Diyarname
Di Olimpiyata Tokyoyê de pîştî maça Almanya û Erebistanê lîstikvanê alman Maks Kruse di weşana zindî de daxwaza zewacê li keça kurd Dîlanê kir.
Kruse dema derket pêş kamerayê formaya xwe derxist û di bin de formayeke li ser "ez ji te hez dikim, tu dixwazî bi min re bizewicî" nivîsî bû. Kruse daxwaza zewacê li keça kurd Dîlanê kir. Hat gotin ku Dîlanê daxwaz qebûl kiriye.
Lîstikvanê fûtbolê Maks Kruse di sala 1988'an de li Reinbaka Almanyayê hatiye dinyayê. Ew forvet e. Heta niha di tîmê wekî Wolfsburg, Bremenê de lîstiye. Di sala 2019-2020'an de li Fenerbahçeya Tirkiyeyê lîst. Li vir di 20 maçên lîst de 7 gol avêtin. Ew niha di Lîga mezin a Almanyayê Bundesligayê de dilîze û lîstikvanê Union Berlînê ye.
Di maça li Olîmpiyatê hat lîstin de Almanya bi 3-2 bi ser ket...
ji bo vîdyoyê: