Amed
Piştî DEM Partî li Amedê carek din şaredarî bi dest xist Konseya Bajêr a Amedê çalak kir. Vê konserê niha Meclisa Çand û Hunerê ava kir. Li ÇandAmedê 1'emîn Kongreya Meclisa Çand û Hunerê li dar ket.
Di kongreyê de Sekretera Giştî ya Konseya Bajêr Selvi Tunç axivî û got ku dê Meclisa Çand û Hunerê di warê çand û hunera Amedê de xebatên girîng bike û got, "Ev hê destpêkek e."
Endamê Lijneya Rêveberiya Konseya Bajêr a Amedê Şêrko Kanîwar jî got ku bi sedan hunermendên kurd bêyî li bin banê şaredarî bin jî li mal, kuçe, gund, metropol û diyasporayê xebatên xwe domandine. Kanîwar got, "Em bi rêxistin bin, em hêza xwe bikin yek bêyî şaredarî, bêyî rêveberiyên herêmî jî em dikarin zimanê kurdî pêş bixin."
Piştî axaftinan rêveberiya meclisê ya ji 7 kesan pêk tê hat hilbijartin.


