Diyarname
Saziyên sivîl û civakî di 7'emîn meha komkujiya Roboskî de çûn Roboskiyê û daxwaza hesab ji berpirsan bê dîtin kirin.
Nûnerên saziyên wekî KESK, DÎSK, ÎHD, ÇHD, TMMOB, TTB û TÎHV'ê û gelek saziyên sivîl ên civakî di 7'emîn meha komkujiya Roboskiyê de çûn gundê Roboskiyê û çûn serdana 34 kuştiyan.
Di serdanê de Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, diyar kir ku di ser komkujiyê re 7 meh derbas bûne, lê hê jî berpirsiyar nehatine darizandin û hesab ji kesî nehatiye pirsîn. Ozgen wiha got: ""Ev berdewama komkujiya salan a ku hê jî hesab nehatiye dayîn e."
Ozgen got ku ji bo dilaramiyê divê dewlet lêborînê bixwaze û wisa dom kir: "Bi salan e li herêmê ji ber şer ciwanan kar bi dest nexist ku bixebitin, ji mecbûrî dest bi karê ticareta li ser sînor bikin. Hikumetê jî ew kes wekî qaçaxçî bi nav kirin û mirina wan wekî ku bike rewa nîşan da."
Heyet piştî çû serdana goran ji gund derket.