Stockholm
Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê kongreya xwe lidarxist û rêberiya xwe ya nû hilbijart.
Di kongreya ku roja 17'ê mehê li dar ket de biryar hate girtin ku ji bo perwerdehiya bi kurdî li rojavayê Kurdistanê xebatek çalak bi rê ve bibe.
Kongre li avahiya Enstîtuyê ya li Stockholmê hate lidarxistin. Piştî destnîşankirina dîwanê û pêdeçûna di destûra enstîtuyê de, raporên aborî û xebata pratîkî hatin pêşkêş kirin.
Di kongrê de ji bilî hin biryarên hatin girtin, yek ji biryaran ku hat girtin jî Enstîtuya Kurd li Stockholmê dê bi awayekî çalak piştgiriyê bide xebatên perwerdiyê yên li rojavayê Kurdistanê. Di kongreyê de ji bo dema pêş plansaziyek çêkirin û rêveberiya nû ku ji 5 kesan pêk tê hate destnîşan kirin.
Di rêveberiya nû de Dr. Huseyîn Xelîqî, Kamran Simo, Sebriye Resûl, Îhsan Battê û Hîwa Gulmihemedî cih girtin. Di kongreya îsal de her wiha li gorî destûrê, komîteyek ku wê bi karê amadekariya kongreya sala bê rabe jî hate avakirin. Di vê komîteyê de jî Serkan Brûsk, Ehmed Qeremûs û Şoreş Reşî cih girtin.
Enstîtuya Kurdî ya li Stockholmê di sala 1996'an hatiye avakirin. Ew ji wê rojê de xebatên xwe didomîne. Yek ji xebatên wan jî derxistina kovara Avaşîn bû ku heta niha 13 hejmarên wê derketibûn. Enstîtu li ser ziman jî dixebite û heta niha hin pirtûk jî çap kirine.