Diyarname
Ev gotinên Mebûsê Bloka Ked û Aştiyê yê Amedê Şerafettin Elçi ne.
Nivîskara rojnameya Milliyetê Asli Aydintaşbaş bi Elçi re axiviye û ew di quncikê xwe de weşandiye. Vaye ew nivîs:
'Wisa biçe 10 salan de Tirkiye dê parçe bibe'
Aslı Aydıntaşbaş
Şerafettin Elçi neteweperestekî kurd ê bi rûmet e. Di heman demê de di nav siyaseta kurdan de yek ji navên rûsipî ye ku serbixwebûna xwe diparêze. Dema 1979'an de wezîr bû û got "Ez kurd e, li Tirkiyeyê kurd hene" ew avêtin girtîgehê. Piştî 30 salan niha dîsa li meclisê ye. Ev demeke dirêj e li hemberî nexweşiyeke giran têkoşînê dide. Di cejnê de ji bo ez li hal û hewala wî bipirsim telefona wî girtîbû. Baş e ku duh ew geriya.
Min ji siyasetmedarê şareza meseleya grevên birçîbûnê û kaosa siyasî ya li pêşiya pirsî, wî bersiv da:
"Aslican, ger Serokwezîr bixwaze dikare dawî li van grevên birçîbûnan bîne. Ya herî hêsan hema niha dikare meseleya parastina bi zimanê zikmakî bîne rojeva Lijneya Wezîran, di warê tecrîda li ser Ocalan de jî nermbûnek saz bike. Lê piştî min guh da daxuyaniyên wî yên dawî ez tirsiyam. Eynî wekî dîktatorekî ye. Di rewşeke de ye ku xwe mafdar dibîne, guh nade pejinkariya kesî, dixwaze her kes teslîm bibe..."
Min bi xwe nekarî pirsî: "Baş e tu wekî kesek bi salan derveyî PKK'ê, her wiha carinan dijî wê te siyaset kiriye, tu ne aciz î ku mijara bingehîn a grevên birçîbûnê Abdullah Ocalan be?"
"Ev mirovên îdealîst in. Wan ji bo baweriyeke mirin jî daye ber xwe. Û beşek ji wan bi qasî Ocalanî bihebînin jê hez dikin, wekî rêberê xwe dibînin. Ev rastiyek e. Bê qebûl kirin yan neyê lê ji bo van mirovan Ocalan rêberekî ye. Û erê, çandeke pîrozdîtina wî heye. Ji bîr neke gelek kesî ji bo w3i xwe şewitand. Lê tu wateya ku mirov vê yekê wekî tune bihesibîne nîn e..."
Ez hîn dibim ku di dema dermankirina nexweşiyê de yek ji kesên li siyasetmedarê kurd geriyaye jî Serokwezîr Tayyip Erdogan bûye. Herî dawî dema 6 meh berê lê geriyaye, Elçî ji bo li ser pirsgirêka kurd biaxive ji Erdogan civan xwestiye. "Lê piştî 45 rojan, dema nexweşiya min giran bû civan dan min. êdî wateya çûyînê jî nemabû. Ji ber ku dema pêşî min civan xwestibû ji bo qanîkirna PKK'ê hin derfet hebûn. Her ku dem derbas bû şert û merc guherîn. Bi taybetî piştî meseleya Sûriyeyê. Niha PKK di asteke gelek radîkal de ye..."
PKK êdî li qadeke radîkaltir e, nayê lihevkirinê... Çavdariya min a ji derdorên kurd jî wisa ye. Ji bo mirov ji dema pêşiya me bitirse gelek sedem hene. Ez ji Elçî dipirsim: "10 sal paşê dê li hemberî me Tirkiyeyek çawa hebe?"
"Serokwezîr bi vî serî here, dê parçebûn çêbibe. EM hêdî hêdî ber bi wir ve diçin. Ji bo bi lihevkirinê çareserkirina pirsgirêka kurd nifşê me, nifşê dawî ye. Ger bi me re li hev nekin, nifşê li dû me dê bi lihevkirinê razî nebe. Serokwezîr divê lez bike. Lê çi hikmet e nizanim, ew tiştin din difikire..."
Baş e, em rasteqîn tevbigerin. Çareserî ne hêsan e...
"Kurd ji bo aştiyeke bi rûmet razî ne lê êdî teslîmbûneke bêrûmet çênabe. Kurd ne ku bibin parçeyek gelekî, ew dixwazin bibin gelekî wekhev e. Şaşiya serokwezîr ew e ku xwe û salên 90'î dide ber hev; lê kurdên wê demê cihê, yê vê demê cihê ne. Te wê demê dersa bijarte bida dê kurdên wê demê wekî cejnek pêşwazî bikire; lê îro tu wateya vê gavê nîn e."
Berî ez telefonê bigirim ez dibêjim "em li ser senaryoya baş jî biaxivin". 10 sal paşê îleh ne parçebûn, dibe tiştên baş jî çêbibin... "Belê lê bi vî awayî çênabe. Ger serokwezîr dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike divê vê tekane prensîbê qebûl bike: Kurd gelekî wekhev e. Ger vê qebûl bike jixwe dê pirsgirêk jixwe ber çareser bibe..."
asli.aydintasbas@milliyet.com.tr
31.10.2012, Milliyet