logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

500 hunermend beşdarî Festîvala Muzîkê ya Stenbolê dibin

Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Stenbolê di navbera 6-30'yê pûşperê de li dar dikeve û 500 hunermendê dike mêvanê xwe

  • Dîrok: 29/04/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Diyarname
36'emîn Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Stenbolê di navbera 6-30'yê pûşperê de li dar dikeve û 500 hunermendê dike mêvanê xwe.

Ji bo pêşkêşkirina bernameya Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Stenbolê li The Marmarayê civîneke çapemeniyê hate li dar xistin. Di civînê de Serokê ÎKSV'ê Şakir Eczacibaşi, Serokê Borusan Holdin Ahmet Kocabiyik û Dîrektora Festîvalê Yeşim Gurer Oymak amade bûn.

Li ser aliyên nû yên di festîvalê Eczacibaşi axivî û got, "Çalakiyên ji bo zarokan aliyên nû yên festîvalê ne. Em dixwazin zarok nêzî muzîka rojava bibin, nas bikin, fêm bikin ku ev muzîk ne tenê ji bo mezinan e, ji bo vê yekê me ji bo wan bername amade kirin."

Di civînê de Dîrektora Festîvalê Oymak li ser naveroka festîvalê agahî dan û got; "Berî her tiştî me hewl da ku hunermendên di warê muzîka klasîk de di qada navneteweyî de tên nasîn bînin Tirkiyeyê." Her wiha Yeşim Gurer Oymak da zanîn ku digel konseran di warê perwerdehî û projeyên civakî de jî çalikî di nav festîvalê de hene.

Serokê Borusan Holdîngê Kacobiyik jî da zanîn ku ji sala 1973'an ve Borusan tevî rêveberên ÎKSV'ê ketiye nav hewleke mutevakî, di navê de 36 sal derbas bûne û festîvala me bûye festîvaleke navdar a di warê hunerê ya navneteweyî de.

Îsal 36'emîn Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Stenbolê di navbera 6-30'yê pûşperê de li dar dikeve. Di fesTîvalê de li dor 500 hunermendî dê di 22 çalakiyan de cih bigirin û hunera xwe pêşkêş bikin. Konserên festîvalê îsal dê li Aya Îrînî, Qesra Topkapi, Operaya Surreya, Muzeya Arkeoloji, TİM û Dêra Bulgar li dar dikevin.

Festîval 6'ê pûşperê bi konsera Wiener Kammerphilharmonie ku sosîlstê wê çellist Benyamin Sonmez li Aya Îrînî dest pê bike. Sonmez ku di qada navneteweyî de bûye xwedî nav û dengekê di 14 saliya xwe de dest bi ledanê kiriye û xelata xwe ya yekemîn di 17 saliya xwe de girtiye.
Kemanjenê navdar Gidon Kremer, Kremerata Baltica ku ji ciwanên welatên Baltik pêk tê û xwedî xelata Gramy ne, flûtvanê navdar Emmanuel Pahud klavsenist Trevor Pinnock ku muzîkarê serdemekê ye dibin mêvanê festîvalê.

Piyanîstê navdar Hélène Grimaud, kemanjenên ji nifşê nû Renaud Capuçon, çelîs Clemens Hagen mêvanên din ên festîvalê ne.

Yek ji konsera navdar a festîvalê projeya "Musenna" ye ku li ser muzîka sedsala 17'an a  Qesra Osmanî û Ewropayê ye. Di vê proijeyê de koma muzîka barok a fransiz La Turchesca, di bin rêveberiya Hakan Cevher de Cevher-î Muzîk Densên Gel ên Tirkiyeyê yên Zanîngeha Ege dê bi hev re projeyê pêşkêş bikin û temaşevanan bibin 350 sal berî niha.

Di festîvalê de ji bo zarokan çalakî hene, di 'ber bi konserê' ve de dê muzîkjen û temaşevan bên cem hev, pirsan ji hev bikin û muzîkê fêm bikin. Dîsa di beşa "Festîvala Muzîkê li Dibistanan" e de jî dê li zanîngeh û lîseyên Stenbolê konser bêne li dar xistin.

Bilêtên festîvalê ku di navbera 15 û 300 YTL'yî de ne dê 3'yê gulanê de bêne firotin.

Foto: Cemil Oguz

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nîqaşê dest pê kir: Meseleya cerdevanî dê çawa bibe?

ad

Reşê Şevê û Destar Teatre

ad

Şahiya belgefîlman Documentarist dest pê dike

ad

Li Amedê li du navçeyan Serê Salê hat pîrozkirin

ad

Serokên Juriyê Ceylan û Mungan in

ad

Teorî û pratîka helbestê li cem Ehmed Huseynî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname