Hewlêr
Lîstikvanê şano û sînemaya kurdî Zahîr Ebdullah ku bi nexweşiya penceşêra qolonê ketibû, mir. Lîstikvanê 66 salî ev çar sal bûn bi vê nexweşiyê ketibû.
Ebdullah di sala 1958’an de li taxa Teyrawa ya Hewlêrê hatibû dinê. Sala 1986’an cara yekem di şanoya bi navê ‘Encama Pûlperestiyê’ de lîst û bi vî awayî dest bi lîstikvaniyê kir. Dûre wî di deman lîstikên şanoyê û fîlmên kurdan de rol girt.


