Qamişlo
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl li ser hesaba xwe ya X'ê der barê pêvajoya vegera koçberên Efrînê de peyamek belav kir.
Xelîl di peyamê de got, “Piştî serdana me ya bo Efrînê û hevdîtinên me bi şandeya serokkomariyê re, em radighînin ku pêvajoya vegera xelkên me yên koçber bo malên xwe dest pê kir" û wiha domandiye, " Hevdîtinên me yên rasterast bi şêniyên Efrînê re û guhdarîkirina daxwazên wan sedema sereke bû ji bo lezandina van gavan û derbaskirina astengiyan. Em piştrast dikin ku koma yekem, ku ji 400 malbatan pêk tê, dê roja duşemê, 9'ê adara 2026'an, bi rê bikeve. Koçber dê saet 10'ê sibehê li çerxerêya Panorama li bajarê Hesekê kom bibin. Ev gav dê bibe bingeha ewlehî û aramiya Sûriyeyê. Bi vê gavê em piştrast dikin ku serdema koçberiyê divê bi vegera bi rûmet û ewle ya xelkê herêmê bo malên xwe bi dawî bibe. Hewldanên me heya ku hemû koçber vegerin malên xwe dê berdewam bikin.”


