Diyarname
Entelektuelê navdar Prof. Noam Chomsky kurtedemek berê li hemberî gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, "Li ser vexwendina kurdan ku bi salan di bin zordariyê de ne ez dê bêm Tirkiyeyê". Li ser vê yekê Mebûsê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz îro nameyek ji bo Chomsky bi rê kir û ew vexwend Cizîrê.
Çend roj berê li Tirkiyeyê Akademîsyenan daxuyaniyek weşandibû û gotibû "Em nabin şirîkê vî sûcî." Chomsky jî di nav de hin entellektuelên dinyayê piştgirî dabû vê daxuyaniyê. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ew akademîsyen rexne kiribûn û gotibû "Ew ne rewşenbîr in, ew tarîbîr in" û pêre jî ji bo entelektuelên dinê gotibû, "Bila bên em TirkiyeYê nîşanî wan bidin." Li ser vê Prof. Noam Chomsky gotibû ez ne li ser vexwendina wî têm û wisa gotibû; "Ger ez biryarê bidim ku herim Tirkiyeyê ev yek ne li ser vexwendina wî, muxalifên dilpola ku kurd jî di nav wan de ne ku her di bin zordariyê de ne min vexwînin ezê herim."
Û îro Mebûsê HDP'ê Sariyildiz nameyek ji bo Chomsky şand û ew vexwend Cizîre.