Diyarname
Sosyal pedagog û rojnameger Zekî Ozmen gera xwe ya li Perestgeha Petrayê kir belgefîlm û ev cihê dîrokî anî ber temaşevanên kurdî. Belgefîlmê bi navê "Gername: Petra" ji bo temaşekirinê niha li ser kanala Youtube ya Diyarnameyê ye.
"Petra" bi zimanê kevn ê yewnanî tê maneya "Zinar". Jixwe peretgeha Petra jî li nava zinar hatiye kolandin. Petra ciheke dîrokî ye lê herî zêdetir jî bi fîlmê "Indiana Jones" navdar bû. Piştî ku fîlm li vir hat kişandin ji gelek welatên dinyayê turîst ber bi wir ve herikîn.
Petra li Newala Mûsa hatiye çêkirin. Bawerî ew e ku Pêxember Mûsa li vir li zinar dide û av ji bo alîgirên wî ji zinar dipijiqe. Li ser Petrayê gelek bawerî hene. Perestgeha Petra ku sembola Urdunê ye, bajarekî dîrokî û navdar ê Urdunê ye, heyamekî navenda bazirganiya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bû.
Ji gelek welatan her mirov diçin serdana Petrayê. Yek ji edîtorên Diyarnameyê, sosyal pedagog û rojnameger Zekî Ozmen jî berê xwe da Petrayê û dîmenên ku li wir kişandin wekî gername anîn ba hev. Ji dîmenên wir belgefîlmekî balkêş û xweş derket holê. Niha ew belgefîlm li ser hesabê Youtube ya Diyarnameyê li benda temaşevanan e.
Ji bo yên bixwazin temaşe bikin:
Zekî Ozmen berî vê ji gernameya xwe dokumenterê 'Erda ku ol jê xuliqîn Îsraîl û Filistîn' belav kiribû. Niha ji bo kesên nikarin herin bibînin PETRA bibînin bi vê dokumenterê dikarin bibînin û çîroka wê hîn bibin.