Diyarname
Stranbêje ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Beyonce soz da ku li Rojavayê Afrîkayê bîran bikole. Ava paqij ku ji van bîran bê derxistin dê li 120 hezar kesî belavkirin.
Roja 22'yê adarê Rojava Avê ya Dinyayê bû û di vê rojê de Beyonce soz da ku li Burundî ya Afrîkayê bîran bikole.
Beyonce par ligel UNICEF'ê tevgera alîkariyê "BeyGood for Burundi" da des pê kirin û ji bo ava paqij bigihîne Rojhilatê Afrîkayê dixebite. BeyGood for Burundi di bin banê Weqfa Chime For Change ku ji aliyê Gucci ve hatiye avakirin kar dike.
Li Burundî keçikên biçûk ji bo herin ava paqij bînin gelek rê li dû xwe dihêlin û her wiha li ser vê rêyê rastî gelek talûkeyan tên.
Di avakirina Weqfa Chime for Change ku Gucci ava kiribû de Beyonce û Salma Hayek gelek alîkarî kiribû.
Par 35 bîrên avê hatin çêkirin. Niha UNICEF dike ku 80 hebên din jî çêke ku ji bo vê yekê jî mîlyonek dolar lazim e. Dema ev team bibin dê pêdiviya ava paqij a 120 hezar kesî çareser bibe.