Stenbol
Zordariya li ser çapemeniyê bi desteserkirina rojnameya Zamanê didome. 6'emîn Dadgeha Sulhê biryar da ku Rêveberiya Kayyubê rojnameya Zamanê birêve bibe.
Kayyumê piştî Koma Koza desteser kir û rêveberiyek nû danî ser, niha jî berê xwe da rojnameya Zamanê ku ev rojnameya Cemaeta Gulen e. Hat diyarkirin ku Kayyumê rêveberiya Zamanê deste kir û êdî Kayyum dê Zamane bi rê ve bibe.
Gerînendeyê Weşanê yê Zamanê Abdulhamit Bîlîcî, bang li her kesî kir ku xwedî li rojnameya Zamanê derkevin..
Kayyumê dest danîbû ser rojnameya Bugun û Kanal Turk jî. Her du weşan berê baş bi rê ve diçûn lê piştî Kayyumê dest danîn ser bi demekê her du jî hatin girtin.