Di xelata Man Booker de gavek yekem
Diyarname
Yek ji xelatên bi prestîj a dinyayê Xelata Man Booker li Îngilistanê tê dayîn. Xelat îsal dan nivîskar Paul Beatty yê ji DYA'yê. Ku ev yekem car e xelatê didin nivîskarek ji DYA'yê.
Nivîskarê 54 salî bi romana xwe "The Sellout" rexne li nijadperestî û tabûyên civakî kirine û bi vê yekê xelat bi dest xistiye.
Berê xelata Man Booker didan nivîskarên Îngilistanê û nivîskarên Komara Îrlandayê lê ev sê sal in didin nivîskarên welatên din ên îngilîzî diaxivin. Par nivîskar Marlon James bi romana xwe "A Brief History of Seven Killing" xelat girtibû.
Îsal di nav berendamên xelata Man Booker de pirtûkên “Hot Milk” (nivîskar Deborah Levy), "His Bloody Project" (nivîskarê skoçî Graeme Macrae Burnet), “Do Not Say We Have Nothing” (Madeleine Thien), “All That Man Is” (David Szalay) û “Eileen” (Ottessa Moshfegh) hebûn.
Sîteyên îdîayan romana “Do Not Say We Have Nothing” wekî favorî nîþan dabûn.