Dahurandina çîroka-nowela “Xadim”*
Ar-da janxwar
“Nivîsandin % 10 xwestek e, %90 xwêdan e “ Marcel Proust
Li ser vê garanê; çêrên havênan -qatixê”novelê”- xwe , rastmalê me daye
1-Ji -der-ket-ina hefsê
2-Malbat û ew
3-Hevalên wî û çûyîna Stenbolê
Ji der-ketin-a hefsê
“Di xwendina rihê lehengan ku em xwe pêþ de nebin, di vê hunerê de emê piçek azweriyê qezenc nekin, ne gengaz e ku em salek bê erjeng jî derbas bikin” Wirginia Woolf
Çîroka qala ku; çîroka
“Wexta darbeya 12’yê Rezberê çêdibê .Jêhat tê girtin.10-15 sala di hefsê de dimîne þûnde , tê berdan. Jêhat, gava ji hefsê tê berdan li mala bavên wî ,li þûna þînê, kêf û xweþî, cî digire. Mala Xelîl Beg, dibe wekî odeya nava gund. Herkes lê vedihewe. Kitekitê di nava vebêjên diya wî û bavê wî de. Yên malbatê de, pir xweþh zeft kiriye. Derûnîya rihê wan zeft kiriye û bi xemilandina hevokên berze yên ji gotinê û tu tiþt di derkê de û di terkên tu qewarê de nehiþtiye û kîsikê peyva Kurmancî dagirtîye . Çi di bin hiþê qerekteran de heye giþtik verþandiye nava hevokan. Bi zimanekî fesîh û pak û rêk û pêk. Zimanê tekûz û sade. Xwiþka wî -Avþa –û peyvên nava wan .Pir nazik û kubar e. Diya wî , Berfê , ji kêfa dikê velize. Biharê, cîrana wan e -bi çavê bûka xwe lê dinêre-. Hevalê wî, Cemal tê li ba wî. Ew rojên berê bi bîr dixe. Bavê wî, çi þîr, to, goþtê berxika û karra ji lawikê xwe yê ku bûye çerm û hestî re tîne. Lê devê xwe, bi tiþtekî nake. Ca wî hêrs dibe û dibehece.Off û puf” dike
Hevokên xwerû di nava gotûbêjên wan de acur dide. Lê afirandina peyvên nuh û hevokên nuh tunene. Rihê qereqteran heta tu bêje nazik e û nazdar e. Peyvên xweþik li derûniya wan kemilandiye. Birçîbûna axaftina peyvên kurmancî li qerektera xweþ hatiye banîdin. Xweþik zeft kiriye kitekitên axftinên wan. Malbat û ew(Jêhat)
“Ez qerekterê romana xwe, dixim þûna hevalekî ku mîna em bi hev re biaxive , dixwînim” Willam Fulkner
Dê û bavên wî, pir bi kêf û eþq li dora layên xwe, dehere û tê, dibe perwane. Hero duro li dora lawkê xwe, dehere û tê Berfê Xanim. Cîrana wan Biharê , dilê xwe bijandiye halê wî yê- ku ew sûretê canbûnê rê dabûyê û êlma wê (Biharê) dabûyê- canbûnê gava ku 20 salî bû diya Jêhat, sûretê wî rê Biharê dabû. Û ber dilê cirana xwe, xweþh kiribû. Hîn Jêhat, nehatibû berdan jinikê-jinika xwe li ber xwesûtîyê qup dikir, qaþo wê biba xwesûya wê Berfê ,yeka wê nedikir dudu û ji dû hev nediqetîya û ji gûmanê ne xweþh- xwe paqij dikir.Dîya wî ,zû dixwast serê wî paçekî lê bigerîne.Û hîn Cemal ew dîsa bi ser rêya ramyarî rêxistinê nexistîye.-dibê’j ez nehelêm xwe ,bigihêje Cemal û zû destê xwe, tev bilivînim û wî ji wî xelasbikim-Wî bizewicîne û keleka wî ji wî’r ava bike.Ca wî, zewac li ber guhê wî dixist. Lê ne li ser guhê wî bû ku bizewice an nezewice.
Þîroveya lehengan
1-Di nava malbatê de bêtir li ser Jêhat disekine, lê lehengên din di bin sîya Jêhat dimînin. Pir kêm qala wan dike. Ev jî dibe sersebebê dilxwestinîyê û neheqiyê ya li qerekterên çîrokê bê. Çîrokê bi ser milê çend kesan dide meþandin. Heta mirov kare bêje çîrok ser milê Berfê Xanim û layê wê Jêhat dimeþe. Carcarna Xelîl Beg, tevlî çîrokê dibe. Xelîl Beg, di bin sîya rengê jinê de ma ye. Bêtir tesîra jinê li metnê bela bûye.
Vê nêzîkdayîna malbatê ew ji tenê bûna wî nikarîbû bi dûr bixista.Bi hatina Cemal û xwe, rêdanbûna wî , rihê tenêbûna wî , vardiqilîne ser rêyek ku wê tu car jê nê.
Hevalên wî û çûyina Stenbolê (metropolan) divê sebebê mîrata oto sansur (a ziman dest pêkir)- û sirgûna ji xwe, xwe dixwe-
“Deyndarên hebûna wêjeyê rêbaze ,ne tu tiþtê din e” Ronald BARTHES
2-Cemal;qereqterekî çorse ,û pêþderazîyekî beloq û cilqe -derûnîya vê keseyayetîyê ye-.Tu kar neanîye ji têkîlîya hevalbendên xwe’r.Ji zirarê pêv.Ev nûmuneyek delale da ku danîye ber çavan.Jêhat ne jêhatê berê ye.Ji xwe’r li tenêtîyê digere.Jiber cûrên lêdan û þkenceyên hezar dewelî xwarîye.Xwe ji Sîyasetê Xadim kiriye.-an jî siyaset ji xwe ,xadim kiriye û hîn nedîyare ku ka jibo çi hatiye girtin- vê xûmama bêkêrîya tenetîyê,rihê wî dixwe.Piþtî ku ji hefsê dertê –dikeve mecîyê qalikê mecîyê xwe-û berî bi tenêbûna sar vedike .Meriv kare bê’j ew êdî kesekî Newrotîke di vê qada berbirêya bajarê tenêtîyê
Li xwe digerîya lê þop bi ser xwe nedixist rp:23(jêhat)
Rewþa wî ya derûnî û acizbûna ji rihê xwe û ji dêvla kû nêzikî hertiþtî bive, dûrketin xwe dide rengê têkîliya ragihandina wî. Dixwaze ji heval û hogirên xwe yê li vir dûr bikeve.
Gazincên Cemalê hevalê wî-wî zêde diltengijîne-li wanê ku ji ber cezayên giran revîbûn Euwrûpa û çima li cihê xwe rûniþtine û tekoþîna xwe berdewam nekirin.Rexneyê xwe li wan dikin rp;42
Jêhat piþtî ji hefsê derket êdî naxwaze bi tiþtekî biale û naxwaze Cemal jî were henda wî. Wextê dengê wî dihat. Dikete tev-ne ku ji tirsa bû ,nedixwest û ne tu kes jî bibîne-beþek ji wan axaftinên dilên wî;
”me îro hevdu dit xweþbû, lê carek din….carek din ezê jê re çawa bibêm,ez naxebitim”hevalên wî yên di hundir de hatinûn kuþtun ketin bîrê û xwezîya xwe bi wan anî û di dile xwe de “xwedêyo,çi dawîyek xerab!” got û hêsirên Wî, hatin xwarê rp:44
3-Berî ku here Stenbol, kurmancîya resen û ya ji dil diaxive .Piþtî ku dehere bajarê Stenbolê “oto sansur” ji xweberê biþaftin, dest pê dike. Û hêdî hêdî ew alavê axaftina ”kurmancî” tê ji bîr kirin.
“Wêje ne afirandina xopanê ye,pergaleyan peyvane “Northrop frye
Çûyîna Stenbolê
4-Piþtî derdikeve derve ku hewayekê bistîne ji birayê xwe re dibê je ezê herim Stenbolê. Piþtî çûyîna wî ya Stenbolê û çiçax hevalên xwe –Hesen(hevalê wî yê li Stenbol e)- pêhesandiye nediyar e -ji ber ku di nav tu diyalogên wî tu car qala Hesen nekiriye- ku Jêhatê were ba wî.
Paþê em dibîne nexweþhe. Heçî hevalê wî- Hesen- jêr dibê ku heyçê ji hefsê dertên hewceye here doqtor. rp:54
“Nivîskar , ew kesên ku jiyana xwe hinekî dizîvirîne metafora “Jorge luis borges
Hevalê wî Hesen jî wextê îxbarcî Beþîr tê kuþtin dixe stûyê wî, malbata wan, xwe zûzû xelas dike tê Diyarbekir li wir jî starî nadên ,direvin tê Stenbol li wir jî bavê wî dimire.Hesen jibo ku nê naskirin.Navê xwe Dawid datîne û bi Sebro re karê þuþtuna xalîçeya dike-Sebro piþtî ku gundîyên wan radihijê sîlehê ew ji gund derdikeve û tê Stenbolê-.Paþê bi nexweþa derûnîyê dikeve Hesen.Berê xwe dide nexweþxaneya Ermenîya ya li Zeytînbûrnûyê-ev nexweþxane pir bi karê xwe eleqeye û xizmeta wan ji însana re ye-(di vir de “nexweþxana Ermenîyan” dîsa weke remzekê bi bîra mere dixe û berê mere bi wê ,êþê’v vedike”Ermenîyê Dêrikê ;heta ku li Dêrikê bûn karê dirana di destê wan de bû û karê xwe paqiþ û bi esas çê dikir.”Ew remzê bi bîra me xistiye)
Piþtî tê bajarê Stenbol ,êdî zimanê pergalê zêdetir di pêþdeye û hêdî hêdî ji dûrketina zimanê zikmakî dest pêdike
“Însan dive qûrbana nîrxên xwe“ Jean baudrilard
Lehengên Çîrokê
5-Jêhat,Berfîn,Cemal,Silêman,Hesen,Xelîl Beg,Bihar,Avþa(xweþka wî û 20 saliye),Dara,Robar(birayê Jêhate),Sebro,Dawid,
6-Wextê Berfê Xelîl Beg li hember xwe dît rp:29(divê piþtî Berfê bêhnok heba )
7-Vegotin heta tu bibêje heye,Hesen got û jêhat got rp:61
Oto-sansura xweber-mohrê li zimanê derûnîya xwe-dixe- mînakên hevalên wî;
“Ew hîn wenî dikenîya mînubusek li ber wan sekini.Jêhat, çawa siwar bûbû,þofêr kengî bir ê ketibû nedihat bîrê,hew dît ku di nava çend zilamên serê wan daliqiyayî de xwe bi borîyek cemidî ve girtiye û li ber bêvila yekî kil dibe.Wextê minîbûs diloqîya,nava serê wî carê digot tereq li tawanê diket” rp:61 (dahûrandina derûnîya rewþê pir xweþ li ber çav hatiye parzûnandin ew kitekitên hurik xweþh zeft kiriye.)
Derûnîya kurdên li bajarên anatolîya jî baþ tîne ziman û xofa “zimên” ya li ser “zimanê” tirsê “zimên” di bin hiþ de”dimeyîne” bi zaa’feranê derdikevê
“nekene!”Hesen got û bû niçe niça wî.”zaten em bi Kurmancî dipeyivin bi wan nexweþ e,di ser de tu dikeni! Ma tu nabînî bê çawa pîs pîs li me dinêrin”rp:61
“Her nivîskarekî jêhatî ,fêlbazekî jêhatîye”Vladamir nabakov
8-Jêhat,nûh hatîye bajêr .Fiêl û finêskên û fêlbazê bajêr’v nehesîya.Lê tenê hevalên wî yê Stenbolê ew bi oto-sansurê (ne)hesandîye.Û nîjadperestîya bajêr û (bi destê xwe)zimankuþtina xwe,li xwe markiriye.
Çend beþên ji skenceyê
Jêhat qala xwe ji doktor dike
“rojekê min avêt dawîya texsîyekê û birin….min birin herêmeke eskerî…di hucrakê de min þûtî tazî kirin,satilek av li min kirin û bi dora min ketin, digotin; ”emê ditenin!”Min belot kirin û qomçeyên berxwe vekirin,wextê li du min fitilîn min xwe bi serî ve li derîyê hesin qewimand û serê xwe, li deraba xist,xwîn bi ser min de herikî, dilê min buhurî û hatim xwarê…rojek dinê hatin destê min grêdan û bi jopan bi kîr û gunê min ketin digotin “emê te bixesînin!”…. sê meha di þekenca tecawûza cop û cerayanê de mam rp:77-78
Li ser betonê nedawî bi mehan û þûtî tazî….heta xwîn ji serê mîza min hat…
9-Hatina Stenbolê ya bi tenê.Çûyina keleha tekakesî û lixwe mikurhatina xwe’y .
10-“Xadim”a xadim ku tenê -ji mêranî ketinê- numûne dide, çarçoveya metnê teng kirîye.(gelo hew mêrantî tenê herikandina çend dilop avike ? Û xadimbûn tenê jiber skencê qusandina rehê kîrê wî ye gelo?).Ev rahiþtina van herdû esasa qibleya metnê teng kirîye û nehiþtiye mirov fireh bifikire.
11-Çîrok ,ji alî nasandina cîh û war de (cihê lê dijî) lawaze
12-Mirov kare bêje berî çûyina Stenbol canbûna Jêhat e,çûyina Stenbol jî kalbûna Jêhat e(jibo wilo di gelek warî de kevneþopîyê bîrdozî ji serxwe neavitîye)
13-Çîroka’n Xadim ,têkûze,ji alî hêma û metafora kêmin.Sêwirandina peyvan baþ e.
14-Di warê ziman de heta tu bivêj Dêrikanî axiviye û dilê xwe bikaranîna peyvên Dêrikanî anîye.Di warê afirandinê de lawaz e.Peyv li hev sarkiriye û xweþh li hev jidandiye.
Di warê awayê de têkûz e .Ne metnên ji alî xwandinê dijwarin.Metn te ber bi guherk nepende warnaqilîne û berê te nade geremolek mij û safî xalî.Metin bi awayê vegotin pir di pêþ de ye.Niviskar carna pir t’alî Jêhat kiriye.Lehengên din bin sîya Jêhat de maye.Dîalogên nav dê û bavên wî de zêditir kurdewarî û serkeftîye.Kitekit zêde ye.Gava tê bajêr,ew kitekit piranî têqurmuçandin weke sinemaya Emerkê* dibe-sînemaya Emerkê*; gava ku em diçûn sinema, sahneyên ku dilê wî jêr nedihat xwastin dibirî û navber dixist nava fîlim-
15-Çûyina bajêr weke kevokekê ku kurka wê bê lê nikare xwe bide ser cîyekî ku rehetî lê tunebe hema weke sarsarîka xwe bide wir, bilivîne vir
Çûyina jêhat û ya ji mala hevalê xwe, diqede û dehere nexweþxanê tu sebeb nexistîyê ango tu îþaret tuneye ku wî bibe ber doxtor hey pevçûnbe wê çax muanejî li gor wê be na ku xadimbûn be wê çax berî wê “sistbûna kîr û daliqandina wî” tenê têrê nakê ku em bivêje ev nexweþe û berê wî bide wir rp;70
16-Bergê çîrokê,kesekî xûmamîye an jî kesekî heye an tuneye hema tu bêj “reþêþk”e-hema mirov kare bêje ;Ji xwe Jêhat jî ,kesekî bi alî derûnîya xwe di vê beþa nehesibandinê de ye-ji alî sûretên xwe.Hinekî naverok zeft kiriye.Ji alî’v bergê ve.Sûreta li ser bergê ;hinekî berê me dide ber bi wêjeya mînor(lê tenê sekna sûretê li ser bergê-gelo ev jî xapek ji xapên weþanxaneya ye gelo?-).
Çîrok ku wekî “çîçirokê’n” serpêhatîya nîvîskêr be. Bi min wenî hat.
*“XADÝM” romana Seleh Bulut û ji Weþanxaneya Avesta derketiye.
W-Q-21-Q-X@hotmail.com