WAN
Sempozyûma 2yemîn a “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê ku li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin, piştî du rojan bi dawî bû.
Di rûniştinên îro de berî nîvro Dr. Kazhal Fedakar bi sernavê “Li Rojhilat û Sineyê bikaranîna ziman û rewşa kurdî” û Dr. Îsmet Xabur jî bi sernavê “Cihê kurdî ya li Başûr di nava akademiyan de” pêşkeşiyek kir.
‘Parçebûna Kurdan, li pêşiya ziman dibe astengî’
Rûniştina ewil bi moderatoriya endamê Egîtîm Senê Nûrhat Hetav ve hat destpêkirin. Ewilî Dr. Xezal Fedakar axivî: “Li Sineyê tevahiya gel bi kurdî diaxive lê di fermiyetê de kurdî tune ye. Li Îranê gelek milet û ziman hene. Ji wan yek jê ya herî girîng jî kurdî ye. Kurdî, yek ji zimanên nû yên Îranê tê qebûlkirin. Li Îranê gelek berhemên girîng ên bi kurdî hatine afirandin. Kêmbûna pirtûkên zanistî yên bi kurdî û ji ber ku kurdî zimanê perwerdeyê nîn e, ev li pêşiya kurdî dibin astengiyên mezin. Hema hema li her çar parçeyan kurdî heman qederê dijî. Her wiha ji ber ku di navbera kurdan de yekîtiyeke ziman tune ye, ev yek li pêşiya pêşketina ziman dibe astengiyeke mezin.”
‘Li Başûr di vê zimanê kurdî bê ferzkirin’
Piştre Dr. Îsmet Xabur ku li Zanîngeha Duhokê akademîsyen e, diyar kir ku mêtingerî li pêşiya pêşketina zimanê kurdî astengî ye û li dijî vê divê girîngî bi kurdî were dayin.
Xabur, wiha domand: “Girîng e ku em bi kronolojiya zimanê xwe bizanin. Ji ber ku divê em li gorî vê gavan biavêjin. Li Kurdistanê siyaseta ziman nayê kirin. Ne di akademiyan de ne jî di saziyên fermî de siyaseta vê nayê kirin. Li Kurdistanê 49 akademiyenên me hene û ji van tenê 13 jê perwerdeya xwe bi kurdî didin. Anku ji van akademiyenan tenê di sedî 26'an de kurdî heye û ji sedî 73'yan de jî perwerdeya kurdî tune ye. Ev rewşekî gelek biêş e. Li Herêma Federe ya Kurdistanê zimanê fermî kurdî ye lê belê qîmeta pêwîst nayê dayin. Ev rewş jî ziman marjînal dike. Bi taybetî jî ji bo li zanîngehan zimanê kurdî bê ferzkirin, divê biryarek were dayin. Divê zimanê kurdî di dersên bîrkarî û hwd. de bibe zimanê perwerdeyê. Kurdî bi têrî vê dike û jê zêdeye jî. Ji bo vê jî divê li her çar parçeyên Kurdistanê yekîtiyeke ziman çêbibe û di vê mijarê de karên girîng bên kirin.”
Di rûniştina duyemîn de ku bi moderatoriya nivîskar Elîf Gemîcîoglû Yavîç dest pê kir, nivîskar û akademîsyen Dîlawer Zeraq mijara “Dorbendkirina Zimanê Kurdî ya bi Desthilata Zanînê û Sosyo-Polîtîka Berxwedana Kurdî” û Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli jî mijara “Ziman, Siyaset û Hiqûq” pêşkêş kirin.
Zextên netew dewletan
Ewilî parêzer Cemîle Tûrhalli axivî û bal kişand ser têkoşîna Egîtîm Senê ya zimanê dayikê. Cemîle Tûrhalli, da zanîn ku li çar milên Kurdistanê çîroka zimanê Kurdî heman e û got: “Zimanê me dewlemend e û 4 zaravayên bingehîn hene û diyalektîka vê zimanê kurdî ye. Zimanê kurdî jî siyasetê ve eleqedar e û siyaset bi xwe ye. Zimanê me li çar milên Kurdistanê tê înkarkirin, qedexekirin û bindest e. Netew dewlet gava xwe avakir, xwest civakê kontrol bike û ji bo vê polîtîkaya xwe ziman bikaranî. Ziman amûra wan ya sereke bû. Tirkan jî wiha kir û piştî Peymana Lozanê got ku hemû kesên li Tirkiyeyê dijî tirk in û hemû kêmneteweyên din li ser ol pênase kir. Ji bo jiholêrabûna bişaftinê divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”
Bandora telefonê ya li ser civakê
Dûre Dr. Dîlawer Zeraq bal kişand ser homojeniya miletê kurd û behsa berxwedana kurdî ya li dijî bişaftinê kir. Dîlawer Zeraq wiha got: “Sosyolojiya kurdan, bendek danî li ber polîtîkayên komarê yên bişaftinê. Gava kurdî hat qedexekirin, sermiyana çandî ya kurdan jî hat dorbendkirin. Ji bo tirkî qadek hat avakirin û gelek ziman û çandên li Tirkiyeyê hatin qedexekirin. Pişaftin ne ji holê rabûna zimanekê ye, xala yekemîn ya bişaftinê guherandina hiş e û ji navê rakirina sermiyana çandî ye. Piştî salên 1960'an Dibistanên Şevênî (Yatili Okul) li bajarokan hatin damezrandin û kurdên li çolê dijîn bi tirkî re ketin têkiliyê. Vê yekê ev bişaftin li pêş xist, lê heta darbeya leşkerî ya 1980'yan negiştibû armanca xwe. Lê makeqanûna piştî darbeyê de bi aşkere kurdî qedexe kir û polîtîkayên bişaftinê gelek berfirehî xistin meriyetê. Kurdan heta sala 1960'an li dijî van polîtîkayan bi berxwedaneke nebinavkirî li ber xwe da. Di nava dorpêça bişaftinê de xwe parast û xwe geş hişt. Piştî sala 2010'an civakbûna kurdan diguhere û sedema vê yekê jî telefon in. Kurdan bi hev re televîzyon temaşe dikirin, lê telefonê ferdîbûnek bi xwe re anî. Heke berxwedan hebe, zimanê kurdî jî dê mayînde be.”
Piştî axaftinan plaket û pirtûk diyariyê beşdaran kirin û sempozyûma “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” bi dawî bû.
AW
Ji bo hemû bernameyê bitikînin:
- Sempozyûn, "Sosyo-Polîtîkaya Ziman"
**
Nûçeyên Eleqedar:
- 'Weşangeriya kurdî bi rojnameya Kurdistanê dest pê kir'
- 'Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir


