Diyarname
Pêşbaziya ku dê jîrekiya ciwanan derxe pêş dest pê dike. Pêşbazî li benda serîlêdanên we ye.
Bi navê "Min Ciyawaz im" pêşbaziyeke li dar dikeve. Di pêşbaziyê de beşdar ji stranbêjî û sazbendiyê bigre heta akrobasî û bizarîkirinê, ji çêkirina xwarinan bigre heta sihêrbaziyê dikarin huner û jîrekiya xwe pêşkeş bikin.
Pêşbazî di nav meha pêşiya me de bajarên wekî Amed, Stenbol, Mêrdîn, Riha, Culemêrg, Kerkûk, Dihok, Silêmanî, Mûş, Sêrt, Stenbol, Wan, Mêrsîn, Sine û Edene jî di nav de dê li 13 bajaran li dar bikeve. Kesên ku li bajaran bi ser bikevin dê di fînalê de derketin pêşberî hev û ji bo Xelata Mezin bi hev re bikevin pêşbaziyê.
Yên bixwazin beşdarî pêşbaziyê bibin divê forma serîlêdanê dagirin û ji amadekarên pêşbaziyê re bişînin. Amadekarên pêşbaziyê wekî jurî jî navê hunermend Xêro Ebbas, Hekîm Sefkan û Rewşan Çeliker diyar kirine.
Pêşbazî ji bo Zagros TV tê kişandin û her beş dê di televîzyonê de bê nîşandayîn.
Ji bo kesên eleqedar vaye telefon û navnîşana pêşbaziyê:
Telefon: 02122437489


