QAMIŞLO
Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo diyar kir ku wan li ser mijarên tevlîbûna rêveberiya xweseriya demokratîk û hevgirtina rêxistinên kurd û bersivdayîna êrîşên çeteyan bi ENKS’ê re hevdîtin pêk aniye, lê heta niha bersiva wan nehatiye dayîn. Xelo got ku wan bi gelek partî û rêxistinên ji pêkhateyên cuda re jî hevdîtina çêkirine.
Hekem Xelo, derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokê ENKS’ê Tahir Sifok re ku di 7’ê hezîranê de li mala Sifko pêk hatibû de, ji bo ANHA’yê axivî. Hekem Xelo diyar kir ku di hevdîtinê de Hevseroka Meclisa Zangonsaz Nezîre Gewriye jî amade bûye û li ser li ser mijarên wekî, “beşdarbûna ENKS ya rêveberiya xweser, hevgirtina rêxistinên kurd, bersivdayîna êrîşên çeteyan ên li ser Kobanê û qanûna parastina hevbeş a Rojava” gotubêj kirine.
Xelo, destnîşan kir ku tevî vê hevdîtinê jî, heta niha ji ENKS’ê tu bersiv ji wan re nehatine.
Xelo, anî ziman ku wan hewl daye ku li ser heman mijaran bi partiyên girêdayî ENKS’ê yên wekî Partiya Yekîtiya Kurd li Suriyê (Yekîtî baskê Fuat Elîko), Partiya Demokratîk a Kurd li Suriyê (El Partî Nesreddîn Îbrahîm), Partiya Reformê û Guhertina Suriyê (baskê Feysel Yusif) hevdîtinan pêk bînin, lê daxwaza devdîtina wan nehatiye qebûlkirin.
Xelo got ku partiyên girêdayî ENKS’ê ji bo ku bi rêveberiya xweser re necivîn, ji meclisa xwe ferman girtine û wiha dom kir: “Lê em ê bi hemû hêza xwe ji bo yekîtiya dengê kurdan tevbigerin û bi hemû partiyan re bicivin. Emê bi wan re geşedanên li herêmê tên jiyandin nîqaş bikin.”
Xelo diyar kir ku ji bilî van partiyan wan bi Rêxistina Asûrî, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Kombûna Sivîl a Xiristiyan, Desteya Niştimanî ya Ereb û hin kesayetên ereb re jî li ser van mijaran civîn çêkirine û wiha got: “Di van hevdîtinan de me derbarê rewşa herêmê de agahdarî dan wan û xwest ku tevlî rêveberiya xweser bibin, her wiha parastina herêmê bikin. Hevdîtin bi erênî derbas bûn.”
Hekem Xelo, bang li hemû partî û rêxistinan kir ku li Kobanê piştgiriya YPG’ê bikin.
ANHA