Diyarname
Avakare Microsoftê, yek ji dewlemendên mezin ê dinyayê Bill Gates eşkere kir ku heta 2045'an dê 200 mîlyar dolar pereyên xwe diyarî Weqfa Bill Gatesê bike. Bi ser vê weqfê re ev pere dê ji bo feqîrên dinyayê bê bikaranîn.
Weqfa Gates niha 25 saliya xwe pîroz dike. Melinda French Gates dema 35 salî, Bill Gates dema 44 salî bû, di sala 2000'î de wan ev weqif ava kiribû. Ji wê demê de ev weqf di warê tenduristî û xebatên însanî de kar dike. Gates di 25 saliya weqfê de eşkere kir ku ji bo 20 salên pêşiya me jî ewê alîkariya xwe ya ji bo weqfê bidomîne û ev reqem eşkere kir.
Li gor nûçeya ku Reutersê belav kiriye weqfa wan roja 31'ê berfanbara 2045'an dê bê girtin. Wan plan kiribû ku 35 salan kar bike, bi vî awayî weqif dê demek dirêjtir kar bike. Heta wê demê ewê her alîkariyê bike û ev reqem dê bigihîje 200 mîlyar dolarî, paşê dê weqfê bigirin.


