Stenbol
Îro li Stenbolê bi hezaran kes beşdarî meşa "Li hemberî derbeyê 70 mîlyon gav" bûn.
Meş di bin pêşengiya Însiyatîfa Bêje Bis e de hate li dar xistin, saziyên wekî Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê, DTP, EHP, SDP, Sivîlên Ciwan, Koma Çalakiya Global, Lambda İstanbul, Mazlum Der û nûnerên gelek saziyên sivîl û siyasî beşdar bûn. Seroka SDP'ê Filiz Koçali, hunermend Lale Mansur, rojnameger Nazli Ilıcak, Abdurrahman Dilipak, reqsvan Zeynep Tanbay jî di nav de gelek hunermend tevî li dor 5 hezar kesî ji Tunela Beyogluyê heta meydana Taksîmê meşiyan.
Meşavanan diruşmen li hemberî derbeyê avêtin. Li ser navê komê Zeynep Tanbay daxuyaniya çapemeniyê xwend. Tanbay da zanîn ku di di roja herî dirêj a salê, roja herî ronî û herî paqij de li kuçeyan in, berî ku azadî bê xecpkiin divê mirov azadiyê biparêze.
Di daxuyaniyê de li hemberî doza girtina DTP û Ak Partî nerazîbûn hate nîşandayîn, rewşa pir rengî, pir çandî û pir olî anîn ziman
Foto: Uygar Gultekîn / DÎHA