Diyarname
Tûrnûvaya fûtbolê Euro 2020 par ji ber pandemiyê hatibû betalkirin û biryar dabûn ku di sala 2021'ê de li dar bixin. Tûrnûva meha pêşiya me li dar dikeve û niha strana ku strana tûrnûvayê jî amade kirin: "We Arte The People".
Euro 2020 di navbera 11'ê pûşperê û 11'ê tîrmehê de dê li dar biekve. Îsal 16'emîn car li dar dikeve. Îsal 12 welat mazûvanî dikin: Almanya, Azerbaycan, Danîmarta, Hollanda, Îngilistan, Îrlanda, Skoçya, Spanya, Îtala, Macaristan, Romanya û Rusya.
Niha strana fermî ya tûrnûvayê hat eşkere kirin. Produktorê navdar û dJ Martin Garriks, endamê koma racka îrlandî U2 solîst Bono û gîtarîst The Edg ji bo stranê hatine bav hev.
Stran li ser bingeha pozîtîfî, hêvî û bi biryarî, ligel vê bi hev re bûnê hatiye amadekirin. Martin Grarriks li ser stranê wisa gotiye, "Ji bo yek ji çalakiyên sporê ya dinyayê mazen ligel Bono û The Edge me stran amade kir, ev tucrubeyeke gelek balkêş bû. Em bi 'We Are The People' serbilind in û ji bo ku em niha êdî ji bo her kesî dikarin parve bikin em bi heyecan in."
Garriks produksiyona stranê girtiye ser milên xwe, gotin û melodiya stranê aîdê Bono, pêdeçûnên gîtarê jî aîdê The Edge ne.


