Diyarname
Reks Tillerson di hikumeta Donald Trump de karê Wezîrê Karên Derve bigire ser milên xwe. Tillerson ji niha de eşkere kir: "Li hemberî DAIŞ'ê mutefîkên me yên herî baş kurd in."
Serokdewletê nû yê DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) Donald Trump piştî 20'ê vê mehê dê hikumetê dewr bigire. Hêdî hêdî endamên desteya wî ya wezîran jî diyar dibin. Ji bo Karên Derve Reks Wayne Tillerson hatiye diyarkirin. Li DYA'yê kesên bên ser kar (wezîr, serokê îstîxbaratê û hwd) pêşî derdikevin pêşberî Senatoyê, endamên Senatoyê dipirsin, ew bersivê didin. Ji bo Tillerson jî wisa çêbû. Tillerson li ser pirsa "Rêberiya Amerîka dê ji nû ve çawa saz bike", got ku ew dê pêşî ligel mutefîkên wan ên kevneşopî têkiliyê saz bike û got: "Rusya, Tirkiye û Îran li Sûriyê bêyî beşdariya me şertên xwe diavêjin holê."
Tillerson wisa got: "Ligel Serokomarê Tirkiyeyê divê em ji nû ve têkilîdeynin. Bêyi rêberiya Amerîka ji ber Sûriyê ew ket nav metirsiyê. Vegeriya mutefîkê xwe yê din, vegeriya Rusyayê. Divê em jêre bibêjin ku mutefîkiya te ligel Rusyayê nabe, îtîfaqa te ya dikare bidome ligel DYA'yê ye."
Tillerson li ser gava duyemîn ku dê li sûriyê biavêje sekinî, gotin anî ser kurdan û got: "Li hemberî DAIŞ'ê ew mutefîkên me yên herî baş in.Ji aliyê pêşveçûna ber bi Reqayê ve DYA dê piştgiriyê bide wan. Ji bo DAIŞ neçe herêmên din divê koalîsyonek pêşîfirtox çêbibe û divî warî de divê girêdaya bi kurdên Sûriyeyê re careke din bê erêkirin."
Di vê navberê de Berdevkê Wezareta Karên Deve yê Amerîkayê yê niha Mark Toner di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser pirsa "Di hevdîtinên aştiyê de divê kî hebin" de wisa got: "Divê kurdên Sûriyê beşdarî vê pêvajoyê bibin. (li ser pirsa 'Tu dibêjî PYD divê li maseyê be') Li gor fikra me divê ew jî parçeyek vê yekê bin. PYD li sehayê komek e ku hêza wê heye. Di lêgerînên aştiyê yên Sûriyeyê de divê dengê wê jî bê bihîstin."