Enqere
BDP'ê, Cîgirê Şaredarê Sêrtê Abdullatîf Çekîn şand lijneya dîsîplînê û têkiliya wî bi partiyê re qut kirin. BDP’ê xwest dadgeh ji ber vî karê wî, wî tewqîf bike û got: “Partiya me li gel zarokên mexdûr e.”
Navenda Giştî ya BDP’ê têkildarî bûyera îstîsmara zayendî ya li Sêrtê de daxuyaniyek da û diyar kir ku wan Abdullatîf Çekîn daye lijneya dîsîplînê û têkiliyên wî ên bi partiyê re qutkirine.
BDP’ê di daxuyaniya nivÎskî de wisa got: “Partiya me Partiya Aştî û Demokrasiyê heya roja îro di serî de li dijî îstîsmara zeyandî, hemû cure binpêkirinên li hemberî jin û zarokan polîtîkayekî bê tawîz meşandiye û bûye xwedî helwest. Hemû cure îstîsmarên li hemberî zarokan ji ku derê bê bila bêt em tu carî qebûl nakin û em dê helwestekî rêgezane nîşan bidin.
Li ser Cîgirê Şaredarê Sêrtê Abdullatîf îdîayên li hemberî du zarokên keç ên 13 û 17 destdirêjiya zayendî kiriye heye. Kesê mijara gotinê bi daxwaza îxracê veguhestine lijneya dîsîplînê. Lijneya dîsîplîna me dê bi awayek lezgîn biryarek herî bi bandor bide. Li gel vê em li bendê ne kesê mijara gotinê ji endamtiya Meclisa Şaredariyê îstîfa bike. Wekî din jî em ji bo raya giştî radigihînin ku, ji ber vê bûyera ecêb kesê mijara gotinê tu eleqeya wî bi partiya me re nemaye.
Bersûc piştî hate binçavkirin serbest hate berdan, pêwîst e demildest bersûc were girtin. Pêwîst e dadgeh vê rewşa wahîm bicidiyet û di aliyê zarokên keç de bigire dest, pêwîst e mafê wan biparêze.
Partiya me li gel zarokên mexdûr e. Her cure piştgiriya civakî, derûnî û hiqûqî dê bide.
Didin diyarkirin ku em dê pişt vê bûyerê bernedin.”