Diyarname
Rojnameger Hafiz Akdemîr roja 8'ê pûşpera 1992'yayn de li Amedê ji aliyê Hîzbullahê ve hatibû kuştin. Li Amedê, Şaredariya HDP'ê navê Hafiz Akdemîr li Parka ku li ser Xaçerêya Kantar û Rêya Rihayê de ye kiribû. Piştî Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi kayûman dest danîn ser şaredariyên HDP'ê, ligel gelek tiştên hatin kirin, ev park jî hat guherandin. Demek dirêj bêtadîlat ma, niha jî şaredarî navê Hafiz Akdemîr rakir û navê "Yeşîlkuşak" lê kirin.
Li gor nûçeya Veysi Polat a di "ekoaborî" de Unal Koç ku di navbera salan 2018-2022'yan Qeymeqamê Kayapinarê Amedê û Wekîlê Şaredar bû ku ev yek kayûm bi xwe ye, biryara guhertina nav dale. Koç oja 5'ê avrêla 2022'yan bi Biryarnameya Serokomarî wekî Qeymeqamê Bulancika Gîresuna Tirkiyeyê hat tayînkirin.
Li gor nûçeya Ozgur Cebe ya di rojnameya Sozcu de karê Koç ne tenê ev bûye, 45 kes bi referansên AKP'ê wekî xebatkarên karên gel, park-bexçe, paqijî, zabita û fenê girtine kar. Nûçeya Sozcu dibêje "Ligel ku 5'ê mehê peywira wî bi dawî bûye jî heta 15'ê avrêlê peywira xwe domandiye, di vê navberê 19 kesên din girtine kar û 19'ê mehê li Bulancakê dest bi kar kiriye."
Heta niha gelek kayûman navên park, saziyan guhartin, peykerên mezinên kurdan rakirin.


