Diyarname
Li girtîgehan zext û îşkence didome. Herî dawî roja 09.10.2024'an girtiyê bi navê Weysî Bîçen, ji bo kontrola tendirustiyê wî sewqî beşa Kardiyolojiyê dikin, li wir leşker zext û zordariyê lêdikin.
Weysî Bîçenê ku yazdeh salên wî ne ku girtî ye, ji bo muayeneyê birin nexweşxaneyê. Lê li wir rastî êrîşa psîkolojîk hat. Xweha wî got, birayê min birin nexweşxaneyê û leşkeran gotin wî tu yê meşa leşkerî bikî. Li gor agahiyên hatine Bîçen xwest van leşkeran gilî bike. Piştî ku daxwaznameya gilîbûnê nivîsand û xwest wan leşkeran gilî bike, zext zêdetir bûn. Daxwaznameya gilîbûnê ne girtin. Leşkeran çêr lêkirine û bi darê zorê li ser wî geriyane. Paşê wî avêtine nezareta nexweşxaneyê û li wir êrîşî wî kirine. Deh mehên wî ma ye ku wê ji girtîgehê derkeve. Xweha wî got, "Her ku dema derkena wî nêz dibe, zextên wan li hemberî birayê min zêdetir dibin."
Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneşê ev bûyer bir Meclisa Tirkiyeyê û ji Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç rewşa meseleyê pirsî. Parlementera Mêrdînê Guneş, di pêşniyarnameya xwe de got, li hemberî wan leşkeran tu lêpirsîn hate vekirin an na? Li gorî kîjan zagonê, li ber deriyê nexweşxaneyê ev zextên bêrûmet lê hatiyî kirin?


