Qamişlo
Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê 23'yemîn salvegera koça dawî a helbestvan Seydayê Tîrêj de şevbuhêrkeke hunerî li dar xist û ew bibin anî.
Şevbihûrk êvara 23'yê meHê li Parka Xwendinê ya li Qamişloyê li dar ket. Di şevbuhêrkê de gelek hunermend, rewşenbîr, helbestvan û nivîskar amade bûn.
'TIŞTÊN WAN BINGEHA KARÊ ME YÊ NIHA YE'
Pêşî Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantonana Cizîrê Ebûd Mexso Seydayê Tîrêj bi bîr anî û got: "Helbestvanê nemir di serdemkê de jiya ku çanda kurdî qedexekirî bû. Em wekî rewşenbîr jî divê mîrasa wî vejînin. Ji ber ku tiştên ku wan kirine bingeha karê me yê niha ye."
Kurê helbestvanê nemir, Cemal Tîrêj jî spasiya Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kir û hêvî kir ku hemû wêjevan û helbestvanên nemir werin bibîranîn.
Piştre sînevîzyonek li ser jiyana helbestvanê nemir Seydayê Tîrêj hat nîşandayîn; helbestvanan helbestê Tîrêj xwendin û her wiha stranên ku ji gotinên helbestên Seydayê Tîrêj hatibûn çêkirin jî hatin strîn.
KURTEJIYANA SEYDAYÊ TÎRÊJ
Seydayê Tîrêj (bi navê xwe yê din Mela Nayîf Hiso) di sala 1923'yan de li gundê Necim ê di navbera bajarên Amûdê û Qamişloyê hatiye dinê.
Seydayê Tîrêj di nûciwaniya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Di heman demê de yekî çalak bû jî. Loma di sala 1952'yan de rejîma Baas wî digire. Di dema vê girtinê de dîwaneke wî ya helbestan tê windakirin ku têde gelek helbest hebûn.
Seydayê Tîrêj bi sedan helbest di nav 3 dîwanên helbestan ên bi navên "Xelat", "Zozan" û "Cûdî" de nivîsandin.
Seydayê Tîrêj roja 23'yê adarê 2002'yan de canê xwe ji dest dabû.


