Li Agiriyê Festîvala Evdalê Zeynikê li dar dikeve
Diyarname
1’emîn Festîvala Navneteweyî ya Evdalê Zeynikê di rojên 17-18’ê mehê de li dar dikeve.
Di 17-18’ê gelawêjê de wê li bajarê Agirî “1’emîn Festîvala Navneteweyî ya Çand û Hunerê ya Evdalê Zeynikê” bê lidarxistin. Di çarçoveya festîvalê de, wê bi beþdariya gelek lêkolîner, dengbêj û hunermendan hin semîner, þevbuhêrk û konser li dar bikevin.
Li bajarê Agirî, bi organîsazyona Komeleya Çand û Hunerê ya Alîkarî û Hevkariyê ya Bajarê Agirî (AKYAD) cara yekem festîvala dengbêjiyê tê lidarxistin. Festîvala Agirî navê xwe ji dengbêjê bi nav û deng yê herêma Serhedê Evdalê Zeynikê digire. Di bernameyên ku wê di çarçoveya festîvalê de bêne pêkanîn de, wê hem li ser dengbêjiya kurdî, hem jî bi taybetî li ser jiyan, berhem û hunera Evdalê Zeynikê bin. Her wisa wê gelek dengbêj jî beþdarî bernameyan bibin û stranên Evdalê Zeynikê pêþkêþî beþdaran bikin.
Li gor agahiya ku me ji amadekarên festîvalê girtiye dê di çarçoveya festîvalê de, çapa berfirehkirî ya pirtûka lêkolîner Ahmed Aras ya bi navê “Þaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê” jî bê pere li agiriyan were belavkirin. Digel pirtûkê, hefteyek piþtî festîvalê jî wê ji stranên dengbêjên ku beþdarî konferansê dibin, albumeke ji stranên Evdalê Zeynikê were amadekirin û li xelkê were belavkirin.
Lêkolîner Ahmet Aras jî wê di çarçoveya festîvalê de semînerekê pêþkêþ bike û wê ligel hin dengbêjan li ser jiyan û hunera Evdalê Zeynikê bisekine.
Hin kesên ku wê beþdarî li konferansê bikin û li ser folklor û dengbêjiya kurdan biaxivin ev in: Prof. Dr.Þukriye Mustafa Resûl, Prof Dr. Kardi Yýldýrým, M. Xalid Sadinî, Zeynelabidîn Zinar, Suleyman Çevik, Vahdettîn Înce û M. Hanifi Alir.
Li gel navenda bajêr wê li navçeya Patnosê jî semînerek bê lidarxistin û mijara wê semînerê jî wê dengbêjiya kurdî û Evdalê Zeynikê be.
Li gor bernameya ji temamê Tirkiyeyê wê nêzî 30 dengbêjî beþdarî bernameyan bibin. Her wisa wê konsereke mezin jî were lidarxistin. Di konserê de digel gelek dengbêjan wê hunermendên wekî Kemalê Amedê, Destan Dogan û Murat Bay jî derkevin ser dikê û stranên xwe pêþkêþ bikin.
Serokê Akyadê M.Mehmet Ýzci diyar kir ku bi lidarxistina festîvalê re armanca wan ew e ku nehêlin dengbêjiya kurdan were ji bîrkirin û her wisa Evdalê Zeynikê bi gel bidin danasandin.
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.