Amed
Şaredariya Bajarê Mezin xwest foneke ji bo Komeleya Banqa Erzaq a Sarmaşikê veqetîne. Lê Walîtiya Amedê nehişt. Walîtî sedem jî wekî "Ev komele li gor fêdeya raya giştî naxebite" nîşan da.
Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Sarmaşik Dr. M. Selîm Olçer, bertek nîşanî vê helwesta Walîtiya Amedê da û diyar kir ku Walîtî ketiye nava helwestek siyasî û dixwaze gelê Amedê yê xizan birçî bihêle.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xwest fonek ji Komeleya Banqa Erzan a Sarmaşikê re veqetîne, lê rastî astengiya Walîtiya Amedê hat. Rêveberên Komeleya Sarmaşik a Banqa Erzaq, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku Walîtî dixwaze komeleyê îlegal bike û gelê xizan ji erzaqê mehrûm bihêle. Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Sarmaşik Dr. M. Selîm Olçer, der barê vê helwesta Walîtiya Amedê de li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Civîn, di bin pankartên "Xizanî binpêkirina mafan e" û "Walîtiya Amedê 15 hezar mirovên xizan mahkûmî birçîbûnê dike" de pêk hat. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên şirîkê projeya Banga Erzaq Odeya Bazirganî û Pişêsazî ya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Odeya Endezyaran a Amedê, Odeya Endezyaran û gelek saziyên civakî amede bûn. Gelek malat jî ji bo piştgiriyê beşdarî civinê bûn.
Olçer da zanîn ku 46 saziyên hevbeş vê projeyê dimeşînin û wiha got: "Xebata 33 mehan a komeleyê ji bo piştgiriya malbatên xizan tê kirin. Alîkarî tenê ji bo kesên xizan û hatina wan tune tê kirin. Komele, ji 4 hezar û 500 malbatên ku tenê bi alîkariyê dijîn, ji van alîkarî dide 2 hezar û 300 malbatî.
'Walîtî piştgiriya civakê asteng dike'
Olçer, diyar kir ku komele hemû mehan de bi awayekî rêk û pêk alîkariyê dide 15 kesan. Olçer, anî ziman ku alîkarî bi awayekî dilovanî ne bi şeklekî mafên xwezayî dikin. Olçer, destnişan kir ku komeleya wan bi şertên kêm de piştgiriya civakê afirandiye û Walîtî bi biryarekî siyasî dixwaze komeleya wan ji holê rake.
Olçer, anî ziman kir ku niha ew alîkariyê didin 2 hezar û 300 malan, lê 2 hezar malên din ku pêdiviya wan jî bi alîkariyê heye nikarin alîkariyê bidin wan. Komele digel ew qas alîkirayê dide malbatan jî rastî astengiya Walîtiya Amede hatiye. Olçer, da zanîn ku walîtiyê komele wekî "ji bo fêdeya raya giştî naxebite" nîşan daye û fona Şaredariyê ya ji bo Projeya Banqeya Erzaq red kiriye.
'Biryar siyasî ye'
Olçer, anî ziman ku biryara rawestandina rêveberiyê hiquqî nîn e siyasî ye. Olçer, destnişan kir ku di pêvajoya 33 meha de mufetîşan kontrol kirine û tu tiştê dijî zagonê nehatiye kirin û ev yek di raporên mifetişan de jî hatiye diyarkirin. Olçer, bilêv kir ku ji bo Projeya Banqaya Erzaqî serlêdane û serlêdana wan hatibû qebûlkirin lê Walîtiya Amedê red kiriye. Olçer, xwest ku kesên hestiyar li hemberî van pêkutiyane bêdeng nemînin û alikariyê bidin komelê.
Serokê Baroyê Aktar: Biryar derveyî hiqûqê ye
Serokê Baroyê M. Emîn Aktar, diyar kir ku tişta herî xemgiyê çêdike, devlîbûna vê biryarê ya darazê ye û wiha got: "Biryara sekinadina rêveberiyê bi 2 rewşan ve hatibû girêdan. Ya yekem, di rêziknameya der barê alîkariyê de, bi awayekî vekirî hatiye nîşandin ku 'di xizmeta tê kirin ger sûda cemaweriyê li ber çavan digire' bes e. Diyar e ku ev daxuyanî derveyî hiqûqê nîn e. Ya din jî, rê li ber zirarên ku nayên telafîkirin vedike.Lazim e bêpirsîn. Pêkanîna vê alîkariyê dê rê li ber zirarên ku nayên girtin veke, yan jî nekirina vê alîkariyê? Di encama darizandinê de ger bê kişiftirin ku ev biryar derveyî hiqûqê ye jî, ev pereyên ku ji aliyê şaredariyê hatiye dayîn, di biryarê de peywirdarê şaredariyê yên ku îmzeya hene, neminkûn e ku bi ricayê bên xwestin. Gelekî vekiriye ku biryara darazê bêhiqûq e. Ez banga hestiyariyê li amediyan dikim. Em dê nehêlin xizanin me destên xwe vekirin."