___Brahîmê Alûcî___
Destpêk
Di vê serdema medyaya civakî de, çîrokbêjiya medyayê hêzeke mezin e ku li ser dîtina me ya rastiyê bandoreke kûr dike. Çîrok ne tenê amûrên kêf û kelecaniyê ne, belkî hêzên bandorkar in ku dikarin bawerî û nirxên me bi şikl û şemal bikin. Dema çîrokên xeyalî rageşiyên (anksiyete) me yên rastîn şewqvedêr (reflektor) dikin, ew dikare wekî delîlên rastîn bêne qebûlkirin.
Ev rewş, bi taybetî ji bo civaka kurd û Kurdistanê girîft û gelemşeyê çêdike. Li Kurdistanê ku bi salan e şer û pevçûn, tunebûna azadiyê û sansûra medyayê re rû bi rû ye, çîrokbêjiya medyayê dikare hem wekî amûrek azadiyê û hem jî wekî amûrek manîpûlasyonê were bikaranîn. Dema çîrokên li ser şoreşên kurd, mafên mirovan û azadiya civakî di medyaya civakî de belav dibin, ew dikarin baweriya civakê bi awayên cur û cuda bi şikl û şemal bikin.
Mirov bi awayekî siruştî dilê xwe ji çîrokan re vedike. Li gorî derûn û derûnnasiyê, çîrok amûrên hêzdar in ji bo çêkirina baweriyê ji ber ku bi hestan re tevdigerin û ramana rexnegir (critical thinking) kêm dikin. Ev diyarde ne tenê di çîrokên kevnar an folklorî de têne dîtin, dibe ku di hemû cureyên medyaya nûjen de jî xwe nîşan bide. Bername, fîlm, stran û heta cih û warên civakî yên ku me bi çîrokan re nas kiriye, dikarin perspektîfa me ya li ser cihanê vebiguherînin û bandorê li biryarên me yên girîng bikin.
Ji bo gelê kurd ku di nav çend dewletan de parçe bûye û bi zimanê xwe nêzî nivîsandin û xwendina fermî nehate destûrkirin, çîrokbêjiya devkî û medyaya civakî girîngiyeke wê ya taybetî heye. Çîrokên ku li ser platform û kanalên kurdî belav dibin, ne tenê ji bo agahdarbûnê, belkî ji bo çêkirina nasnameya civakî û siyasî jî rolê dilîzin.
Gava çîrokek bi metafor û wêneyên sembolîk zengîn be, ew modêlên zihnî (mental models) yên heyî çalak dike û astengiya me ya ji bo razîbûnê zêde dike. Çîrokên xeyalî dikarin wekî delîl bêne xeletkirin gava ew "rast xuya dikin" û rageşiyên takekesî reflektor dikin. Ev mekanîzma bi taybetî dema ku em bi naverokên ku rageşiyên me yên kûr vedibêjin re rû bi rû dimînin de xurt û bi hêz dibin.
Hêza çîrokbêjiyê li zihnê mirov
Derûnnasê venasînî (cognitive psychologist) îdîa dikin ku mirov bi du awayên cuda difikirin: Yekem, paradîgmatîk e ku li ser lojîk (vac/mantiq) û zanistê bingehîn e û duyem, vegotinî (narrative) ku li ser çîrok û pêbaweriyên bingehîn e. Dema ku awayê paradîgmatîk ji me re dibe alîkar ku analîz bikin, dane û agahdariyên heyben (objektîf) bi rê ve bibin, awayê vegotinî em hest dikin û têkiliyên sebeb-encamê li ser jiyana rojane organîze dikin.
Ev diyarde ji bo me kurdan bi taybetî girîng e ji ber ku di çanda kurdî de çîrokbêjî û vegotina devkî ciheke girîng digire. Çîrokên mezinên me, wekî yên Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, ne tenê çîrokên evînê ne, belkî di heman demê de sîmge û temsîlên bergiriya li dijî zalimî û şoreşa ji bo azadiyê ne. Van çîrokan di nav civaka kurd de wekî mîtolojiya civakî erk û fonksiyona xwe heye û hêj jî di fêm û têgihîştina me ya li ser jiyan û siyasetê de bandordar in.
Vegotin xwedî hêzeke taybet e ku mirov dikare bi hêsanî di navbera rastî û xeyalî de her û were. Ev ji ber ku hest di her du rewşan de rast in. Gava em çîrokeke ku bi ezmûnên me ên jiyana rastîn re hevgirtî dibînin an dibihîzin, mejiyê me ewê wekî şahidî û agahdarî ya rastîn qeyd dike. Ev diyarde bi taybetî dema çîrok bi hûrgiliyên teknîkî, lîstikvaniya profesyonel û berhemdanê ya bilind re tê pêşkêşkirin xurt û bihêz dibe.
Ji bo me kurdan, ev hêza çîrokbêjiyê di serdema dîjîtal de erk û fonksîyonên nû ji xwe re peyda kiriye. Kanalên kurdî yên înternetê, ji Kurdistan TV û Stêrk TV heya kanalên herêmî, bi çîrokên li ser dîroka kurdî, êrîşên Enfal, şoreşa Newrozê û xebatên takekesî çîrokbêjiya hestiyar dikin ku bandorê li ser bawerî û nirxên civakê dike. Ev çîrokan ne her gav li gorî rasterastiya dîrokî tên vegêran, lêbelê bandora wan li ser civakê rastîn e.
Çawa veguheztina vegotinê (narrative transportation) bandordar e
Veguheztina vegotinê hesta bi giştî tevkeviya çîrokê dike ku tê de mirov ji cihana xwe ya rastîn derdikeve û dikeve nav cihana çîrokê. Çiqasî çîrok ji hêla hestî ve têkilhev be, ewqasî em vediguherin û wê rast hest dikin. Ev prosesa di zihnê me de gelek tevlihev e û bi hêzên cuda yên derûnî û giyanî tê rêvebirin. Gava em bi çîrokeke bandorkar re rû bi rû dimînin, mejiyê me dest bi berhemdanê ya wêneyên zihnî dike, hest çalak dibin û em dest bi hestkirina wê çîrokê wekî beşeke ji ezmûn û serpêhatiya xwe ya takekesî dikin.
Ji bo civaka kurd, ev diyarde bi taybetî di fîlm û beşdarîyên li ser bergiriya kurdî de xuya dibe. Fîlmên wekî "Turtles Can Fly" yê Bahman Ghobadi an jî "Girls of the Sun" bandoreke kûr li ser civaka kurdî û neteweyên din kiriye. Ev berhem ne tenê li ser dîroka kurdî agahdarî dane, belkî di heman demê de hestên xurt ên hevdilî (empatî), xemgînî û serhildanê afirandiye. Temaşevanên van fîlman piştî temaşekirinê destnîşan dikin ku ew "wekî ku di nav rûdanê de bûne" hest kirine.
Gava tirs -çavkanî ji korteksta me ya prefrontal- ku li ser ramana rexnegir û analîzê berpirsiyar e veguherîne amîgdala me ku li ser hestan û bersivên bilez berpirsiyar e, hêz û şiyana me ya nirxandinê bi awayekî heyben (objektif) kêm dibe. Dema em dîmenên dijwar an tirsnak dibînin, wekî zarokên ku di şer de dimirin an bi awayekî xeternak tên bandorkirin, tirsa me tê çalakkirin û mejî kêlîyê bi giraniya hestî destnîşan dike.
Metafor û sembolên bandorkar
Bername û naverokên medyayê ne tenê ji hêla hestî ve bandordar in, ew bi sembol û metaforan zengîn in ku bandoreke kûr li ser fêm û têgihîştina me ya mijarê dikin. Naverok û avahiya medyayê bi metaforên veşartî û eşkere yên ku bi girêdana bi modêlên zihnî û hestan ên ku di mejiyên me de têne hilanîn re bi bandor in û agahdariyên zêde vedihewînin û metafor û kurterêyên venasînî ên nû û zeliqandî çêdikin.
Ji goşeyên kamerayê heta wêneyên konkrêt, metafor dikarin têkiliyên razber û abstrakt wekî zexta siyasî bikin wêneyên zelal û konkrêt wekî qedexekirina zimanê dayikê, bi vî rengî bîr û wateyê çarçove bikin. Di medyaya kurdî de, metaforên wekî "Axa, Bav, Dê, Pîr û Kal", "Xwîna Şehîdan", "Agirê Newrozê" ne tenê peyv in, belkî sembolên çandî ne ku hestên qûl ên nasnameya kurdî çalak dikin.
Ev metaforan ne tenê fêm û têgihiştina mijarê hêsan dikin, dibe ku rewşa hestî jî çêdikin ku mirov bi lez bersivê dide. Gava metaforeke razber û abstrakt dibe konkrêt û hestpêkir, ew dibe beşeke ji ezmûn û serpêhatiya me ya takekesî û em ê wê bi hêsanî qebûl bikin. Wekî çîrokên li ser "dayika ku zarokê xwe li ber çavên xwe di êrîşeke kîmyewî de winda dike" ne tenê agahdariya dîrokî ne, belkî metaforên çandî ne ku li Kurdistanê bi ezmûn û serpêhatiyên şexsî yên gelek takekesan re têkildar in.
Çawa çîrok dibe delîl
Gava çîrokbêjî rageşiyên herî mezin ên civakekê reflektor dike, metafor dibe rastî-nêzîk, ji hêla hestî ve rast, heger ne ji aliyê rastiyê ve. Derûnnas vê wekî "zanîna vegotinê" (narrative knowledge) pênase dikin ku li ser hevgirtî û pêbaweriyê li ser verastkirinê pêşanî (prioritet) dike.
Ev diyarde bi taybetî di mijarên aloz, tevlihev û hestyar de xurt dibe. Dema mirov bi pirs û girêkeke ku çareseriya wê ne zelal e rû bi rû dimîne, çîrokeke ku çareseriyeke hêsan û xurt pêşniyar dike dikare wekî rêya derketinê bê qebûlkirin. Çîrok ji aliyekî ve hêsaniya fêm û têgihiştinê peyda dike û ji aliyê din ve hestên xurt vedişînin ku mirov ê bi lezûbez bersivê bide.
Li Kurdistanê, ev diyarde bi taybetî di mijara çareseriya pirs û girêka kurdî de xuya dibe. Çîrokên sade yên li ser azadiya giştî, dewleta kurdî an têkiliyên navneteweyî dikarin wekî çareseriyên hêsan û xurt bêne pêşkêşkirin, herçend ku rastiya siyasî gelek tevlihevtir be. Medyaya civakî û kanalên kurdî carinan van çîrokan bi awayekî ku hêvî û baweriyê çêdike pêşkêş dikin, bêyî ku astengî û tevliheviya rastîn bi zelalbûn nîşan bidin.
Nimûneya herî eşkera ev e ku çîrokên li ser "parastina xaka kurdî" dikarin bi sûretên hêja û muzîka hestyar re werin xweşkirin û wekî "erka her kurdî" were pêşkêşkirin. Ev çîrok ne tenê dîtinek siyasî ye, belkî dibe baweriyeke ku mirov bêyî pirsîn û lêkolînê dipejirîne.
Encamên civakî û siyasî
Encamên van diyardeyên derûnî dikarin bi rastî girîng bin ji bo civaka kurd. Dêûbav li gorî çîrokên medyayê yên ku xetereyên onlîne ronî dikin bikaranîna teknolojiya zarokên xwe sînordar dikin. Komên siyasî çîrokên medyayê bikar tînin da ku ji bo rêvebirînên taybetî ên civakî û siyasî lobî bikin. Platformên civakî jî çîrokên sensasyon, temsîlên nerast û agahdariya çewt zêde dikin da ku berjewendiyên xwe yên siyasî an bazirganî biparêzin.
Li Kurdistanê, ev diyarde bi awayên cuda xuya dibe. Partiyên siyasî yên kurdî çîrokbêjiya hestyar bikar tînin da ku piştgiriya civakê bidest xin. Çîrokên li ser "xiyaneta netewan", "berjewendiyên biyanî" an "kedkariya gelê kurd" dikarin wekî amûrên propaganda siyasî bêne bikaranîn. Di heman demê de, dewletên ku beşên Kurdistanê di nav de ne jî çîrokên dijberî bikar tînin da ku tevger û reftara azadiya kurdî wekî "terorîzm" an "xeteriya yekîtiya neteweyî" bikin wêne û sembol.
Ev çîrokan bandoreke rastîn li ser jiyana rojane ya kurdan dike. Ciwanên kurd ku di medyaya civakî de van peyaman dibînin, dikarin biryarên girîng ên li ser perwerdehî, kar û jiyana siyasî li gorî van çîrokan bidin. Hin caran ev biryar rê li ber encamên demdirêj û neyînî vedikin ku mirov tenê piştî salan fêm dike.
Çima ev niha ji bo me kurdan girîng e
Divê em şaş-nebin gava medyaya popûler wekî delîl tê pêşkêşkirin. Çîrok wateya xwe çêdikin, tirs bi form dibin û ji tevliheviyê re zelalbûnê peyda dikin. Ew ji me re dibe alîkar ku li ser tiştên dijwar biaxivin û ji ezmûnên me ên takekesî wateyan derxin. Lêbelê, dema naveroka medyayê hêrstir be ji hêla hestî ve, divê em hişyariya xwe ya ji bo razîbûna vegotinê nas bikin.
Ji bo civaka kurd, ev mijara bi taybetî girîng e ji ber çend sedemên girîng. Yekem, ji ber ku mafê axaftina bi zimanê kurdî û çêkirina medyaya kurdî piştî salan a qedexe û dagirkirinê hatiye bidestxistin, civak hêj jî di pêvajoya fêrbûna bikaranîna medyayê de ye. Ev tê wê wateyê ku kurd hêj jî dikarin hêz û şiyana xwe cuda bikin di navbera çavkaniyên pêbawer û yên ne-bawerdar de bi temamî pêş neaniye.
Duyem, ji ber ku civaka kurd di nav çend dewletan de parçe bûye û her dewlet polîtîkayên cuda yên li ser kurdan dimeşîne, çîrokbêjiya li ser "rastiya kurdî" dikare gelek cuda be. Çîrokek ku li Bakurê Kurdistanê wekî "xiyeneta dewletê" tê pênasekirin, dibe ku li Başûrê Kurdistanê wekî "bergiriya mafxwaz" were pêşkêşkirin.
Sêyem, ciwanên kurd ku di medyaya civakî de mezin bûne, dikarin ji çîrokên hestyar ên li ser nasnameya kurdî, bergirî û azadiyê bi lezûbez bên bandorkirin. Ev bandorkirina bi lezûbez dibe sedema ku ew ji zanînên dîrokî yên rast û tevliheviya mijarên siyasî dûr bikevin.
Em ajelên çîrokbêjiyê ne û ev ne tişteke xerab e. Çîrok beşeke bingehîn a çanda mirov e û dikare ji me re bibe alîkar ku têkiliyên civakî ava bikin, nirxan parve bikin û ji ezmûnên hevpar fêm bikin. Pirs û girêk ew e ku dema çîrok wekî çavkaniya rastî û agahdarî têne bikaranîn, bêyî ku mirov nirxandina rexnegir bike.
Pêşniyarên pratîk
Ji bo ku kurd ji van xetereyên çîrokbêjiya medyayê xwe biparêz in, pêkan e çend gavên pratîk bên avêtin:
Yekem, perwerdehiya medyayê divê di nav civaka kurd de were belav kirin. Ev tê wê wateyê ku mirov fêr bibe ka çawa çavkaniyên medyayê binirxîne, çîrok û rastiyê ji hev cuda bike û agahdariyan ji çend çavkaniyan kontrol bike. Ev perwerdehî dikare di dibistanan, zanîngehan û platformên civakî de were dayîn.
Duyem, çavkaniyên medyaya kurdî yên pêbawer divê bêne pêşxistin. Ev tê wê wateyê ku rojnamegeriya kurdî ya profesyonel were piştgirîkirin, standardên etîkî yên rojnamegeriyê bêne sepandin û sansûra li ser medyaya kurdî were kêmkirin. Kanalên ku çîrokbêjiya hestiyar bikar tînin divê ji aliyê civakê ve bêne rexnekirin.
Sêyem, civaka kurd divê hêz û şiyana xwe ya pirsîna pirsên rexnegir pêş bixe. Dema çîrokek li ser mijarekî hestiyar tê gotin, mirov divê bipirse: "Kîjan çavkanî vê çîrokê vedibêje? Kîjan berjewendî li paş wê hene? Agahdariyên din ên li ser vê mijarê çi ne?" Van pirsan bipirsin ne ji bo ku em ji çîrokan re xwe bigirin, belkî ji bo ku em wan bi hestyariyeke zêdetir bi kar bînin.
Encam
Çîrok hêzeke xwezayî ya mirovan e ji bo têgihîştina cihanê û organîzekirina ezmûnên me. Lêbelê di dema medyaya dîjîtal de ku çîrokbêjî bi hêza mezin û teknolojiya pêşkeftî re tê kirin, divê em hûrgeltir bin. Gava çîrok biryar li ser dê û bavî, perwerdehî an siyaseta giştî didin, divê em wan çîrokan li ber ronahiya rexnegir bigirin û pirsên kûrtir bipirsim.
Ji bo civaka kurd û Kurdistanê, ev mijara girîngiya wê ya taybetî heye ji ber ku em di nav pêvajoya avabûna saziyên medyayê û perwerdehiya venasînî de ne. Dema ku çîrokbêjiya medyayê bibe sofîstîketir, razîkertir û kêmtir zelal e, divê em astengiyên xwe yên xwezayî ji bo çîrokbêjiyê nas bikin û dest bi pirsîna pirsên çêtir bikin.
Çîrok dikarin rastî û xeyalê tevlihev bikin, lêbelê têgihîştina vê bandorê ji me re dibe hêz ku biryarên agahdarkirî bidin û xwe ji manîpûlasyonê biparêzin. Armanc ne ew e ku em ji çîrokan dûr bikevin, belkî ew e ku em wan bi hestiyarî û zanîneke çêtir bi kar bînin. Dema em vê hevsengiyê bi dest xin, em dikarin hem ji hêza çîrokan sûd werbigirin û hem jî ji xetereyên wan xwe biparêzin.
Li Kurdistanê û di nav civaka kurd de, ev hevsengî dê ji me re bibe alîkar ku em hem çanda xwe ya zengîn a çîrokbêjiyê biparêzin û pêş bixin û hem jî di nav cihana nûjen de bi aqil û hestyariyê bijîn. Tenê bi vî awayî em dikarin hem wekî neteweyekî bi nasnameya xwe xurt bibin û hem jî wekî mirovên modern ên ku li cihana dîjîtal dijîn bi serkeftin tevbigerin.
Çavkanî
- Bruner, J. (1986). Actual Minds, Possible Worlds. Harvard University Press.
- Green, M. C., & Brock, T. C. (2000). The role of transportation in the persuasiveness of public narratives. Journal of Personality and Social Psychology.
- Polkinghorne, D. E. (1988). Narrative Knowing and the Human Sciences. State University of New York Press.
Termên sereke
Ramana Rexnegir (Critical Thinking) Prosesa analîzkirina agahdariyan bi awayekî mantiqî (lojîkî) û heyben (objektif) e, bêyî bandora hestan an berjewendiyên takekesî. Ev ram pêdiviya nirxandina çavkanî, dahûrîna delîlan û girtina encamên lojîkî dike. Di jiyana rojane de, ramana rexnegir tê wê wateyê ku mirov berî qebûlkirina agahdariyekê, çavkaniya wê binirxîne, delîlên wê kontrol bike û li ser rastbûna wê bifikire.
Venasînî (Cognitive) Têkildar e bi prosesên zihnî yên wekî bîranîn, fikirandin, zanîn, fêm û têgihiştinê ye. Zanista venasînî van prosesan bi rengekî zanistî lêkolîn dike û hewl dide fêm bike ka çawa mejiyê mirov dixebite. Derûnnasiya venasînî lêkolîna wê dike ka çawa em agahdariyan bi rê ve dibin, bi bîr tînin û ji bo biryargirtinê bikar tînin.
Modêlên Zihnî (Mental Models) Temsîlên derûnî yên ku mirov ji bo fêm û têgihiştina cihanê û diyarkirina çawa tişt dixebitin bikar tîne. Ev modela bandorê li ser çawa em agahdariyan şîrove dikin û çawa em li siberojê diramin dike. Mînak, modêla me ya zihnî li ser "zanîngehê" dibe ku binavên wek "mamostetî, xwendekar, kitêb, îmtîhan" di nav de bike.
Hest (Emotions) Rewşên derûnî yên ku bi hestan û laş re têne pêşkêşkirin û li ser helwest û biryarên me bandorê dikin. Hest ne tenê hestên nav dil in, belkî di heman demê de bandorê li ser çawa em difikirin û biryarê didin jî dikin. Tirsek, keleşî, hêrs, hevdilî hemû hestên in ku li ser biryarên me yên rojane bandordar in.
Veguheztina Vegotinê (Narrative Transportation) Hesta tevahî tevkevî çîrokekê bûne ye ku tê de mirov ji cihana xwe ya rastîn derdikeve û dikeve nav cihana çîrokê. Dema ev veguhezt diqewime, ramana rexnegir kêm dibe û mirov ji peyamên çîrokê re veguherî dibe. Ev diyarde di hemû cureyên çîrokbêjiyê de tê dîtin, ji kitêbên helbestan heta fîlmên Hollywood-ê.
Rawestandina Dîlxwazane ya Bêbawerbûnê (Willing Suspension of Disbelief) Prosesa ku tê de mirov agahdariya xwe ya ku çîroka xeyalî ye ji bîr dike û dest bi jiyana çîrokê dike wekî ku ew rast be. Ev şêwe ji hêla şaîrê Îngilîz Samuel Taylor Coleridge ve hatiye pêşkêşkirin û niha di teoriya edebiyatê de ciheke girîng digire. Wekî dema em fîlmeke fantaziyê temaşe dikin, em dizanin ku ejder rast nîn in, lêbelê em wan wekî rast qebûl dikin.
Awayê Vegotinî (Narrative Mode) Awayê fikirînê ye ku li ser çîrok, pêbawerî û têkiliyên kronolojîk bingehîn e. Ev awayê fikirînê li ser wate, nirx û ezmûna takekesî girîng e. Di vegotinê de, rûdan ne pêk û dane ne, belkî wate û pêwendiyên di navbera rûdanan de ne.
Awayê Paradîgmatîk (Paradigmatic Mode) Awayê fikirînê ye ku li ser lojîk, zanist û dahûrîna heyben (analîza objektif) bingehîn e. Ev awayê fikirînê li ser kategorîze, diyarkirin û îspatkirinê girîng e. Di zanistê de, em bi awayê paradîgmatîk dixebitin - em daneyn berhev dikin, analîz dikin û encamê jê derdixin.
Zanîna Vegotinê (Narrative Knowledge) Cureyê zanînê ye ku li ser çîrok û ezmûnên şexsî bingehîn e û li ser hevgirtî û pêbaweriyê li ser verastkirinê pêşaniyê dide. Ev cureyê zanînê ji zanîna zanistî cuda ye û zêdetir li ser wate û ezmûna mirovî girîng e.
Nîşankerên Somatîk (Somatic Markers) Hestên laşî yên ku di girtina biryaran de rol dilîzin û ji ezmûnên berê tên. Ev şêwe ji hêla zanayê noroderûnnasiyê (neuropsychology) Antonio Damasio ve hatiye pêşkêşkirin û nîşan dide ka çawa laş di prosesa biryargirtinê de beşdarî dike. Wekî dema em li ber biryarekê dimînin û di dilê me de tiştekî "rast" an "nerast" hest dikin.
Korteksta Prefrontal (Prefrontal Cortex) Beşa mejiyê ku li pêşiya serê ye û li ser ramana bilind, plansazî û kontrolkirina hestan berpirsiyar e. Ev beş li ser biryargirtina lojîkî, analîzê û ramana rexnegir bandordar e. Dema ev beş çalak be, em bi awayekî rasyonel û analîtîk difikirin.
Amîgdala Beşa mejiyê ku li ser hestan û bersivên bilez berpirsiyar e, bi taybetî ji bo tirs û xeterê. Dema em bi xeterekê re rû bi rû dimînin, amîgdala bersiveke bilez dide û mejî amade dike ku bergiriya bike an bez bike. Ev bersiv ji ramana rexnegir zûtir e.
Hişyariya Metavenasînî (Metacognitive Awareness) Zanîna mirov li ser prosesên fikirîna xwebûna xwe - zanîna wê ku mirov çawa difikire û çawa fêr dibe. Ev hestyarî dibe alîkar ku mirov qabîliyeta xwe ya fikirandinê kontrol bike û baştir bike. Wekî zanîna wê ku mirov di hin rewşan de zû biryar dide û di hin rewşan de pêdiviya demeke zêdetir heye.
Medyaya Civakî (Social Media) Platformên dîjîtal ên ku rê ji mirov re vedike ku naverokan çêbikin, parve bikin û bi hev re têkilî damezirandî çê bikin. Facebook, Twitter, Instagram, TikTok û platformên weha hemû beşên medyaya civakî ne. Ev platforman bandoreke mezin li ser çawa em agahdariyan dipejirînin û têkiliyên civakî pêk tînin dike.
Çîrokbêjî (Storytelling) Huner û zanîna vegotina çîrokan e ku armancek wê ya taybetî heye - agahdarî veguhaztin, hest çalakkirin an jî mirov razîkirin. Çîrokbêjî ne tenê di edebiyatê de, belkî di rojnamevanî, reklamê, siyasetê û perwerdehiyê de jî tê bikaranîn.
Algorîtma (Algorithm) Rêzika diyar a gavên ku kompûter an platforma medyayê bi kar tîne ji bo biryargirtinê. Algorîtmayên medyaya civakî biryar didin ku kîjan naverokan ji we re tê nîşandan. Ev algorîtmayan bandoreke mezin li ser çawa em agahdariyan dibînin dike.
Propaganda Belawkirina agahdarî, çîrok an îdîayên ku armancê bandorkirina bawerî û helwestên civakê heye. Propaganda dikare rast an derewîn be, lêbelê hertim armanceke siyasî an îdeolojîk heye. Di dîrokê de, hemû hêzên siyasî propaganda bikar aniye.
Manîpûlasyon (Manipulation) Bandorkirina mirov an civakê bi awayekî veşartî û ne etîkî ye ku mirov an civak bi awayekî ku naxwaze an jî agahdar nîne biryar bide an helwestan vebigire. Manîpûlasyon gelek caran bi hestên mirov, rageşiyên wî an jî agahdariya kêm ya wî re tê kirin.
Îdeolojî (Ideology) Komek bawerî, îdîa û nirxên ku li ser cihanê, civakê û siyasetê dîtinek tevahî pêşkêş dike. Her îdeolojî rêbazeke taybetî ya li ser çawa civak divê were organîzekirin û çawa ev organîzasyon dikare were gihîştin pêşkêş dike.
Nasnameya Civakî (Social Identity) Fêm û têgihiştina mirov ji hebûn û xwebûna xwe wekî endamê komeke civakî - netew, ol, pol, çîn, parti siyasî û hwd. Nasnameya civakî bandorê li ser çawa em xwe dibînin û çawa em li hemberî yên-din helwestê hildigirin dike.
Platformên Dîjîtal (Digital Platforms) Malper an sepanên ku li ser înternetê xizmetê didin û rê ji bikaranînan re vedike ku naverokan çêbikin, parve bikin an bikarbînin. YouTube, Facebook, Twitter, Instagram hemû platformên dîjîtal in.
Algorîtma Pêşniyarê (Recommendation Algorithm) Pergalên ku li ser bingeha reftar û tevgeriya berê ya bikaran pêşniyarên naverokê didin. Ev algorîtman "filter bubble" an "echo chamber" çêdike ku mirov tenê naverokên ku bi bawerî û berjewendiyên wî re hevgirtî ne dibîne.
Naverokê Aşopî (Viral Content) Naveroka ku bi bilez û bi rengekî berfereh di medyaya civakî de belav dibe. Naverokên aşopî gelek caran hestên xurt vedibêje - keleşî, hêrs, tirsek an şaşbûn.
Sextekariya Kûr (Deepfake) Teknolojiya ku bi bikaranîna Hişê Çêkirî HÇ (AI) deng û wêneyên derewîn ên ku pir rast xuya dikin çêdike. Ev teknolojî xetereke nû ya ji bo belawkirina agahdariya derewîn e.
Tirs (Fear) Hesteke bingehîn e ku dema mirov bi xeterekê re rû bi rû dimîne çêdibe. Tirs dikare ji tiştên rastîn (wekî heywanekî xeternak) an jî ji tiştên xeyalî (wekî rageşiyên li ser siberojê) çêbibe. Di siyasetê de, tirs gelek caran wekî amûr tê bikaranîn.
Hevdilî (Empathy) Hêz û şiyana fêm û têgihiştina hevparbûna bi hestên kesekî din e. Hevdilî amûreke girîng e ji bo têkiliyên civakî û ji bo fêmkirina perspektîfên cuda. Çîrokbêjî dikare hevdilî û dilsoziyê çalak bike û mirov li hemberî rewşa yên-din hestyartir bike.
Rageşiyên Çandî (Cultural Anxieties) Rageşiyên ku di nav civakeke dîyar de belav in û bi veguhertinên civakî, siyasî an teknolojîk re têkildar in. Wekî tirsa ji windabûna çand û ziman, tirsa ji teknolojiya nû an tirsa ji guhertina nirxên civakî.
Têgihiştina Hevpar (Shared Understanding) Bawerî, zanîn û nirxên ku di nav endamên civakekê de hevpar in. Ev fêm û têgihiştina hevpar bingeha têkiliyên civakî û hevkariyê ye. Çîrok dikare vê fêm û têgihiştinê xurt bike an jî pirs û girêkê çêbike.
Perwerdehiya Medyayê (Media Literacy) Hêz û şiyana analîz, nirxandin û çêkirina naverokê yê medyayê ye. Perwerdehiya medyayê dibe alîkar ku mirov di navbera çavkaniyên pêbawer û yên nebawerdar de cuda bike û naverokê bi rengekî rexnegir binirxîne.
Fêrbûna Rexnegir (Critical Learning) Awayê fêrbûnê ye ku li ser pirsîn, nirxandin û analîzkirinê bingehîn e, ne li ser tenê ji bîr kirina agahdariyan. Fêrbûna rexnegir dibe alîkar ku mirov hêz û şiyana xwe ya biryargirtinê baştir bike.
Zanîna Teknolojîk (Digital Literacy) Hêz û şiyana bikaranîn û têgihiştina teknolojiyên dîjîtal e. Ev ne tenê hêz û şiyana bikaranîna kompûter û înternetê ye, belkî herweha têgihiştina wê ye ku çawa van teknolojian li ser jiyana me bandor dike.
Nasnameya Neteweyî (National Identity) Têgihiştina hevpar a endamên netewekê ji hebûn û xwebûna xwe wekî beşên yek civakê ku çand, dîrok û nirxên hevpar parve dikin. Ji bo me kurdan, nasnameya neteweyî bi taybetî girîng e ji ber ku ew di nav çend dewletan de parçe bûne.
Bergirî (Resistance) Dijberiya li hemberî bandor, zordarî an dagirkirinê. Bergirî dikare bi awayên cuda were kirin - ji bergiriya çekdar heta bergiriya çandî. Di çanda kurdan de, bergirî mijara sereke ya gelek çîrok û stranan e.
Azadiya Civakî (Civil Liberty) Mafên bingehîn ên ku li her civakdariyê hene - azadiya axaftin, azadiya bîr û baweriyê, azadiya civîn û protestoyê. Ev azadî piştgiriya demokrasî û civaka vekirî ne.
Çanda Popûler (Popûlar Culture) Çand û naverokê ku ji hêla piraniya civakê ve tê qebûlkirin û tê bikaranîn. Muzîk, fîlm, TV, lîstik û medyaya civakî hemû beşên çandê popûler in. Çandê popûler bandoreke mezin li ser bawerî û nirxên civakê dike.
***
Nivîsa Brahîmê Alûcî ya ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî