Amed
Şaredariya Bajarê Sûrê ya Amedê li Dihokê di navbera 27-31'ê mehê de çalakiyên bi navê "Rojên Amedê" li dar dixe. Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demirtaş li ser çalakiyê wisa got: "Bi salan e sîner ketine navbera gelê me û dil hatine parçekirin. Em bi van çalakiyan dixwazin dilan bînin ba hev û digel nêzbûna di navbera bajaran de, em dixwazin gel jî nêzî hev bibin."
Di çarçoveya "Rojên Amedê" de şaredariyên nav amedê Şaredariya Sûr, Yenîşehîr, Kayapinar û Baxlarê dê standan vekin. Her wiha ji ber ku ew jî bi şaredariyên Amedê re Şaredariyên Bira ne şaredariyên Çanakkaleya Tirkiyeyê û Ramallaha Filistînê jî dê di nav çalakiyan de cih bigirin.
Di "Rojên Amedê" de dê nasandina bajarê Amedê bê kirin, nivîskarên ji Amedê jî beşdarî xebat û gotûbêjan bibin.


