Xizan Şîlan
Min pirtûka “Helbest çi ye?” yê nivîskar û helbestvan Kamran Simo Hedilî ya li ser navê Weşanxana Enstîtuya kurdî hatiye çapkirin xwend. Pirtûk ji deh babetên cuda yên ku girêdayî helbestê ne pêk tê.
-HELBEST Û ROLA WÊ YA
DI PÊŞXISTINA CIVATÊ DE
-HELBEST Û DANASÎNA WÊ
-HELBEST Û ZIMAN
-HELBEST Û ÎLHAM
-HELBEST Û HIŞYARIYA HEVPAR
-HELBEST Û HESTÊN AZADIYÊ
-HELBEST Û HELBESTVAN
-HELBEST Û WERGER
-HELBEST Û SEMBOL
-HELBEST Û FELSEFE
Ez ê li ser hin mijarên pirtûkê bi kurtî çend gotinan bêjim û mînakan jî ji pirtûka hêja bigrim û diyarî we xwendevanan bikim.
Di beşa “helbest û rola wê ya di pêşxistina civakê de” Kamran Simo, di jiyana mirov û civatan de helbestê çawa roleke mezin leyistiyê û bandoreke çawa li ser zanîn, pêşxistin û têgihêştina mirovan çêkiriyê bi zimanekî zelal peyvan li aşê dema wêran dihêre, dihûne û tîne ziman. Dibêje; “Helbestvan, li nav baxçeya gulên rengîn li Cîhaneke xweşik, wekhevî, bê şer û kuştin, li aştî, xoşewistî û li qenciyê digere.”
Di beşa “di hemû bizavên pêşketina mirovan de helbest heye” de nivîskar dibêje; heta vê gavê tiştên ku ji kevnedîrokê ketine destên me, çi nivîskî bin û çi bi devkî bin bi rêya helbestê gihîştine me. Em van peyvên zêrîn bi xêra helbestê nas dikin, dixwînin û dibêjin. Helbestvanan weke feylezofan raman, xeyal, hest û armancên xwe bi riya helbestê anîne ziman.
Di beşa ”kirasê danasînan li bejna helbestê naye” de nivîskar dibêje; helbest xemla ziman e û ziman jî nasnameya gelan e. Xwedawenda vekirina hest, xeyal û zelaliya rengan e. Şûrê pêşketinê û mertalê berxwedanê ye. Lê hê jî helbest neketiye nav danasîneke hemfikir. Çawa ku jiyan bi rengekî bi tenê nayê xemilandin, her wisa helbest jî nakeve nav çarçoveyeke bi tenê. Helbest, giyanê ku di nav laş de ye. Mirov nikare endamên laş ji hev cuda bike.
Di beşa “rayên ziman di helbestê de ye û zimanê helbestê ne zimanê rojane ye” de helbestvan çawa hest, xeyal û ramanên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin, zimanê ku helbest pê tê nivisandin çi bandorê li hev dikin, bi gotinên kurt û bi hevokên derûnî çawa bandora xwe zêdetir li ser mirovan dihêlin, gringiya hêza ziman, xezîna peyvan, bêyî ku sînoran nas bikin çawa xwe digihînin dilê xwendevanên Cîhanê, nivîskar bi hostatiya gotinên xwe yên watedar şirove dike. Nivîskar dibêje; di dîrokê de şêweya nivîsa pêşî ya xwe nîşan dayî helbest e. Helbest di hest û giyana mirovan de dibin mîna gul û striyên gulan.
Di beşa “jêderên îlhamê hişyarî, hestdarî û zîrekiya helbestvan e” de, nivîskar dibêje; helbest xwe dide nivisandin, an helbestvan helbestê dinivisîne? Û wisa dibêje; bes îlham ne jêderê helbestê ye, ji bo helbest afirandinê ya herî giring cefa, zehmetî û zîrekiya helbestvan heye. Helbestvan dayik e û helbest jî zarokê wê ye. Û wisa berdewam dike; li gel zîrekî û zehmetkêşiya min jî, di nivîsandina helbestê de, ez ji gelek tiştan îlhamê digirim. Hema her tiştî îlham daye min. Şevên tarî, rondikên çavan, evînên qeçax yên ku min nediwêrî ji çûkan re jî bêjim, bîranînên min yên serkeftî, jiyana li biyaniyê, hesreta zarok û malbata min, ev hemû ji min re bûne kaniya îlhamê. Lê ya herî zêde, evîna ku di nava min de şaxvedayî bûye jêdera îlhama helbestên min. Ev jêder dibin sedem ku hest li ser dil û mêjiyê min bişemitin. Ew tişt hestan ji xew hişyar dikin, zîrekî û zehmetiya min jî hestan digirin û dikin helbest. Helbestê, tu hêzên veşartî bi min nadin nivisandin. Ango peydakirina rîsê tevna helbestê di destê min de ye. Rêstin û li mansûr pêçan jî ez dikim û paşê jî bi kedeke mezin dihûnim. Helbestvan bi xweşikkirina zimanê helbesta xwe nirxê jê re diafirîne. Bi afirandina nirxa helbestê re xwe diafirîne. Bi afirandina xwe re helbesta xwe dike kaniya ku herkes karibe jê avê vexwe.
Di beşa “bûyîna berdevka civatê û bûyîna peyva civatê erkê helbestê ye” de helbestvan çawa helbestên xwe dikin zimanê lihevparkirina pêhesîn, hest, xeyal û ramanê.. Mirovan derd û kul, serpêhatî, bîranîn, dilxweşî, êşa evîna têkçûyî û şadiyên xwe bi riya helbestê çawa li hevdu parve kirine, nivîskar bi zimanekî xweş şerbeta şîrîn li xwendevanên xwe belav dike û dibêje; ev kesên jankêş weke yên li pêşberî xwe xwedî êş û şadîzan in. Ew dilên xwe bi riya helbestê ji yên pêşberî xwe re vedikin û bi vî rengî agirê şewata dilên xwe hênik dikin. Helbest, hunera ku herkes êş û şadiyên xwe di nav de dibîne ye. Helbest, serhildana hevpariya civatê û rêkûpêkkirina civat û jînê ye. Helbestvan hem xwendevanên xwe dike hevparê kovan û şadiyên xwe û hem jî xwe dike hevparê dilxweşî û kovanên wan.
Di beşa “helbest li dijî hemû xirabiyan çeka serhildana bindestan ya bi tenê ye” de nivîskar wisa dibêje; helbest hêviya rizgarî û azadiyê ye. Bandoreke ber bi çav di pêşengiya pêşxistina hestên azadiyê de heye. Civak û gelên ku helbestvaniya wan li pêş e, hestên wan yên azadiyê jî xurt in. Helbest berxwedane ku pêşî lê nayê girtin e. Hêviya demên bêhêvitiyê, hunera nîşankirina asoya hêviya gelên ku hêviyên wan hatine şikandin e. Ji bo serkeftinê sipehîtiya kulîlka dara hinarê ye. Li vir nivîskar mînakekê ji dengê helbestvanê kurd Cigerxwîn dide;
“Bavê te çû şer, şerê li meydan
Êrîş dibin ser Îran û Tûran
Destên xwe dan hev kurmanc û dostan
De rabe ser xwe kurê min, rabe!”
Û dîsa mînakekê ji Victor Hugo dide; “Di dinyayê de du tişt hene ku ez dixwazim û jiyanê bi min dide hezkirin, evîn û azadî ye. Di ber evînê de pêwist be ez ê jiyana xwe bidim. Lê ji bo azadiyê ez evîna xwe jî feda dikim.” Nivîskar gotina xwe wisa berdewam dike; helbestvanê ku bibe şoreşgerê xwedî giyanekî xurt û li dijî mirinê serî rake, li pêşberî çerxa bêtemen ku dizivire raweste û hesab jê bipirse, ew helbestvan dê bibe pêşengê pêşvebirina jiyaneke xweş û nemir.
Di beşa “dibistana helbest nivisandinê nîne” de nivîskar dibêje; pêwîstiya helbestvan bi xwendina akedemî û zanîngeheke baş nîne. Ji ber ku ne dibistana helbestê heye û ne jî mamosteyên helbestnivisandinê hene. Ya herî giring ji bo helbestvan xwendina pirtûka ye. Roman, çîrok û kompozîsyon çawa tên nivîsandin piçek be jî mirov dikare bide zanîn û şêweya nivîsandinê bide fêhmkirin. Lê hunera helbestnivîsandinê, pêwîstiya xwe bi pir xwendin, bihîstin, dîtin û bi hîskirinê heye. Helbestvan ji her tiştên ku dixwînin, dibihîzin, dibînin û hîs dikin sûd werdigirin. Çirûskan direşînin ser xem û xeyalan û ji xewnên ramanê re pencerê vedikin.
Di beşa “helbest ji pêwistî, nebûn, êş, evîn û şadiyên helbestvan dizê” de nivîskar mînakekê ji Schopenhaur dide ” Her daxwazî ji pêwistîyekê, ji nebûnekê û ji êşekê dizê” û gotina xwe wisa berdewam dike; helbesta ku ji raman û hestên afirîner derkeve, hesaban ji tu kesî nake. Rastiya helbestê di hostatiya form, estetîk û hûnandina raman, hest û xeyalên helbestvan de ye. Ji bo helbesteke baş were nivîsandin, divê helbestvan li dengê hawar û fîxanên ku ji kûrahiya nava dilê wan tê guhdar bikin, da ku ev deng ji wan re bêje ”binivîse ya nava dilê xwe”. Nivîskar li vir mînakekê dîsa ji Victor Hugo dide ”Ji berdêla ku dê ji helbesteke min a nebaş re çepik lê bikevin, bila ji helbesta min a baş re fîtik lê bikevin çêtir e”. Û wisa berdewam dike; helbesta ku ji kûrahiya dil û ji bîranînan tê dibe helbesta baş. Gelek helbestvanên navdar di helbestên xwe de behsa xwe û evîna xwe kirine. Wan daxwazên xwe, xem û xeyalên xwe bi zimanekî helbestwarî anîne ziman. Helbestvan rastî û xeyalê taswîr dike, şirove dike û dixe nav çarçoveyeke rengdar. Bi vî şêweya rêstinê çêj û lezetê dide xwendevanan û giyanê wan tîne coşê.
Di beşa “helbestvan nêçîrvanên cuda ne, her yek ji wan li cîhekî nêçîrê dike” de nivîskar wisa dibêje; em bi çavên cuda li helbestê dinêrin, ji ber ku em hemû helbestê ji hev cuda fêhm dikin. Em nêçîrvanên cuda ne, her yek ji me li cîhekî nêçîrê dike. Li cihên cuda, ji kaniyên cuda em avê vedixwin. Em di bin şînahiya asîmanekê de ne, lê hin ji me mandû, hin ji me serxweş, hin ji me evîndar, hin ji me di bin siya tirs û birçîbûnê de li asîman dinêrin. Ji ber wê hin ji me asîman şîn, hinek ji me sor û hinek jî bêreng dibînin. Li gor hinan helbest xoşewîstiya bi evîndaran re ye û henasa jyanê ye. Li gor hinan helbest şerbika rondikên çavên wan e, dîrok e, evîn e, azadî ye, şer û coşa ciwaniyê ye. Ji bo wê her xwedevan bi çavekî cuda helbestê dixwîne. Di helbestê de rengên ji hev cuda dibînin û jê çêjên cuda digirin.
Di beşa “zimanê sembolan ji zimanê peyvê kevintir e” de nivîskar, di helbestê de cihê sembolan çi ye, bi çi mebestê sembol û îşaret têne bikaranîn û di dîroka danasîna helbestê de çawa cihekî girîng girtiyê, wisa tine ziman; eger mirov bala xwe bide mirovên ku diaxifin, dê bibînin ku bi axaftina peyvan re pir caran dest, çav û rû li kêleka peyvan para xwe xistine axaftinê. Zimanê nîşan û sembolan girîng e. Mirovên berê, dema li ser zinaran wêne çêdikirin sembol bûn. Bi wan wêneyan, xwe ji metirsiyan rizgar dikirin û bi wan wêneyan baweriya xwe dianîn ziman. Ji bo vê mirov bi zimanê nivîsê re, zimanê sembol û nîşanan bikartîne û derbirîna xwe a hunerî pê dixemilîne. Ev jî hunermendiya herî bilind e ku helbestvan bikartînin. Baweriyeke helbestvan bi tenê heye, ew jî bi sembolan destpêkirina tevgera xweşikiya helbestê ye. Ji bo xweşikkirina helbestê pêşî li rês û forma hûnandinê dinêre. Çiqas kar li ser were kirin û çiqas bi zehmetî hatibe hûnandin, ewqasî helbest sipehîtir dibe. Nivîskar mînakekê ji Leandr dide; “helbest henasa sipehîtiyê ye” û dibêje; ev jî bi xweşikkirina sembolan dibe. Sembol meqiyajkirina rengan û xweşikkirina dengan e.
Di beşa “helbest û felsefe” de nivîskar dibêje; helbest û felsefe hevalên rêwîtiya dîrokê ne. Di felsefê de aqil,mantiq derdikeve pêş, lê di helbestê de hest derdikevin pêş. Mantiq bêyî hest bi tena sere xwe kor e, hest jî bêyî aqil bi tena sere xwe lal e. Lewra herdu jî bi hev re dimeşin. Herdu jî di noqteya giştî de li zanîna tiştan, sedem û mebestan dinêrin. Helbest strana dil e û felsefe jî ya aqil e. Helbest û felsefe du cureyên têgihîştinên cuda ne. Yek nave beşekî hunerê ye, ya din nave fikirkirina bi pergal û zanîsta giştî ye. Di helbestê de huner li pêş be jî, di gelek helbestên hin helbestvanan de felsefe xwe derdixe pêş. An jî huner û felsefe bi hev re di nav helbestên wan de dimeşin. Di afirandinê de tiştên ku helbestvan dijî, feylezof di kûrahiya bîra ramanê de difikire. Helbestvan feylezofê hest, xeyal, xewn û ramanên xwe ye. Feylezof jî helbestvanê çîroka gerdûna ku em tê de dijîn e. Helbestvan bi dengekî bilind dike qîreqîr, qêrîn geh hawara serhildanê ye, geh gaziya cejn û şahiyê ye, an jî bi girîn û gazincan daxwaza xwe tîne ziman. Lê karê herduyan jî felsefeya jiyanê ye. Helbestvan kesê ku li nav keftelefta bi nefsa xwe re ye. Nivîskar li vir mînakekê ji Schiller dide; ”mirovên azad dirûvên Yezdanan didin û mirovên ku nefsa xwe kuştine azad dibin” û gotina xwe wisa didomîne; bi rastî mirovên ku ji dîlîtiya nefsa xwe rizgar bûn î û di riya mantiqê de dimeşin azad in.
Nivîskar di dawiya gotina xwe de bi kurtî wisa dibêje; di hemû tiştên aqil afirandî de helbest heye.
Ev pirtûka helbestvanê hêja bi hûnandina peyv û hevokên xwe yên zelal û dagirtî mîna xumxuma ava çemên sar li ser hestên laşê giyana mirovan bi zimanekî xweş diherikîne. Bi hêviya ku helbestvan, wêjevan û lêkolîner vê pirtûkê bigirin, bixwînin, binirxînin û dîtinên xwe bêjin.
Bila destên nivîskarê me yê hêja Kamran Simo Hedilî xweş be û di karê xwe de serkeftî be.
2009-10-28
Stockholm