Diyarname
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo televîzyona El-Iraqiye ya Iraqê axiviye û gotiye ku balafirgehê Hewlêr û Silêmanî dê roja 15'ê mehê ji bo firênên navdewletan vebin.
Piştî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê her du balafirgeh ji aliyê hikumeta navendî ve ji bo firênên navdewletan hatibûn girtin. Ji 29'ê rezbera 2017'an ve girtî ne.
Ebadî di axaftina xwe de gotiye ku piştî Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser daxwazên wan razî bûye wan biryar daye ku balafirgehan vekin.
Ebadî qala qebûlkirina daxwazan kiriye lê eşkere nekiriye ku ew daxwaz çi ne. Li aliyê din îdîayên wisa hene: Tê îdîakirin ku herdu balafirgeh wê girêdayî Wezareta Navxweyî ya Hikumeta Federal a Iraqê ve bêne girêdan, sîstema nasname û pasaport bi awayeke elektronîk bi Bexdayê ve were girêdan. Dîsa hat gotin ku hem rêveberî hem jî karmendên nasname û pasaportan jî wê girêdayî wezareta Iraqê be.