Diyarname
Rayedarên nexweşxaneya ku Wekîlê Serokê Meclisa Tirkiyeyê yê DEM Partî û endamê Heyeta Îmralî Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin daxuyanî dan.
Di daxuyaniya ku vê sibê belav kirine gotine ku ew bi ECMO (cîhaz piştgiriya dil) ve girêdayî ye û wisa gotine, "Mixabin rewşa norolojîk her ku çûye xira bûye. Em hatine asteke xirabtir. Refleksên nexweşê me kêm bûne, rewşa parçeya li mejî didome. Mixabin talûkeya canê wî her ku diçe zêdetir dibe. Lê bi sebir em radiwestin û li bendê ne."


