Culemêrg
Heyeta BDP, KCD, HDK, EMEP, SDP, ODP û ji ESP’ê pêkhatîn ji bo hûrkolînan bikin çûbûn navçeya Şemzînana Culemêrgê, li gundê Baglarê rastî kontrola gerîlayên HPG’ê hatin.
Di nav de Hevseroka KCD'ê û Parlementera Wanê ya Serbixwe Aysel Tûglûk, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, li ser navê HDK'ê Parlementer Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel, parlementerên BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Halîl Aksoy, Nazmî Gur, Îdrîs Baluken, Seroka EMEP'ê ya Giştî Selma Gurkan, Hevseroka ODP'ê ya Giştî Bîlge Seçkîn Çetînkaya, Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag, Serokê Rêxistina EMEP'ê ya Amedê Mehmet Aslanoglu jî hebûn çûbûn Culemêrgê. Li ser rêya gundê Baglar û bajaroka Rûbarokê heyet rastî kontrola rê ya gerîlayên PKK'ê hat.
Gerîlayan di dema derbasbûna heyetê de wesayît rawestandin û nasname kontrol kir. Gerîlayan ji bo gel axivî. Paşê gerîlayan bere xwe da heyetê û bi Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û mebûsên re axivî; qala rewşa herêmê kir. Gerîlayan piştre destûr da ku heyet derbas bibe.
DÎHA


