Diyarname
Pirtûka nivîskar Gulbejn a bi navê "Monologên Li Ber Şibakeyê" derket. Pirtûka çîrokan ji aliyê Weşanên Zîz ve hatiye weşandin.
Nivîskar Gulbejn ku heta niha nivîsên wê di Diyarnameyê de hatine belavkirin, niha bi pirtûka xwe ya yekemîn li pêşberî xwendevanan e. Pirtûka çîrokan a Gulbejnê ji 9 çîrokan pêk tê. "Rengê Bedengiyê", "Kesa Çaremîn", "Monologên Li Ber Şibakeyê", "Tenêtî", "Seata Pîr", "Pênc Sal û Dozdeh Seat", "Xeyala Li Pişt Derî", "Eşqa Mamoste" û "Du Roj û Sê Şev" çîrokên di nav pirtûkê de cih girtine ne.
Her çîrok bi tena serê xwe gelek hestên ji hev cuda û hemhestîyek xurt hatiye xemilandin. Çîrok wekî ku giredayî hev xuya bikin jî her neh çîrok ji hev cuda ne.
Tenêtî û penaberiyê li ber şibakeyên hezkirin, bêrîkirin, bêdengî, şev, dûrbûn, nebanî, xweza û rêwîtî di nav çîrokan de hatine honandin.
Hin çîrok wekî dem car caran xwendevan ber bi dema bihurî ve dikisîne û car din vedigerene kêlîya ku tê de.
Nivîskar xwestîye bi hestên kûr û bi dengekî realîst tehm bide her çîrokan. Çîrok bi bîranîn, şikestin, hîs û benden hestan bi rengekî resen û her wiha bi honake xwezayî hatine vegotin.


