SILÊMANÎ
Hunermend Karwan Qadir Kaban li Emneseroke ya Silêmaniyê pêşangeha wêneyan vekir. Pêşangeh 4 rojan (Heta 7'ê mehê) dê vekirî be.
Di pêşangeha Karwan Qadir Kaban de 24 wêneyên ku wî çêkirine hene. Wênesaz Kaban ji bo Rojnewsê wisa gotiye: “Min bûyerên dîrokî girtine dest û tabloyên xwe nexşandine. Ev derbirîna hestên min in.”