûna. 

Nivîsên danasînê yên li ser berga pişt pirtûkan ji pesinandin û werimandinekê wêdetir ne tiştek e. Lowma divê ji xwendevên re nebin referansa kirîn û nekirîn, xwendin û nexwendina pirtûkê. Tevî ku haya min ji vê hebû dîsa jî wekî ku ji min re bûye xisletekî xirab, bêyî hemd bala min çû ser nivîsa berga pişt. Hinekî jî bi bêzariya ku ezê dîsa heman hevokên klîşe (kitêbeke din li kitêbxaneya kurdî zêde bû) yên weşanxaneyan li ser berga pirtûkê bibînim min pirtûk çerx kir. Mam şaş!  Vê carê ew hevoka mîna tîpên antîpatik ku meriv dihere ku derê ew jî li wir e na, lê tiştine din ên xweşik û xemilokî nivîsandibûn; “Paul Auster dibêje, ‘tenê kesa/kesê dikare çîrokekê vebêje çîrokekê dijî.’ Çîrokên mînîmal ên Alî Duran Topuz ji nava vê zanînê olan didin. Hûr dibin, gir dibin, li mêrgên qeşimî germ divenişin.” Nivîs bi vî hawî didomiya û bi heman tewrî dipesand û diwerimand pirtûk û nivîskarê wê. Ji ber ku -wekî ku li jorê jî hatiye gotin- yekane sebeba hebûna van nivîsan jixwe pesinandin û werimandin e, heta vê derê problemekê xuya nedikir. Lê ber bi dawiyê ve hevokeke ku ji pesinandin û werimandinê vediqete û bêhtir wekî îdîayeke têra xwe heyî bejin dida; “rêyeke nû ye di çîroknûsiya Kurdî de…” Belkî jî ev gotin bû, ya ku nehişt ez li cihê xwe bitebitim û bi bayê bezê berê min daye ciyekî xewle ku dest bi xwendinê bikim. Lewre wisa xuya bû wê çûna min a malê bi derengî keta û kurm di mêjiyê min de dixilxilîn; heqet çi ye gelo ew rêya nû? Ew rêya nû ku ji klasîkên kurd heta Hawarê, ji Hawarê heta Nifşê Rewşenê û ji Rewşenê heta roja îro tu nivîskarekî kurd bîr nebirî û birêz Topuz pê rabûyî? Digel ku a niha pirtûk qediyaye, hê jî tênegihîştime û bi dilekî pak û paqij dipirsim; heqet çi ye gelo ew rêya nû?

Ez hê mîna gêjgeleyan li sikakên paytexta hêviyên xopan li bersiva vê pirsê digeriyam ku birêz Zinarê Xamo mîna Xizir xwe gihand hawara min (2); “Cara Pêşî ye çîrokên wiha kin dibînim û jê tahm û lezeteke mezin digrim. Ne di kurdî de, ne di tirkî de û ne jî di swêdî de min tu carî çîrokên hewqasî kin, lê bi qasî wê jî xweş, manîdar nedîtiye. Ev, di çîrokbêjiyê de stîleke nuh e. Di qada çîrokê de ev stîl hêjaye bibe ekol(…) Mayakovskî jî bi stîla xwe şopek nuh vekiribû û ji bo gelek şairan bûbû rêber û numûne. Stîla Alî Dûran Topuz jî tiştekî nuh e.” 

Her çiqas nivîsa li ser bergê ew ‘rêya nû’ bi kurdî dorsînor kiribe jî nebe ku bersiva pirsa min (çi ye gelo rêya nû) gotara Xamo ku ‘Rû û Kûr’ di dinyayê de wekî ‘rêyeke nû’ nîşan dide bi xwe be? Haya min ji dinyayê tune lê heke ji ‘rêya nû’ qesta berga pirtûkê -wekî ku birêz Xamo îdîa dike- di kurdî de ceribandina çîroka mînîmal be, bersiva vê bi herkesî ve eyan e; di kurdî de çîroka mînîmal ne rêyeke nû ye. Hema çend navên ku tên bîra min (3); Lokman Ayebe (4) di Kovara W de carinan çîrokên mînîmal ên têra xwe jidiyayî dinivîsandin, berhema Weysel Tirpan a bi navê Lîlav (5) bi temamî ji çîrokên mînîmal pêk tê, Îrfan Amîda di Şopa Neşûştî (6) de bi wê zimanê xwe yê têr hêmayî beşek ji çîrokên mînîmal re jî veqetandiye, Kovan Baqî hem di Kovara W (7) de, hem jî di pirtûka xwe ya bi navê Bêexlaq (8) de cih daye çend çîrokên mînîmal ku meriv di her hevokekê de vediciqîne. Heta çend çîrokên Bajar Mîrzeman (9) û yên Berfo Barî (10) jî -bi ya min- dikevin nav sînorên mînîmalê. Lowma ne mimkûn e ku weşanxaneyê xwestibe bibêje ‘destpêkerê çîroka mînîmal a kurdî.’ Teqez tiştekî din e ev rêya ku Topuz li çîroknûsiya kurdî zêde kirî, lê çi?

Heke mesele berhevkirina çîrokên gelêrî û bi vî awayî parastina devoka Qoçkirî be, ezê bikim ku bejna xwe li ber vê xemxuriyê bitewînim lê arîşeyeke din a muhîm nahêle; berhevkarî nakeve qada edebiyata modern û lowma wê tiştek (di vî warî de) li çîroknûsiya kurdî zêde nekiribe. Hebe nebe wê karekî berhevkariyê hatibe kirin ku ev ji aliyê zexmetkêşî û xemxuriyê ve sê-çar qatan ji çîroknûsiyê çêtir e. Lê problem ew e ku berhevkarî jî di kurdî de ne ‘rêyeke nû’ ye û bi ser de di pirtûkê de peyva ‘berhevkirinê’ qet derbas nabe.

Belkî jî ‘çîrokên gelêrî bi vegotineke modern nivîsandin’ be ji ‘rêya nû’ qest. Vê carê ev pirs li ber pozê meriv bel dibin; 1. Nexwe ka pêşgotinek? Ka ravekirinek, destnîşankirinek? Bêyî ku pêşgotinek li ser bê nivîsandin an jî bêyî ku bê destnîşankirin ku bingeha van çîrokan xwe dispêre meselokên gelêrî, li ser navê xwe weşandin li ku dera dinyayê heye? Ev yek. Ya diduyan, ‘Ardû’ya Hesenê Metê (11) jî ji çîrokên gelêrî pêk tê û Hesenê Metê jî bi vegotineke modern nivîsiye û çap kiriye. Li ser bergê jî “Ji kurteçîrokên gelêrî, Nivîsende; Hesenê Metê” nivîsandiye. Negotiye ‘berhevkar’ jî negotiye ‘nivîskar’ jî, peyva ‘nivîsende’ li gor şert û derfetên wê demê guncaw dîtiye û ev nav li karê ku kiriye daniye. Hem destnişan kiriye ku ev çîrok çîrokên gelêrî ne, hem jî li ber navê xwe ‘nivîsende’ nivîsandiye. Ev jî têrê nekiriye pêşgotinek li ser nivîsandiye ku ev ne malê wî bi xwe ne lê milkê bav û kalan e. Topuzê ku xwe wekî ‘berhevkar’ nabîne an jî weşanxaneya ku berê jî jixwe berhemeke vî tewrî çap kirî -Ardû jî ji weşanxaneya Avesta derketiye- gelo çima hewce bi vê nedîtine? Bi qasî ku ji kurtejiyanê pê dihesim Topuz ne kesekî dûrî edebiyat û nivîsandinê jî…

Armanc ne ew e ku kesek, hinek bi tiştinan werin îtham kirin. Belkî egereke maqûl a van hemû pirsan hebe lê em nizanibin. Jixwe pirsîn jî ji ber wê nezanînê ye. Wekî xwendevan û xemxurekî edebiyata kurdî divê heqê me yê pirsîna van pirsan hebe. 

Ji ber ku pêşgotinek an jî destnîşankirinek tune em van çîrokan wekî ku yê birêz Topuz in qebûl dikin. Lê balkêş e -hûnê li jêr mînakan bibînin-  hema hema hemû çîrokên ‘Rû û Kûr’ jî dişibin meselokên ku di nav civatan de tên gotin. Bêhna çîrok/meselok/çîrçîrok/klamên gelêrî ji hemû çîrokan tê û dîsa ecêb e ji wan hinek li herêma me hê jî tên gotin û tên zanîn. Sermeseleyê çîroka bi navê ‘Xengên Mirinê.’ Çîrok bi vî hawî ye;

(Ji ber ku bi devoka Qoçkirî ye, îhtîmala ku wê hin peyv neyên fêhm kirin, min di nava kevanekê de wateya wê ya berbelavtir nivîsandiye. Ango peyvên di nava kevanekê de min lê zêde kirine ku peyva devokî rave dike)

Xengên (xweng, xwîşk) Mirinê

Gotin, Şahsenemê ne zav-zêçên (zarûzêç) xwe nas kirin ne mêrê xwe, caran wer dibû? Gotin Şahsenem gotiye, “Law û qîz ji pişt. Mêr ji xelkê. Ez ê çitan (çawa) bibînim carek din birayê xwe?”(R.79)

Kesekî ku vê meselokê nizanibe, ne mimkûn e ku tiştekî jê fêhm bike û zanibe ka li vê çîrokê çi serêşan e. Ev meselok li ba me (herêma Semsûrê) jî heye û hê jî wexta ku şor tê ser şorê, tê gotin. Meselok bi kurtahî wiha ye; Dibê rokê paşakî zalim kula reş pê de hatiye. Çûye cem remildar, remildêr gotiye dermanê vê kulê mêjiyê mêran e. Divê tu mêjiyê mêr (an jî lawekî) bi kula xwe bidî. Rabûye vî zalimî ferman derxistiye ku çiqas mêr/law hebin derxin hafa wî. ‘An na’ gotiye paşa ji eskerên xwe re ‘di şûna wan de ezê mêjiyê we derxim’ Esker çûne û bi nav malan ketine. Çûne li kîjan deriyî xistine mêr tune. A soxî çûne ber deriyekî ku jinek, mêrê jinikê, birayê jinikê ku wê şevê hatiye mêvandariya wan û lawê jinikê yê sê salî li ser şîvê ne. Ji jinikê re qala meseleyê kirine. Jixwe jinikê berê zalimtiya paşa dizanibûye, lowma hewce nekiriye jê re bibêjin ‘heke tu li ber xwe bidî….’ Zaniye ku xelasî tune, xwe avêtiye bextê eskeran û gotiye ‘nêzikî birayê min nedin wekî din tiştekî ji we naxwazim.’ Gundî şaş maye. Gotine keçê te mêjiyê xwe çeliqandiye çi, wer dibe qey? ‘Na’ gotiye. ‘Mêr xelk e dawiya dawî. Û ez dikarim mêrekî xwe yê din bikim, ku min mêr kir zarokên min jî wê jê çêbibin. Lê ezê jixwe re birayekî din ji ku bibînim careke din?’ (Çavkanî; Xana Qelender, Gundê Qirxiliyê, Semsûr)

Pirs ev in; ı. nivîskêr çi li vê meselokê zêde kiriye ku ev xebat ji berhevkariyê derkeve û bibe berhemeke modern a aîdê nivîskêr? Çima navê wê nebûye xebateke berhevkariyê lê bûye çîroknûsiya modern? Ku tiştek lê zêde kiribûya jî ma nediviyabû ev bi awayekî bihata destnîşankirin, bihata daxuyandin? Ev xemsarî wê bi çi navî were pênasekirin? Pênaseya Osman Sebrî tê bîra min ji nişke ve; dizê rezê xwe! Jixwe hûn jî pê dizanin Apê Osman ê gorbihûşt yekî çiqas şorçort e, lowma em hinekî binermijînin û wekî xelkê jê re ‘întihal’ bibêjin. Ev peyva tehmsar min her bi berhemên nivîskî bihîstiye; Filankeso ji pirtûka bêvankeso întihal kiriye, dibêjin. Lê meselok/klam/stran/gotinên pêşiyan… kelepora devkî bêyî çavkanî, bêyî pêşgotin û hwd weşandin dikeve çi kategoriyê ez bi xwe nizanim. Di dinyayê de mînakeke wiha heye an tune ji wê jî ne agahdar im. Tenê, mîna xewnên şevan tê bîra min, carekê digotin Sheaksparê navdar jî hin meselokên gelêrî wekî ku malê wî bi xwe bin li ser navê xwe çap kirine. Xwedê zane afirînerê berhema navdar Harry Potter birêz Joanne Kathleen jî hebû. Wê jî bêyî destnîşankirin romana xwe spartiye çîrokeke gelêrî ya bi navê ‘Kasika Pîroz/Kutsal Kâse.’ Xêr û guneh li stûyê yê gotî, haya min ji van tune lowma jî ji bo Topuz ezê pênaseyekê nekim, nikarim bikim. Ev yek bû.

ıı. Kanî kirasê wê yê modern? Şilfûtazî naxuye ku meselokeke gelêrî ye?

ııı. Di vê çîrokê de rêya nû çi ye?   

Çîroka din; Genim û Biratî, navê çîrokê ev e û bi vî tewrî ye çîrok;

Du bira li ser xonçê (masaya biçûk a xwarinê) seba parikî goşt bi hev ketin. Dapîr gêşt (gêhişt) wan ew li hev hanîn. Paşê ji futeya xwe kîsikek derxist, ji kîsik jî hebik genim vavêrt û girt kefa destê xwe, nîşanî zaran da û got; “Ka win (hûn) rind sêrê bikin (lê seyr bikin, lê binêrin), li ser vî hebî mora Xadê (xwedê) heye.  Xadê gotiye her nîvik (nîvek) ya xeng (xwîşk, xweh) û birayikî ye. (R.90) 

Ev jî çîrokeke mîtolojîk a kurdan e. Li herêmên din ên kurdan heye tune nizanim lê li ba me, di nav kurdên elewî (qizilbaş) de meselokeke mitolojik ê berbelav e ev. Seba ku heba genim ji du nîvan pêk tê û her du nîv jî bi qasî hev in, wekî hev in, kurdan ev xisûsiyeta heba gênim, wekî nîşeneya wekheviya xwişk û birayan, wekî parvekirina bi heq a di navbera xwişk û birayan de şîrove kirine. Wekî mîtolojiya Pepûgê, ya sêvê ku li ser Feqiyê Teyran tê gotin an jî ya Sîmurgê ev jî mîtolojiya gênim e.

Di nava nivîsekê de heke hewce pê hebe, jê çêtir tune ku meriv bi gotineke pêşiyan bandora gotina xwe zêde bike. Lê gotineke pêşiyan bi serê xwe dibe çîrokeke mînîmal?

Ruqa dîn got

Rok tê dew dibî çurtan, caw dibî kutan, şerm dibî şerma camêran, eyb rûdinî serkoşeya dîwanan. Bi hîmmeta Xadê ezê neminim wê royê. (R.81)

Li herêma me jî wexta ku yek edetekê xira dike, qaîdeyeke ku civak wê wekî ‘tabû’ dibîne bin pê dike ev gotina pêşiyan tê gotin. Sermeselê wexta ku keçikek li derve, li ba xelkê bi dergistiyê xwe re pir zêde eleqedar bibe, pê re bikene, biaxive jinek hema berê xwe ji wê ‘şermê’ diguhere û di ber xwe de dimilmilîne “Neheq negotine; Ro’kê were dewê bibe çirtan, paçê bibe kitan, şermê rûne serkoşeya cimatan, şanê em nemînim li wan royan.” 

Çend çîrokên din ên bi vî tewrî jî hene lê dem û derfet rê nade ku em li ser hemû çîrokan yeko yeko bisekinin. Lowma em jî berê xwe biguherin.

Heta vê derê tiştên ku hatin gotin di derheq isûla pirtûkê de bûn, em hinekî berê xwe bidin naverokê; Çend xisûsiyetên qarekterîstîk a çîroka mînîmal hene. Ji wan a herî bingehîn jî ew e ku çîrok xwedî vegotineke tîr be. Ango ya ku çîroka mînîmal heyî dike vegotin û wateya wê ya tîr û kûr e. Di vê pevgirêdanê de çend çîrokan dinivîsim, nirxandinê bila herkes bi xwe bike. Ji ber ku pîvana ‘tîr’bûna herkesî dibe ku ne mîna hev be.

Nifira Ap Nîhat

Ap Nîhat goşt nedixwar. Kar û berxan re, têr û turan (teyr û tilûr) re heval bû. Gund vê re heng dikir (gundiyê henek pê dikirin), tu merû yî (meriv) an mî yî? Wî qe dilê xwe teng nedikir, digo, “yê we can e yê wan can nîn e, xwezî ez jî wek mî û bizinan bêgune bûma.” 

Bav û apê wî carekî bi zorê mirîşkek şerjêkirin danê. Got “li vê dinê ez xatirê we naffirînim (we naşkînim), lê win (hûn) ku hatin cenemê (cehenemê) ezê guneyê (gunehê) vê mirîşkê li wistiyê (stûyê) we herduyan darda kim.” (R.66)

Stembol

Şeş mehan ma û vegerî, “min zanî stembol çi ye” got, “merû (meriv) pirr e merûtî (mirovahî) tune.” (R.69) 

Dapîra Resûl got

Herkes dimirî lê wek nanê ser sêlê cîger tê patine sebeba gêncan.(R.64) 

Xebera Alişan Beg

Xeber gêşt gundan ku Alişan Beg li Macîran (Îmranlı, qezeya sêwasê) hatiye kûştin. Zûrzûr ket nav çiya û goman. Mora mirinê ket hemû devan. Piştî bêdengiyek dirêj Pîra Zerbo serê xwe rakir û got; “Hêfa Qoçgirî, kî ma ku tora Alîşan Begê bide caba hikûmatê” (R.82)

Di vê pevgirêdanê de binêrin; Qere Ferro (R.16), Rabergerîna birakujek (R.18), Dilê Cano Beg (R.19), Huliya girtî (R.21), Tîfo dergîst (R.22), Pirsê bûdelakî (R.24), Mar û hesp (R.29), (…)  

Hin çîrok ji aliyê teknîkê ve jî seqet in. Li ser navê hemûyan yek; Di çîrokê de xwarzî û birazî li hev şaş dibin. Çîrok ev e;

Pilaqên keko û dilê xwarzî

(Çîrok bi kurtahî wiha dest pê dike; Keko ji Stenbolê tê ku hûr-mûrin bi xwe re anîye û tê de pîqabek û du sê pilaq jî hene)

Sibekî (sibehekê) xwarzî du pilaqên Keko firrandin. Dê ku du şamarên kevirîn lêxistin, Keko ket hundir. Du pilaqên din dan dest lîwik (lêwik) û got, “jina birayê min, wî dudu firrandin ez çaran dikirim” te çima biraziyê min girî xist? (R.50)

Bala xwe bidin peyvên tarî û binxêzkirî. Di serenavê de ‘xwarzî’ ye. Paşê Keko ji diya lêwik re dibêje ‘jina birayê min.’ Û dû re lawik dibe ‘birazî.’ Ku lawik ne ji têkiliyeke ensest be, (birayê Keko û xwişka Keko bi hev re nezewicîbin) ev ne mimkûn e. Yan nivîskar xwestiye mesajeke sublîmînal bide, yan pir di bin bandora Elif Şafakê de maye, yan çîrokeke pir kûr e û feraseta min tênegêhêştiye, yan jî çîrok seqet e.

Li min meraq e;

1- Heke ev dosya bi tirkî bihata pêşiya birêz Topuz (weşandin li dera hanê) wê ev pirtûk bixwenda?

2- Ji giregirên edebiyata kurdî ku heta niha bi du gotinên ‘ne ji dil be jî’ dilê nivîskarekî kurd xweş nekirine bigire, heta siyasetmedarên kurd ku haya me jê tune bû ku vî çendî kurdî dixwînin û şopînerên edebiyata kurdî ne, çima ev berhem ew qas pesandin û kirin ku bigêhînin ezmanê heftan? Çi dihat xelatkirin?

 ‘Rêya nû’ li ‘Rû û Kûr’ û ‘Rû û Kûr’ jî li me hemûyan bimbarek be. Aqûbeta Harry Potter û Sheaskpare lê be. 

1. Ji bo pirtûka ‘Rû û Kûr’ bnr; Ali Duran Topuz, Rû û Kûr, Avesta, 2018

2. Ji bo gotara Zinarê Xamo bnr; (http://zinarexamo.blogspot.com/2018/10/cirok-kin-in-le-tisten-dibejin-pir-kur.html#more)

3. Bêguman yên ku beriya van navan û piştî van navan çîrokên mînîmal weşandine jî wê hebin. Navên ku hatine nivîsandin tenê yên ku haya min jê heye, yên ku min xwendine. 

4. Ji bo Lokman Ayebe bnr; Kovara W, hêjmar 35, Sermawez-Berfanbar 2010, rpl;14

5. Weysel Tirpan, Lîlav, Avesta, 2016 

6. Îrfan Amîda, Şopa Neşûştî, Lîs, 2005,

7. Ji bo Kovan Baqî bnr; Kovara W, hêjmar 35, Sermawez-Berfanbar 2010, rpl;80

8. Kovan Baqî, Bêexlaq, Na, 2012, 

9. Bajar Mîrzeman, Evîntirş, Belkî, 2009

10. Berfo Barî, Erojen, Na, 2015

11. Hesenê Metê, Ardû, Avesta, 2001


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Konferansa Muzîka Kurdî li dar ket

ad

Ji bo salvegera NÇM'ê şahiyeke mezin li dar ket

ad

Ji her demê zêdetir em bi hêvî ne

ad

Xelata Arjen Arî bi merasimek digihîje xwediyê xwe

ad

Îro nêzî 100 kesî hatin binçavkirin

ad

Diya nivîskarê me Welat Dilken Xanê Turan wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname