Diyarname
Ajansa navneteweyî Reutersê li ser Bilal Erdogan nûçe çêkiribûn. Li Tirkiyeyê dadgehê qedexe danîbû ser vê nûçeyê û ji bo îtîrazê 7 roj qewl dabû ajanse. Ajansê îtîraza xwe kir.
Ajansê di daxuyaniya ku belav kir de got ku wan berê îtîrazê biryara dadgehê kiriye, serî li dadgeha îstînafê daye. Ajansê di serîlêdanê de gotiye, "Ev xalên zagonên Tirkiyeyê dijî zadiya fikir û ramanê ne."
Ajansê bi van gotinan nûçeya xwe parastiye, "Nûçeya ku me belav kiriye li gor Rêgezên Baweriyê yên Reutersê ne. Dîsa li gor biryara me ya ku em nûçeyên adil û rast ên li gor fêdeya gerdûnê çêdikin me ev nûçe belav kiriye. Em xwedî li nûçeya xwe derdikevin."
Çi qewimî bû?
Reutersê hefteyek berê di nûçeya ku çêkiribû de gotibû ku "Kompaniya Dignita Systems a Swêdê bi ser kurê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Bilal Erdogan xwe diwaze li bazara Tirkiyeyê bi cih bibe."
Gotibu ku ji ber ku di vê kirinê de karê tarî heye, rayedarên dijî karên tarî yên DYA û Swêdê li ser vê yekê lêkolînê dikin.
Reutersê li ser vê nûçeyeke taybet amade kiribû û têde eşkere kiribû ku projeya Dignita qar ji nişke ve hatibû bi dawîkirin û tu ruşwet nehatibû dayîn
Serokê Karên Ragihandinê yê Serokomariya Tirkiyeyê Fahrettin Altun ev nûçe wekî derew bi nav kiribû.


