Diyarname
Berpirsê Karên Nivîsaran ê Ozgur Gundemê yê berê Işik Yurtçu îro wefat kir.
Rojnameger Işik Yurtçu di sala 1945'an de li Edeneyê hatiye dinê, Vefa Lisesî û Zankoya Hiqûqê xwendiye. Wî li Enqereyê di rojnameya Yenigun de dest bi rojnamegerî kiriye. Dûre di ULus, Yeni Halkçi, Politika, Dunya, Demokrat, Cumhuriyet û Guneşê de xebitiye.
Dema di sala 1992'yan de rojnameya Ozgur Gundemê dest bi weşanê kir midûrê karê nivîsaran Yurtçu bû. Yurtçu di rojnameyê de 8 mehan kar kir û di vê serdemê de 26 doz lê hatin vekirin; ji van dozan bi giştî 20 sal cezayê hepsê lê hate birîn.
Yurtçu îro li mala xwe ya li Ortakoya Stenbolê wefat kir.
Rojnameger Yurtçu endamê Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) bû û di sala 1998'an de xelata Azadiya Çapemeniyê ya TGC'e girtibû.
Cenazeya Yurtçu sibê nîvrokî li Mizgefta Dereboyu ya Ortakoy piştî nimêjê dê bibin li Goristana Ayazaga veşêrin.
TGC'ê rehmet lê kir
TGC'ê li ser wefata Yurtçu daxuyaniyeke nivîskî weşand. TGC got ku me hevalê xwe Yurtçu ku xwedî nasnameya çapemeniyê ya her demî bû winda kir, em xemgîn in. TGC'ê got ew bi hurmet Yurtçu bibîr tînin û ji bo malbat û civatê sersaxî xwest.


