Diyarname
Yekane rojnameya rojane ya kurdî Azadiya Welat di weşana rojane de ketina sala 3'yemîn bi şahiyek bêhempa pîroz kir. Di şahiya ku parlementer, şaredar, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û bi hezaran kes beşdar bûn de, girîngiya ziman hate bilêvkirin. Di şeva Stranbêj Şahê Bedo derket ser dikê de, bangawaziya xwedî lêderketina nirxên kurdî û Azadiya Welat hate kirin.
Rojnameya Azadiya Welat ku ligel hemû zext û zordariyan piştî 12 sal weşana hefteyî kir, di 15'ê Tebaxa 2006'an de derbasî weşana rojane bû, bi armana pîrozkirina salvegere derbasbûna weşana rojane û dayîna Xelatên Zimanê Kurdî yên Azadiya Welat li Şanoya Anfî ya Sumer Parkê şahiyek li dar xist. Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, Parlementera DTP'ê ya Amedê Gultan Kişanak, Parlementerê DEP'ê yê berê Selîm Sadak, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Nejdet Atalay, Endamê PM'ya DTP'ê Abdullah Demîrbaş, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, şaredarê berê yê Cizîrê ku ji wezîfeyê hate dûrxistin Aydin Budak, endamên Meclisa Jinan a DTP'ê, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, nûnerên gelek saziyên sivîl ên civakî û bi hezaran kes beşdarî şahiyê bûn. Di şahiya pankarta, "Zimanê me rûmeta me ye" hate vekirin de sloganên, "Bijî Serok Apo", "Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan", "Şehîd namirin", "Zimanê me rûmeta me ye" hatin avêtin.
'Gelê me li pişt me ye'
Di şeva posterên Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin de, alên Konfederalîzma Demokratîk hatin bilindkirin. Di şevê kincên neteweyî yên jinan li xwe kirîn û tulbendên kesk, zor û zer şahî vegerandin rengê keskesorê. Bi hezaran kesên Şanoya Anfî dagirtîn bi yek dengî beşdarî strana Koma Awaza Çiyan a 'Oremarê' bûn. Beşek jin, zilam û zarokên bi slogan û tîlîliyên xwe reng dan şevê ji ber eleqeya zêde li ber derî man. Di şeva bi rêzgirtina ji bo şehîdên demokrasî û azadiyê dest pê kir de, Gerînendeyê Giştî yê Azadiya Welat Tayîp Temel, axaftina vekirinê kir. Temel balkişand ser girîngiya Azadiya Welta ji bo gelê kurd û zimanê kurdî. Temel wiha axivî: "Rojnameya me ji roja dest bi weşanê kirî heta niha hewl dide ku bibe çav, guh û zimanê gelê kurd. Bi vê armanca pîştî weşana 12 salan a hefteyî 3 sal berî niha di 15'ê Tebaxê de derbasî weşana rojane bû. Girîngiya 15'ê Tebaxê ji bo gelê kurd tê zanîn. Em bi hişmendiya tekane rojnameya kurdî û bi vê mîsyonê xebatên xwe dimeşînin. Me bi slogana, '15'ê Tebaxê Roja Azadiya Welat e' dest bi weşanê kir û bi vê baweriyê pêşve diçin. Li pişt me wekî çapemeniya din holdîng tunin. Li pişme tenê hêzek heye, ew jî gelê me ye."
'Hemû kesên dibêjin em kurdin, lazim e Welat bixwînin'
Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Nejdet Atalay jî balkişand ser merhaleya gelê kurd hatiyê û destkeftiyên hatine bi destxistin. Atalay, bi bîr xist ku gelê kurd heta 30 sal berî niha jî ji ber ziman û çanda xwe ya hezar salan şerm kiriye û ev tişt gotin: "Kesên xwedîbûna vê çandê wekî şerm û kêmasiyekê didîtin, niha ji bo vê çand û vî zimanî canê xwe didin. Ev merhaleyek pir girînge e. Em wekî gel ji bo hebûna xwe têkoşînê didin. Azadiya Welat jî ji bo gelê kurd kedek mezin dide. Ez li ber kesên em anîne vê rojê bejna xwe ditewînim. Azadiya Welat roja dest bi şewanê kiriye heta niha di nav gel de ye. Girîngiya 15'ê Tebaxê ji bo kurdan tê zanîn. Azadiya Welta jî di rojek wiha de dest bi weşana rojan kiriye. Ev ne tesadûf e. Lazim e herkes xwedîli Azadiya Welat derkeve." Piştî Atalay, Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna jî balkişand ser girîngiya ziman û wiha pêde çû: "Ji ber ku ez bi kurdî nizanim û di şevek têkildarî kurdî de wekî kurdekê bi tirkî diaxivim ez pir xemgînim. Ez ji bo vê yekê xwe rexnegiriya xwe didim. Ez soz didim ku di sala bê de di 15'ê Tebaxê de dema ez derketim pêşberî we ez dê bi kurdî biaxivim. Ji ber gelek bi zimanê xwe dibe gel. Lazim e em hemû li zimanê xwe xwedî derkevin. Ji bo vê jî divê hemû kurd Azadiya Welat bixwînin."
'Heta sedema Guleya Yekemîn neyê nîqaşkirin Ergenekon dernakeve holê'
Ayna têkildarî mijarên di rojevê de jî axivî û derbirî ku tê angaştin DTP di warê doza Ergenekonê de bêalî maye. Ayna wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ergenekonê herî zêde ziyan daye gelê kurd. Darbeya 12'ê Îlonê jî li dijî kurdan hate kirin. Hovîtiya li Girtîgeha Amedê pêk hatî, binçavkirin û zordariyên din li bîra me ne. Heta ev nayên zanîn destpêkirina şerê çekdarî ya PKK'ê jî nayê zanîn. Heta sedemên şerê çekdarî yê PKK neyê zanîn jî Ergenekon bi zelalî dernakeve holê. Em li hemberî Ergenekonê bêalîninin. Lê AKP tenê sûcên Ergenekonê yên piştî salên 2000'î yên li hemberî hikûmetê hildide dest. Sûcdarî û komkujiyên li hemberî gelê kurdan hatine kirin dipeçêve. Ji bo vê yekê lazim e sedemên şerê çekdarî yê PKK'ê bê zanîn. AKP vê dozê ji bo avakirina civakek demokratîk pêşve nabe. Piştî doza negirtin û paqijkirina AKP'ê, hikûmetê cardin biryara şer, operasyon û kuştinan da. Ev yek pir zelal e. Ji ber vê yekê em piştgiriyê nadin hewildanên AKP'ê yên tenê ji bo berjewendiyên xwe dike. Lazim e bê zanîn jî ku heta gelê kurd qasî gelê tirk dibe xwedî maf dê têkoşîna xwe bidomîne."
Xelatên ziman hatin dayîn
Piştî axaftinan Xelatên Kurdî yên Azadiya Welta hatin dayîn. Xelata abonetiyê ya 2008'an Medenî Yaman stand ku dema çûbû ser dilovaniya xwe xwestibû abonetiya wî ya azadiya welat bê domandin. Xelata Yaman birayê wî Salîh Yaman ji destê Emîne Ayna girt. Xelata Ziman a Neweteyî jî Parlementera DEP'ê ya berê Leyla Zana girt. Ji ber ku Zana bi boneya nexweşiya xwe nekarî beşdarî şevê bibe, xelata wê ji hêla Şanoger Osman Xunav ve ji destê Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Nejdet Atalay ve hate girtin. Xelata kedkariyê jî belavkara rojnameyê Zozan Kaya ji destê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr girt.
Şahê Bedo girse coşand
Di şevê de Stranbêj Şahê Bedo derket ser dikê jî stranên xwe bi girseyê ve hevpar kirin. Girseya bi strana Helepçeyê xemgîn bû, bi strana Oremarê govend gerand. Piştî Şahê Bedo, coşa girseyê bi stranên koma Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê berdewam kir. Di şeva beşdaran demên xwe derbas kirin de herî dawî pêşandana fîşekên hewayî pêk hat. Şeva heta dereng dom kir, bi dîlanan bi dawî bû.
(DİHA)


