Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê tê
Diyarname
Festîvala Filmên Kurdî ya Parîsê îsal di navbera 4-7’ê de li dar dikeve. Di festîvalê de gelek fîlmên derhênerên kurd ên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm hene.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê îsal 2’yemîn car dê li dar bikeve. Festîval salona ‘’Centre Wallonie-Bruxelles’’ ya li Parîsê li dar dikeve. 4’ê gulanê saet 19’an de bi nîþandayîna fîlmê derhêner Mano Xelîl ê bi navê “Cîran* dê dest pê bike û 7e gulanê saet 20’an de bi nîþandayîna fîlmê derhêner Þewket Emîn Korkî ê bi navê “Ezmûn” bi dawî bibe. Ji bilî van di nav bernameyê de fîlmên metrajdirêj ên wekî “Klama Dayika Min” (Derhêner Erol Mîntaþ), “Xalko” (Derhêner Sami Mermer et Hind”, “Govenda Alî û Zîn* (Derhêner Mehmet Ali Konar), “Bîranîna Hepsê Reþ” (Derhêner Þahram Alidi) hene. Belgefîlmê Rûken Tekeþ ê li ser Heskîfê û dor deh kurtefîlm di nav bernameyê de ne.
Festîvala ku dike sînemagerên kurd bîne cem hev û fîlmên kurdî pêþkêþ bike bi piþtgiriya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Komeleya Sînemayê ya Franko-kurd ‘’CinéBej’’ tê sazkirin. Her wiha Wezareta Çandî û Þaredariya Parîsê jî piþtgirî dide festîvalê.
Bilêtên fîlman bi 5 Euroyî têne firotin. Lê yên bixwazin ji bo her sê rojan bilêtan bikirin, bi temamî 15 Euro ye ji bo 3 rojan. Bilêtên fîlman li gîþeyê têne firotin.
Va ye navnîþan:
Centre Wallonie- Bruxelles
46 Rue Quincampoix
75004
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com