Diyarname
Li Los Angelesa Kalîfornîaya DYA'yê 7'ê mehê şewatê dest pê kiribû û hê jî didome. Heta niha çi bû?
Va ne kîte:
- Heta niha di şewatê de 10 kes mirine. Tirs ew e hejmara miriyan zêde bibe.
- 180 hezar kes ji cih û warê xwe hatine dûrxistin.
- 10 hezar xanî şewitîne.
- Cihê şewitiye dor 150 kîlometreqorzî ye.
- Texmîn ew e ku 150 milyar dolar zirar çêbûye.
XANIYÊ GIBSON Û HILTON ŞEWITÎ
- Xaniyên navdaran jî di şewatê de şewitîn. Xaniyê lîstikvanê navdar Mel Gibson, dîsa xaniyê Paris Hilton jî di vê demê de şewitî.
- Şefê herêmê got, "Wekî ku bombeya atomê hatibe avêtin".
- Hikumeta Biden eşkere kir ku hemû zirarî dê hikumet bigire ser milên xwe.
- Niha hê li 5 cihan şewat didome.
KESEK HATIYE BINÇAVKIRIN
- Kesekî bi îdîaya "makîneya agirpêxistinê" pêre hatiye girtin û ew hatiye binçavkirin. Îdîa ew e ku vî şewat daye dest pê kirin. Bi rastî vî kesî, yan kesek din şewat derxistiye yan na, li ser vê yekê lêkolîn hatiye dest pê kirin.
- Ji bo dizî çênebe hêzên ewlehiyê li herêmê idgerin.
**
Nûçeyên Eleqedar:


