Diyarname
Pirtûka Zulfu Lîvanelî a bi navê "Kardeşîmîn Hîkayesî" (Çîroka Birê Min) ji aliyê Nursen Karayaniz ve rêz bi rêz hat kopîkirin û bi navê "Kiyamet Çîçegî" wekî ku ya wê be çap kir.
Piştî ku pirtûka Nursen Karayaniz ve hat kopîkirin, edîtorê Dogan Kîtabê Tanil Yaşar ew ferq kir û mesel bi vî awayî ket rojevê. Nivîskarê pirtûkê Zulfu Lîvanelî li ser meseleyê ji bo rojnameya Sozcu axiviye û wisa gotiye: "Wele dema min nûçe xwend ez gelek şaş bûm. Ez difikirîm ku dê qet tiştek wisa nîn be. Li dinyayê tiştek wisa nehatiye serê kesî. Ev yek asta ku welat niha di nav de ye jî nîşan dide. Tu pîvan nemaye. Xwezî ew xwişka me ya ciwan biketa bin bandora pirtûk û wisa ya xwe binivîsanda. Wê bi xwe jî dikarî binivîse. Ez ji bo wê xemgîn bûm, çi hewceyê tiştek wisa bû? Ez nizanim çima wisa kiriye, ez wê nas nakim jî. Niha ez ditirsim yek rabe bibêje 'Zulfu Lîvanelî ev pirtûk diziye' (Dikene). Ev bûyer nîşan dide ku li welat pîvana nirxan xira bûye. Me referansên xwe winda kirine. Di bûyerên biçûk de em her vê dibînin. Wisa sûcên mezin li welat têne kirin."
Pirtûka Zulfu Lîvanelî "Kardeşîmîn Hîkayesî" di sala 2013'an de ji Dogan Kîtabê derketibû.


