Diyarname
Vê êvarê Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî Talabanî li Otela Lalezarê ya li Silêmaniyê ye. Dixwazin Lahûr bigirin bin çavan.
Birê Cengî yê bi navê Aras Şêx Cengî ji bo Rûdawê gotiğe, "Heke Lahûr were desteserkirin, Silêmanî dê wêran bibe."
Aras Şêx Cengî li ser hesabê xwe yê Facebookê jî wisa gotiye:
"Di van kêliyan de, hinek rûpel û malperan li ser navê min hin tişt belav kirine. Ez dixwazim bi zelalî ji xelkê Kurdistanê re bêjim, ez her tim li dijî aloziyê û bikaranîna hêza çekdar a ji bo çareserkirina pirsgirêkan bûme.
Ji ber vê yekê, dema ku min îşev bihîst ku YNKya Nû hêz li nav Silêmaniyê belav kirine, ez vî karî wekî karekî nerast dibînim.
Ev yek dê bibe sedem ku Silêmanî û derdora wê bikevin rewşeke nexwestî.
Loma, ez bangî serkirdeyên YNKya Nû dikim ku van hêzan vegerînin baregehên wan, ji ber ku berpirsyariya her encameke nexwestî dê bikeve ser stûyê wan."
Li gor agahiyên ku hatine hemû rêyên diçin Silêmanî hatine girtin.
Çend roj berê Serokê Nifşê Nû Şahsiwar Abdulvahîd hatibû binçavkirin.
Lahûr Şêx Cengî kî ye?
Siyasetmedar Lahûr Şêx Cengî Talabanî di sala 1976'an de li Koyê hatiye dinê. Biraziyê Celal Talabanî ye. Ji ciwaniya xwe ve di nav YNK'ê de kar dike.
Di sala 2019'an, di 4'emîn Kongreya YNK'ê de ji bo Endamtiya Rêveberiya Navendî ya YNK'ê hat hilbijartin; di sala 2020'î de jî ligel Bafil Talabanî ji bo Hevserokatiya YNK'ê hat hilbijartin.
Roja 8'ê tîrmeha 2021'ê ew bê zagonî ji Hevserokatî hat dûrxistin, heman salê Polîtburoya YNK'ê ew ji endamtiya YNK'ê jî avêt.
Lahûr Şêx Cengî roja 17'ê rêbendana 2024'an Bereya Gel ava kir.
Roja 18'ê kewçêra 2024'an li Herêma Kurdistana Federe ji bo Parlemenê hilbijartin çêbû. Bereya Gel di vê hilbijartinê de 2 kursî bi dest xistin.


