Robîn Reşvan*
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de nivîskar Helîm Yûsiv li ser rewşa heyî ya Kurdistana Sûtîyê diaxive û nirxandinên balkêş dike.
Yûsiv dibêje kolandina xendekan bi çi sedemê dibe bila be, nayê qebûl kirin ji ber ku mafê tu partî tune ku axa Kurdistanê perçe bike.
Yûsiv wisa dibêje: "Ne rast e ku terorîst ji wan cîhan derbaz dibin ku xendek lê têne kolan. Sedema wê xendekê siyasî ye û bi şerê desthilatê ve girêdayî ye. PDK dixwaze rê li ber PYD'ê teng bike û wê neçar bike ku destilatê bi partiyên nêzîkî wê parve bike."
Yûsiv bal dikşîne ku Rojava di asteke girîng de ye û divê partîyên kurdan berjewendiyên biçûk bihêlin alîyekî û bi hev re bixebitin.
Ji bo guhdarîkirina hevpevyînê:
*Ji Dengê Amerîka hatiye girtin