___Ayşegul KIZILKAYA___
Xewa ku her şev li min diherimî, dibe sedem li dorhêla tariyê bigerim. Newêrim gavek din biavêjim ji ber ku ez ê bikevim wê xeleka reş. Piştî wan gotinên hişk, req, sar û cemedî, tarî her şev gazî min dike. Min vedixwîne wê xeleka bêdawî. Dihîsim ku şeytan dixwaze bi min bikene; bi rûpoşek ve rûyê xwe qulibandiye yekî dilovan û ji min re dibêje “were netirse, were dilê xwe rihet bike. Netirse, ka binêre navê min bi tîpa şşş! yê destpê dike. Tîpa şşş! Hiş be û vegere hundirê xwe. Netirse ka binêre li tîpa ş’yê peyva şşşşikê! Afirî. ŞŞŞik û pêy şikên xwe bikeve.
“Ez dibêjim “Dilê xwe bi çi rihet bikim tu bi xwedê?” Şeytan bersiva min dide “Çi, çi bi xwedê, îca ez û xwedê?” û ez vediciniqim û rûpoşkê şeytan dişihite. Ez ji tirsan dibehicim. Çavên xwe digrim, xwe vedikeşînim pişt çavên xwe. Ne ji bo xew ketinê, ji bo ku bi tenê bimînim, çavên xwe digrim. Gava pêlûyên min tên xwarê bi tariyek zer û gewr ve çavên min disojin, bi dengê peyvên bêdeng ve guhên min diçelqin. Çelqandineke dilmayî, sojineke bi hiznî… Kêlîkên xweşik tên berçavên min, li pêlûyên min diqelibin, tarî nahêle derbasbin ku ez wan bibînim, şeytan wan diqewrîne. Dîsa dibêje “Tîpa şşş! Yê hiş be, peyva şşşşik! Bibe şik û şikê ji xwe bike.” Ez ji xwe dipirsim “Temam şikbarim lê şikê bibim ser çi? Li dilîniyê an li dilvîn e?” Çima şikbar bim şeytano?
Çiqas bi hev re xweş û dilxweş in, hiş û binhişa min… Binhiş dipirse hiş bersiva wê dide. Hiş dîmenan dibîne, binhiş ji pê re şîrove dike. Hiş dixeyide, binhiş dilê wê xweş dike. Dawiya dawî bi hevşabûna hiş û binhiş ve ruhê min ducanî ma. Pista pista şeytêne li ber guhê min, dibêje “dev jê berde”. Helbet ez guh nadimê. Şeytên ewqas hewl da ku ruhê min berbiaveje jî, pitan, bi eynatî ve, bi şaxên rehma min girtîbûn ku ber bi min ve neçûn. Mixabin ez bi rihma dilê xwe xapiyam. Ji rihe min, mistek jahr, canek qahr za, niha jî wan dimêjînim. Şeytên dît ku min xembarî welidand; ji bo ku şîrê min tîr û zêdetir be, wî ji min re pêlok çêkir lê qet nayê xwarin. Ji ber ku ne şîrine, bi tahm ziqûm û qûzûlqûrt e. Jixwe şeytan jî dixwaze hişê min were serê min ku bi tiştên nexweş ve rûbirû bimînim.
A niha nizanim, ez jina bi çêlî me pitên xwe dihewînim an jî şîne girê didim, şîna xweşî û dilxweşiyê dikim. Bi her awayî qahr û jahrê dimeyînim. Tevî ku her şev bi hevşabûnê ve min sibe ji xwe dikir jî dîsa di paşila xwe de qahr û jahrê dilorînim. Gelo çaxa çêlê min dagerî, qahr û jahr wê bi pê bikevin û bigerin, ji min dûr bikevin, an jî piştî çil rojan şîn girêdana min wê xilas bibe ez ê wan binax bikim?
***
Nivîsên Ayşegul Kizilkaya yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin: